Şemzînanî: Em di bin ewlehiya HPGê de ne
Welatiyên Şemzînanê: Em êdî di ewlehiya HPG’ê de ne û gundê xwe vala nakin
ERDOGAN ALTAN / SAMÎ YILMAZ Welatiyên gundên Bêgertê û Navrezan ên ji ber topbarana leşkeran koç kirin û çûn navçeyên Şemzînê, bang li Serokwezîr Erdogan kirin û gotin: “Heke hûn bixwazin rewşa Şemzînanê hîn bibin werin vir û bi xwe bibîn in. Ligel her tiştî em vegeriyan gundên xwe û niha jî em di bin ewlehiya HPG’ê de ne.”
Endamên HPG’ê ji 23’ê Tîrmehê ve bi çalakiyên qontrolkirina rê ya di navbêra navçeya Şemzînan û bajaroka Rûbarokê de serweriya xwe didomîn in. Di danîna noqteya qontrolkirina rê ya navbêra gundên Gergêt û Bêgertê de di bin ala PKK’ê de qontrolkirina rê didomîn in. Leşkerên ku di bejayiyê de nikarin derkevin operasyonan bi temamî xwe kişandine tabûr, qereqollan, erzaq û lewazimên leşkerî jî bi teyaran dibin tabûr û qereqolên Bajaroka Rûbarok û sînor an. Leşker li ser Pira Xiyalê ya 500 metre nêzî navenda navçeyê ye qontrolkirina rê pêk tîne. HPG’yî jî nêzî 15 kilometre wirdetir di bin ala PKK’ê noqteya qontrolkirina rê dike. Gundiyên gundên Bêgertê û Gergêt ku mehek berê ji ber avêtina top, obus û hawanê gundê xwe vala kirin, ligel her tiştî vegeriyan gundên xwe. Piştî welatî li gunê xwe vegeriyan jinan dest bi komkirina tiriyên rezên kirin û îsot, fasûlî, firingî hişk kirin. Welatiyan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Gundiyên ku her sal bi tiriya nav û deng a Şemzînan û Bêgozan difirotin û debara xwe pê dikirn, ji ber avêtina topan hemû darên wan ên mêwan şewitîne. Tiriyê maye jî ji bo malê re jêdikin. Ji ber avêtina topan hemû giyayên gundiyan şewitiye. Ji bo sewalên xwe jî ka û giya ji gundên din a Şemzînan û Geverê tînin. Qeymekamî ji bo zirara gundên ji ber topbaranê ziyana wan çêbû ye tenê pere daye cerdevanan, lê alîkarî nedayee mexdûrên din. Gundiyan anîn ziman ku hê jî dem dem bombe tên avêtin ji ber vê yekê jî pir zahmetî dikşîn in.
HPG’iyan wesaya av ji qereqolê re dibir şewitandin
Li herêmê leşker nikarin derkevin derve û nikarin erzaq û muhîmatê bibin. Wesayîtên sivîl ên ji qereqolan re dibin ji hêla HPG’yiyan ve tên astengkirin. Wesayîteke sivîl ku ava vexwarinê ji qereqolan re dibir ji hêla HPG’iyan ve li Pira dîrokî ya Bêgirtê hate şewitandin. HPG’yî li noqteya qontrolkirina rê serê sibê seat 06.00’an de derdikevin ser rê heta êvarê seat 19.00’an qontrolkirina rê didomîn in. Trafîqa çûn û hatina di navbêra navçeyê û bajaroka Rûbarokê jî kêm bûye. Hate ragihandin hê jî ji hêla leşkeran ve ji navenda navçeya Şemzînanê bi top, obus û hewanê Çiyayên Kelaspî, Binsor, Şûvebihîvê, Kûrsiyekê tên barandin.
