Şehrê Anûş; Şêraniş
Dibêjin; demek ji deman li Heftanînê ku jê re 'Heft qat biheşt' tê gotin, bajarê Şêraniş ava bûye
HEFTANÎN / ANF - ZEYNEP NERGÎZ BOTAN Dibêjin; demek ji deman li Heftanînê ku jê re 'Heft qat bihuşt' tê gotin, bajarê Şeraniş ava bûye. Çîroka balkêş a avabûna bajêr her li ser zimên e. Ev çîrok, heta gihîşt serdema heyî, gelekî guherî. Şêniyên niha yên bajêr bi vî rengî qala çîrokê dikin: Wextekê, Melîk li ser tevahiya bajêr serdest e. Keçeke gelekî bedew a Melîk heye. Navê keçikê jî Anûş e. Melîk gelekî ji keça xwe hez dikir, ku bi navê wê bajarek ava kir. Û ji wê rojê ve navê bajêr bûye Şehrê Anûş. Bi wextê re navê Şehrê Anûş bûye Şêraniş.
Li gorî vegotineke din, navê Şêraniş ji Şekranişê tê. Yanî bajar gelekî şîrîn bûye, ku ew şibandine şekir. Şekraniş piştî wextekê bûye Şêraniş. Ji hingî ve navê Şêraniş tê gotin.
Taybetmendiya bingehîn a Şêranişê ew e, ku li gund Misilman û Xiristiyan bi hev re dijîn. Me meraq kir û ji bo gund ji nêz ve bibînin, em bi rê ketim. Di nava ekîba me de kameraman hevala me Sara Tolhildan û rêbera me Amara Xortis hebû, ku wê em li gund bigeranda. Me berê xwe da gundê Şêranişê, ku bi navê xwe em ber bi xwe ve kişand. Em ji çiyayên gelekî bedew derbas dibûn, ku van çiyayan bi bedewiya xwe em dibirin diyarên cuda. Bi hewa çiyayên Heftanînê em meşiyan.
Bûye du gund; Şêraniş a Jêrîn û Şêraniş a Jorîn. Li Şêraniş a Jêrîn Misilman û li Şêraniş a Jorîn jî Xiristiyan (Keldanî) dijîn. Her çend gund ji hev cuda jî bin, lê ew mînakeke bedew a jiyana bi hev re ne. Ya ku wan ji hev qut dike, tenê rêyek e ku çend metre fireh e. Ev jî dûraniyeke ku ji ber êrîşên hêzên xwe li hevgirtina gelan ranegirt, rû daye. Gundî dibêjin, di dema Seddam de gund bi temamî hatiye xerakirin û şewitandin. Mirov bi zorê ji gund hatine derxistin. Wekî din, operasyonên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk jî zerar dane malan. Ji ber vê yekê, gundiyên koç kirin piştî wextekê vegeriyan û malên xwe ji nû ve çêkirin. Tevî ku navbereke kurt ketiye nava gundên berê yek bûn, vê yekê nekariye pêşî li dostanî û hevgirtinê bigire.
ŞÊRANIŞ A JORÎN
Em di destpêkê de çûn gundê Xiristiyanan. Bi zanebûn em roja Yekşemê çûn. Me xwestin wê rojê tevlî îbareta Xiristiyanan bibin. Li ser rêya Dêrê, em bi çend kesên ji şêniyên Şêranişê re jî daxivîn. Tevî ku me baş ji hev fêhm nedikir jî, wê silava germ bes bû ji bo têkiliyek di navbera me de çêbibe. Dema em nêzî dêrê bûn, hinekî kelecan ket dilê me. Me xwest, bernameyeke dîtbarî li ser gundê Şêranişê çêbikin. Li aliyê din me dixwest bi gundiyan re jî sohbet bikin. Dema me xwe gihand ber deriyê Dêrê, hê gundî nû li hev diciviyan. Wê saet di 12:30 de dest bi îbadeta xwe bikira. Li benda hatine Keşe bûn. Dibe ku şensê me wê rojê tine bû, ji ber ku Keşe wê rojê nehatibû. Yanî ayîn pêk nehat. Lê belê zarokan wê rojê li dibistanê perwerde dîtin. Me jî xwest hinekî li nava dêrê bigerin û lêkolînê bikin. Li ser dîwarê dêrê gelek îkonên Xiristiyaniyê hebûn. Dêr bi baldarî dihat paqijkirin. Ji bo vî karî jî gundiyeke Şêranişê ya bi navê Şemaşê hebû. Ji bo agahiyên zêdetir jê bigirin, me xwest pê re sohbetê bikin. Wê jî bersiv da me: "Bi salan e ez li vir dixebitim. Paqijiya cihê me yê îbadetê, dilsozî û hurmeta me nîşan dide. Ji ber vê yekê ez timî têm vê derê û paqij dikim. Em weke Xiristiyan li vir dijîn. Yekane tişta bandorê li me dike, êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk in. Me zerar nedane kesî. Em li vî gundî dijîn û hewl didin îbadeta xwe bikin. Bila kes zerarê nede me."
Ji vê dîroka bi heybet a pênc hezar salan, ku çanda Sumer û şaristanî ji cîhanê re ragihand, tenê mîrateyek ji bo muzeyê maye. Bi êrîşên tên kirin re hewl tê dayîn ev mîrate jî ji holê were rakirin. Yê ku vê êrîşê dike jî, dewleta Tirk a faşîzan e ku dixwaze rewşa herî xwezayî ya dîrokê ji holê rake.
