1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Şemizînan hê destpêk e"
"Şemizînan hê destpêk e",şemizînan,hê,destpêk,e

"Şemizînan hê destpêk e"

Dûran Kalkan: Şemizînan hê destpêk e

A+ A-

Behdînan - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku bûyerên li Şemizînanê deqewimin rêbaz û taktîkek nû ye û got; “Şemizînan hişyariyek e, ev hê destpêkek e, ger ji vê yekê dersek rast dernexin, ew ê bibînin ka gelê me û gerîla dikarin çi bikin.” Kalkan destnîşan kir ku gerîlayan li bejahiyê û li bajaran bandoriya xwe zêde kiriye û diyar kir ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê jî şoreşek heye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Serokê Komîteya Parastina Gel Dûran Kalkan çalakiyên gerîlayan ên weke “Operasyona Şoreşgerî” tê binavkirin ji ANF’ê re nirxand. Kalkan got; “Hêzek ewqas a gerîlayan heye ku dikare dewlet û artêşê bîne rewşek wisa ku êdî nikarin bixebitin. Hukûmeta AKP’ê û artêşa Tirk bê çare ne. Şerê Gel ê Şoreşgerî bi aliyên serhildanan û gerîlayan bi rêbaz û taktîkên yên encamgir pêş dikeve.”

Kalkan got; "Bila kesek li bendê de nebe ku gel û gerîla li hemberî faşîzma AKP’ê û dewletê bê deng bimîne" û wiha domand; “Ger bi siyasetê nabe, wê demê êdî aşkere bûye ku gelê Kurd û gerîla xwedî wê hêzê ye ku bi berxwedanê çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bixe. Tiştên li Şemzînanê diqewimin, parçeyek ji vê rastiyê ye. Ev hê destpêkek e û hişyarî ye” û banga xurtkirina berxwedanê li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir.

ŞEMIZÎNAN NE TESADUF E

Kalkan destnîşan kir ku Şemizînan ne pêşketinek nedihat hêvîkirin bû û got; “Çaresernekirina pirsgirêka Kurd, terora polîsên faşîst a li ser gelê Kurd, zextên li hemberî hilbijartî, şaredar , parlementeran, operasyonên tunekirinê yên li hemberî gerîlayan, li ser vana hemûyan re jî zêdetirê saleke bi her awayî têkiliyên bi bi Rêber Abdullah Ocalan re hatiye birîn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd berdewam dike, evane hemû nîşan didan ku dê gelê Kurd û gerîla li hemberî vana hemûyan berxwedaneke bi bandor pêş bixe” û got ku bûyerên li Şemizînan diqewimin ne tesaduf in. Kalkan bang li raya giştî kir ku bûyerên li Şemizînanê baş bixwîne.

GERÎLATIYA NÛJEN PÊŞ DIKEVE

Dûran Kalkan bi bîr xist ku gerîlayan di sala 2011 de di çarçoveya şerê gel ê şoregerî de li Zapê, Şemizînan, ji Botan heta Amanosan derbeyên giran li aretêşa Tirk xistine, lê belê nekarîne encama wê biparêzin û destnîşan kir ku ev demeke dirêj ku gerîla di bin navê xwe nûkirinê û vesazkirinê de ji kêmasiyên ku hene ders derdixe û xwe perwerde dike. Kalkan bal kişand ku di vê çarçoveyê de gerîlatiya nûjen pêş dikeve û got; “Ruhek pir mezin ê fedayî heye ku ji bo pêşxistina serkeftina hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statuya Siyasî” her kes dikeve pêşbaziyê. Çalakiyên nû yên gerîlayan li ser vî esasî pêş dikevin.”

HEDEF GUHERÎ, ÊDÎ HEDEFEK TENÊ TUNE YE

Kalkan destnîşan kir ku di sêyemîn pêvajoya stratejîk de hin caran ji bo pêşketina çareseriyê gerîlayan bi armanca hişyariyê derbe li aliyê hember dida û ev hişyarî da; “Ger çareseriya siyasî pêk neyê, pêşketinên xeter dê biqewimin. Niha hedefên gerîlayan guherî, êdî tenê li hedefekê naxin. Armanc êdî ne tenê derbe li aliyê dijber bixe ye, armanc pêkanîna xweseriya demokratîk e.”

