Şaxê HRRK yê Bakurê Kurdistanê hat damezrandin
AMED 02.06.2014 11:48:22 Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi konferansekê şaxê xwe yê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ava kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di 1'ê Hezîrana 2014'an li Amedê di bin navê Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî konferansa damezrandina şaxê HRRK li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê lidar xist.
Konferans ji Oldarê Kurd Şêx Mesuqê el-Xeznewî yê ku di 28'ê Gulana 2005'an de ji aliyê îstîxbara dewlet Suriyeyê ve hate qetilkirin, hate diyarkirin.
Konferans weke serencama biryarên Kongreya 4. a HRRK ya ku di 25/01/2014 li bajarê Almanya Bielefeldê hatibû lidarxistin, pêk hat.
Di konferansê de bi qasî 48 endaman hem ji bajarên Bakurê Kurdistanê hem jî ji Tirkiyeyê amade bûn. Endaman rewşa rojane û şêwazên berfireh û bandora rewşenbîran û avakirina saziyên sivîl gotûbêj kirin.
Her wisa bi awayekî berfireh li ser karûbarê rêxistinî yên HRRK bi giştî û şaxê Amedê bi taybetî hate rawestandin.
Di konferansê de komîteyeke kargêr ji bo beşê Amedê hate hilbijartin û kar û bar û erkên vê komîteyê hatin destnîşankirin.
Amedekarên konferansê rewşa Sûriyeyê bi giştî û Rojava bi taybetî di berçav re derbas kirin û pêdiviya Rojava bi avakirina sazî, dezgeh, rêxistinên civakî û çandî û sivîl ji hemî deman bêtir dîtin û di heman çarçoveyê de, bihêzkirin û berfirehkirina HRRK jî nirxandin.
Konferansê bang li kesên di qada rewşenbîrî de dixebitin kir ku bibin navbeynkar û alîgirên diyalog û hevgirtin û ji hevnêzîkirina hêz û partiyan.
Di encamnameya konferansê de her wiha ev pêşniyar hatin kirin:
"-Derfet ji bo derxistina kovareke wêjeyî. -Malpereke fermî ji bo HRRK şaxê Amedê. -Ji bo birêvebirina karê şaxê Amedê yê hevgirtinê rêbazên nû bêne danîn."
Komîteya Kargêr a HRRK'ê Şaxê Amedê di dawiya daxuyaniya xwe de ji ber alîkarî û rola xwe ya di konferansê de, spasiya şaredariya bajarê mezin ya Amedê kir.