Piştî ku em bi têra xwe li nava dêrê geriyan, me xwestin sohbeta xwe li derve bidomînin. Mamê Emîr ji me re daxive: "Gundê me gelekî kevn e. Gelek hêzên mêtînger zerar dan gundê me. Malên me hatin şewitandin, hatin xerakirin. Di dema Seddam de mirovên me neçar hatin hiştin ku koç bikin. Piştî demeke dirêj vegeriyan. Vê carê jî dewleta Tirk dest bi êrîşê kir. Niha jî dewleta Tirk bi êrîşên xwe jiyanê li me diherimîne. Piştî sala 2005'an em vegeriyan gundê xwe. Bêguman wan êrîşan bandor li xwezayiya jiyana me ya li gund kirin. Jiyana me ya li gund mîna berê nîne. Hêzên mêtînger her roj hê bêhtir jiyanê li me diherimînin. Çi dibe bila bibe em ê li axa xwe bin. Çawa ku me heta niha li ber xwe dan, em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin."
LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM BERSIVA HERÎ MEZIN IN
Li gorî çavdêriyên me, astengiya yekane ya li pêşiya jiyana bi hev re ya gelan, êrîşên faşîst in.
Ji ber ku li gund gundiyên bi Kurdî dizanin hene, em karê xwe bi hêsanî dikin. Ya rast, weke gelên ku bi salan e bi hev re dijîn, zimanên hev jî hîn bûne. Ev yek nîşaneya şênber a hevgirtina gelan e. Çi dibe bila bibe, wan dest ji hurmet, hezkirin û xweşbîniya li hev bernedane. Dîroka qedîm a hev dizanin û li gorî wê yekê tevdigerin. Bi bedewiya jiyana bi hev re ya bi sedan salan dijîn. Gelekî mêvanperwer in. Ev rewş ji bo Şêraniş a Jêrîn û Şêraniş a Jorîn derbas dibe. Weke yek ji mînakên herî bedew ên bandora gelan a li hev, jiyana bi hev re, tê dîtin.
Bi gundiyên bi Kurdî nizanin jî me xweş li hev dikir. Ji ber ku têkiliya me ya ji dil a bi hev re, bûbû zimanê me yê hevpar. Ji bo em vê têkiliya xwe bi gotinan bînin ziman, pêwîstiya me bi tercûmaniya Mamê Mixaîl hebû. Em bûn mêvanê Mamê Mixaîl. Gelekî Mêvanperwer e. Me pê re dest bi sohbetê kir. Di vê sohbetê me çîroka kurê dayika Ramî bihîst. Piştre ji bo biçin mala Ramî em bi rê ket. Li gorî gotinan, kurê dayika Ramî di sala 2008'an de ji aliyê hêzên Îslamî Yên tund ve hatiye kuştin. Kurê dayika Ramî, rojeke Yekşemê gava ji dêrê derdikeve tê kuştin. Ji ber ku Xiristiyan e, tê kuştin. Ji ber vê yekê dayika wê gelekî bi hêrs daxive û dibêje, "Yên ku dixwazin nefretê bixin nava gelan wê ti carî bi ser nekevin. Ne DAIŞ, ne dewleta Tirk, ne jî hêzeke din wê bi ser nekevin. Em li vê derê bi Misilmanan re li heman gundî dijîn. Bersiva herî mezin û bedew a li faşîzmê, ev e."
Herî dawî, em bi Mamê Eqît re li ser gundê Şêraniş a Jêrîn gelekî daxivin. Gotinên Mamê Eqît yekîtiya gelan radixe pêş çavan: "Bi salan e em bi Misilmanan re li heman gundî dijîn. Gundê Şêraniş bi qasî ku têra her du olan bike, berfireh e. Eger mirov bibin yek, eger hurmet ji baweriyan re bê nîşandan, wê faşîzm hingî têk biçe. Em jî mînaka herî bedew a hevgirtina gelan e."
NIHA ŞÊRANIŞ A JÊRÎN Û YA JORÎN HEYE
Di navbera Şêraniş a Jêrîn û ya Jorîn de tenê 20 metre hene. Malên li Şêraniş a Jêrîn li gorî ya Jorîn kêmtir e. Lê belê bi salan e gundî li vir dijîn û xwedî li axa xwe derdikevin. Em dibin mêvanê Mamê Mehmûd. Bi Mamê Mehmûd û hevsera wî Dayika Pîroz re sohbetê dikin. Di vê sohbetê de jî hevgirtin tê destnîşankirin: "Weke gelên ji du baweriyan, em bi salan e bi hev re dijîn. Şêraniş a Jorîn Xiristiyan e, em jî Misilman in. Em çima şerê hev bikin. Em çiqasî hurmetê nîşanî baweriya hev bidin, em ê ewçendî jî xurt bibin. Berê me digotin Şêraniş a Misilman û Şêraniş a Xiristiyan. Lê di nava me de hevgirtineke welê çêbûye ku em êdî tenê cih ji hev cuda bilêv dikin; Şêraniş a Jorîn û Şêraniş a Jêrîn. Ol êdî ji bo me dernakeve pêş. Ya ku derdikeve pêş mirovahî ye Ev jî bi têrkerî giraniya xwe heye."
Bi hesta ku rewşa heyî dexist pêşiya me û bi hevgirtina gelan a li dijî êrîşên faşîst, em gera xwe li gundên din ên Heftanînê dewam dikin.