AN DÊ TESLÎM BIBIN, AN JÎ VEBIKIŞIN

Kalkan wiha pêde çû; “Li herêmên bejahî artêş hatiye bisînorkirin, nema êdî dikarin ji qereqolan derbiekvin. Ne tenê li Şemizînanê, li Geliyê Zapê, li Zagros, Çîlo û Çareçela, gelek cihên din, ji Gostê heta Govendê di bin kontrola gerîlayan de ne. Artêşa Tirk nikare bikeve wan deran. Gerîlayan gelek qereqolan dorpêç kirine. An dê vebikişin, an jî dê teslîm bibin. Hin qereqol niha di vê rewşê de ne.”

ŞOREŞA AZADIYÊ LI HERÊ DERÊ YE

Kalkan destnîşan kir ku gelê kurd bi bidestxistina destkeftiyên mezin dikeve 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê û ragihand ku gerîlayan li bejahiyê û li bajaran bandoriya xwe zêde kiriye û diyar kir ku ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê, li Şemizînan, Gever, Cizîr, Colemêrg, Wanê û her derê jî şoreşa azadiyê heye.

ÇAPEMENÎ DIVÊ STÛYÊ XWE LI BER TAKTÎKA AKP’Ê YA VEŞARTINÊ XWAR NEKE

Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji Sûriyeyê pir wêdetir, li Şemizînanê têkoşîn û pevçûnek mezin heye, şerek mezin diqewime, lê dixwazin bi şerê psîkolijîk vî şerî ji gel veşêrin. Kalkan, destnîşan kir ku hin alî guh didin mantiqê “dewlet serwer e, tişta dewlet dibêje rast e” û bi guman nêzî daxuyaniyên gerîlayan dibin û rexne li van aliyan kir. Kalkan bal kişand ku çapemenî di bin fermana şerê taybet de ye û ev bang li encamên çapemeniya Tirk kir:

“Hukûmeta AKP’ê taktîkek a veşartin, çewisandin û nixumandinê pêk tîne. Her kes stûyê xwe li ber vê xwar dike. Nûçegihandiya şer ne tiştek ewqas hêsan e. Rojnamevanî gihiştina tiştên ku mirovên din nikare xwe bigihîne ye. Tiştên ku hukûmet û MÎT servîs dikin diweşînin, ev yek nabe rojnamevantî. Embargo danîne û nadin çapemeniyê. Çiya û girên li derdora Şemizînanê di destê gerîlayan de ne. Her roj bi balefir û helîkopteran tê bombebarankirin, di 24 saetan de tê topbarankirin. Lê nikare dorpêça gerîlayan bişkîne. Girên ku Erdogan sala borî hat li ser, niha di destê gerîlayan de ne. Artêşa Tirk dixwaze bigire, lê nikare.”

Kalkan diyar kir ku divê ev rastî ji aliyê çapemenî û raya giştî ve bê zanîn û got; “Ger çapemenî ewqas bibe dûvika desthilatiyê, mirov nikare jêre bêje çapemeniya azad. Mirov dikare bêje çapemeniya Mehmetçîk-Polîsokan û hukûmetê.(…) Beşîr Atalay rabûye dibêje “ev operasyon didome’. Lê her kes dizane ku operasyon berdewam dike. Lê belê encama vê operasyonê çi ye? Encama operasyona şoreşger a gerîlayan a li hemberî vê operasyon çi ye? Hinek qala wê bike. Li aliyek din li gundan dixin, zilmê û zextê li gel dikin. Ger ez rewşa gel bêjim, dê bêjin daxuyaniyek yek alî ye. Bila çapemenî bi xwe biçe û rastiyan bi awayeke bê alî bibîne.”

