‘Şehîd hêza têkoşînê ye'
‘Şehîd sembola berxwedan û hêza têkoşînê ye'
Li Wargeha Penaberan a Ş. Rustem (Mexmûr) ji bo Bawer Hekkarî merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmeke bi heybet a ji bo endamê HPG Cahît Kutluk yê nasnav Bawer Hekkarî ku di pevçûna li Tetwana Bêdlîsê tevî 4 rêhevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, hat lidarxistin. Di merasîma bîranînê de nameya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ ê ku ji bo malbata şehîd Bawer Hekkarî şandibû hat xwendin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Cemal Cizîrî axaftinek kir û wiha got: “Em di şexsê rêheval Bawer de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Têkoşîna azadiyê di pêşengtiya Rêber Apo de heya roja me ya îro hat û wê şûnde jî ev têkoşîn bilindtir û bi hêztir bê meşandin. Parastina nirxên ku şehîdên me afirandine û pêşxistina têkoşînê erkeke ku dikeve li ser milê me her welatparêzekê. Encax em wisa bibin bersiv ji têkoşerên xwe yên azadiyê re. Pêşxistina kesayetên azad û di asta herê jor de bersiv, kareke herê girîng a têkoşîna azadiyê ye. Di demeke wiha de ku em şerê hebûn û tunebûnê didin meşandin; pêşxistina têkoşînê erk û berpirsyariya me hemûyan e”. Cizîrî bi gotina werin em bi rûhê berxwedana li Tetvanê ala têkoşînê bilind bikin; dawî li axaftinên xwe anî. Li ser navê malbatê birayê şehîd Bawer Behcet Kutluk jî axivî û bi gotina şehîd ji bo me sembola berxwedan û hêza xurtkirina têkoşînê ye destbi axaftinên xwe kir û wiha domand: “Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo, gelê Kurd û hemû rêhevalê wan saxbin. Em sozê xurtkirina têkoşîna wan didin û emê heya dawiya jiyana xwe şopdarê doza wan bin." Birayê şehîd bi siloganên "Bijî Rêber Apo" , "Bijî Gerillayên serê Çiya" û "Bijî Têkoşîna Azadiyê" dawî li axaftinên xwe anî. Merasîm bi berzkirina şîarên "Bijî Rêber Apo" "Berxwedan Jiyane" û "Bijî HPG" bi dawî bû.
(kom/mae)