‘Serwerî di destê HPG’ê de ye'
Hate dîtin ku gundiyên vegeriyane gundên xwe li hember daxûyaniyên Serokwezîr Erdogan û rayedarên dewletê ya “Tu serweriya kesî li ser bihostek axa Şemzînanê nîn e” bi bertek in. Ji gundiyên Gundê Bêgertê Fehmî Çelîk, bibîrxist ku ji ber topbarana leşkerên ku di navenda navçeyê de asê mane bax-bexçe, sewalên wan hatine kûştin û heta nava gund jî hatiye hingavtin û ligel wê jî ew vegeriyan e gundên xwe. Çelîk, da zanîn ku di rojên pêşî ji ber hemû erdên dora gund hatin şewitandin ew neçar mabûn gund derbikevin. Çelîk, destnîşan kir ku ji niha û pê de êdî çi bibe bila bibe ew dê ji gundên xwe dernekevin û mirin be bila li gund bi mirin. Çelîk, anî ziman ku di rojên pêşî ya HPG serweriya heremê xistibû dest, leşkerên di panzêran de di rê de diçûn derdora xwe gule dibarandin. Çelîk, wiha got: “Niha HPG’yî serweriya heremê dikin. Ji vir dernakevin. Dê li heremê bimîn in. Hema li ber serê me di navbêra navçeyê û bajarokê de di bin ala PKK’ê de qontrolkirina rê dikin. Di derketina navenda Şemzînanê jî leşker rê qontrol dikin. Birêz Selahattîn Demîrtaş dibêje ‘400 km di bin serweriya HPG’ê de ye’ li gorî min zêdetir e.”
‘Bila Serokwezîr were bi çavê xwe rastiya heremê bibîne'
Çelîk, diyar kir ku derbarê herêma Şemzînan de ya Erdogan xelet agahdar dikin. Çelîk, ev tişt gotin: “Bi min bila Serokwezîr Erdogan bi xwe were heremê bibîne. Ji ber ku wî xelet agahdar dikin. Roja pêşî leşker di panzêran de dora xwe gule dibarandin û derbas dibûn. Niha wê jî nikare bikin. Erzaq û lewazimên xwe jî bi teyareyên kobra û skorskî dibin tabûr û qereqolên xwe. Niha herêm bi temamî serweriya HPG’yiyan de ye. Kes nikare tiştek jî bike. Tu pirsgirêk ji hemwelatiyan re dernaxin, qontrolkirina rê dikin. Kesên metina axaftina Serokwezîr amade dikin li Enqereyê li ser maseyê amade dikin. Heremê nizanin û li gor serê xwe wî agahdar dikin. Li gor min bila Serokwezîr bi xwe were heremê bibîn e ku em çi dixwazin, çewa dijîn.”
‘Demîrtaş hindik gotiye’
Ji gundiyan Ferîk Çelîk jî daxûyaniya Hevserokê Giştî ya BDP’ê Selahattîn Demîrtaş a “Ji sînora Herêma Kurdistana Federal û vir ve 400 km di bin serweriya HPG’ê de ye” bibîrxist û wiha got: “Çi 400 km, birêz Selahattîn Demîrtaş kêm gotiye. Binêrin! Ji ketina Şemzînanê bigirin heta sînora Herêma Kurdistana Federal bigirin, heta Çelê, Oremar û Dostkî ya Geverê, hemû rê, çiya rûbar, zozan di bin hekimiyeta HPG’ê de ye. Ez li ser gira Bêgertê bang li Serokwezîr dikim; Keremke werin bi çavên xwe bibin in.”
‘Em di bin ewlehiya HPG’ê de ne’
Ferîk Çelîk, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan û hikumeta wê ne misliman in, heke mislimanbûna dê nehiştana gund û geliyên Şemzînanê bombe bike. Çelîk, da zanîn ku bi topbarana rastgele hemû daristan hatine şewitandin. Dema gundê wan hate şewitandin wan serî li qeymekamtiyê da ye. Çelik, wiha got: “Dema ji bo tespîtkirina zirara gund me serî li qeymekamtiyê da j ime re gotin ‘terorîstan top avêtin gundê we ne wisa?’ Min got na. Heke ew top di destê wan de hebûna hûnê niha ne li virbûna. Li hember vê bersivê bê navê me binivsinin me derxistin derve. Hin gundên ku nîvê wan cerdevan bûn re pereyeke di navbêra 300-500 hatibû dan. Lê tiştekî nedan me. Em jî ligel hemû topbaranê em vegeriyan gundê xwe û çi dibe bila bibe em dê dev ji gundê xwe bernedin. Ji ber ku em niha di bin ewlehiya HPG’ê de ne.”
(ea/mae)