ARTÊŞA TAYBET A ERDOGAN LI ŞEMIZÎNANÊ BIN KETIYE

Endamê Kosneya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan got ku windahiyên artêşa Tirk pir zêde ne û destnîşan kir ku AKP’ê û endamên artêşa taybet ji bo veşartina wendahiyan lihevkirinek îzme kirine. Kalkan ev agahî dan; “Ger em bala xwe bidinê, ne weke kuştî, lê weke birîndaran dan. Dixwazin van wendahiyên xwe veşêrin. Dibêjin ‘ger em bêjin birîndar, kesek dengê xwe nake û em ê kuştiyan veşêrin’. Ji destpêka havînê, ji çalakiya Şitazin-Oremarê ve artêşa Tirk wendahiyên xwe vedişêre. Ger 15 kes hatibin kuştin, dibêje 2 kes. Yên din tune dihesibîne, an jî dibêje birîndar in. Dixwazin wisa nîşan bidin ku li Kurdistanê tu şerek tune ye. Civaka Tirkiyeyê tê xapandin. Hewl didin ku wer nîşan bidin ku gerîla bin ketine, nikarin çalakiyan li dar bixin. Ji ber wê jî artêşa leşkerên bi pere pêş xistin. Lê bi rastî ne ku ji bo baştir bikarin şer bikin. Merasimên cenazeyan nedihatin kirin. Gava Serfermandarê artêşê û rayedarên hukûmetê diçûn merasimên cenazeyan gel wana diqewirand. Ji bo kêmkirina nerazîbûnên gel ev sîstema leşkerên bi pere pêş xistine. Lê li Şemizînanê artêşa bi pere ya AKP’ê bin ket. Ev artêş êdî têk çûye, dê sibê bibin çete. Çawa ku di salên 1994-95 de artêşa taybet a Çîller-Gureş-Agar bin ket û piştre bûn çete û bûn belaya serê civakê, niha jî artêşa Tayyîp Erdogan jî li Şemizînanê li hemberî gerîyan bin ketiye.”

REJÎMA QIRKIRINÊ LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Kalkan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî hemû cure zilmê li ber xwe bidin û rabin ser piyan û got; “Divê stûyê xwe li ber zilm û faşîzma AKP’ê xwar nekin. Ji bo bidestxistina jiyaneke azad, dive her kes li ber xwe bide. Bila zêdetir piştgirî bidin hev. Bila xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Dikarin ji bo berxwendan û xweparastinê rê û rêbazan bibînin. Dikarin gel kom bikin, protestoyan li dar bixin. Dikarin ji gerîlayan alîkarî bixwazin. Ger pêwîst be dikarin bên herêmên di bin kontrola gerîlayan de. Gerîla dikare wan biparêze. Ciwan dikarin zêdetir li ber xwe bidin, beşdarî serhildan û gerîlayan bibin û parastinê pêş bixin. Rejîma qirkirin û faşîzmê li ber hilweşînê ye. Êdî dê vê em vê belayê ji xwe ve bikin.

BILA CERDEVAN DI NAVA REFÊN GEL DE CIH BIGIRIN

Kalkan bang li cerdevanan kir ku li ser esasê xeta welatparêziyê tevlî yekitiya gel bibin û got; “Di rastiyê de ev 30 sal in cerdevan dewletê diparêzin. Ger ne ji cerdevanan be dewlet nikare gavek tenê jî biavêje girên Şemizînanê û nedikarî rojek tenê jî li wir bimîne. Gelo çima xizmeta serokwezîrek ku tu tiştek bi navê Kurdan qebûl nake dikin. Bila êdî ew jî di nava refên gelê xwe de cih bigirin. Berê xeletiyên me jî çêbûn, me xwe rexne kir. Êdî em weke berê nêzîk nabin. Em jî banga yekitiyê dikin.”

BILA MEMÛRÊN DEWLETÊ DEST JI WEZÎFEYÊ BERDIN

Kalkan bang li memûrên dewletê yên li Kurdistanê dixebitin jî kir û got; “Dewlet û hukûmeta hûn xizmetê jêre dikin Krudan terorîst dibîne. Hemû Kurdan digire û diavêje girtîgehan. Êdî tu kesek nikare li wê derê memûrtiya dewletê bike. Ew memûr berpirsê kiryarê dewletê ne.” Kalkan destnîşan kir ku gelê Kurd zilmê dibînin û ew jî li ser vê zilmê mûaş digirin û got; “Divê bi lez û bez dest ji vê pozîsyona xwe ya ku li hemberî Kurdan suc dikin berdin. An bila xwe bi gelê Kurd bidin efûkirin, an jî bila ji cihê pevçûnê dûr bikevin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî