1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Şengal û derdora wê di kontrola me de ye"
"Şengal û derdora wê di kontrola me de ye",şengal,û,derdora,wê,di,kontrola,me,de,ye

"Şengal û derdora wê di kontrola me de ye"

A+ A-

ŞENGAL (DÎHA) - Fermandariya Parastina Hevbeş a Herêma Şengalê destnîşan kir ku çiyayên Şengalê û hemû gundên li pal û qûntarên wan, di bin kontrola hêzên parastina hevbeş de ye û wiha got: “Em soz didin gelê xwe yê Êzdî ku heta em Êzdîxanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin û herêma Şengalê ya bi ewle radestî Kurdên xwe yên Êzdî bikin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidimînin.”

Li gorî nûçeya ANHA'yê Fermandariya Parastina Hevbeş a Herêma Şengalê ku ji gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê pêk tê, derbarê rewşa herêmê û berxwedana tê nîşandan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 3’ê tebaxê de li ser herêma Şengalê dest pê kirin, bi sedhezaran Kurdên Êzidî berê xwe dane çiyayên Şengalê, baweriya xwe bi hêzên xwe yên parastinê aniye û wiha hate domandin:

“Gelê me li hemberî êrîşên dijmirovahî xwe spartiye çiyayên ku di her tengasiyek û talukeyekê de hembêza xwe ji wan re vekiriye û bûye stargeha wan. Lewma baweriya xwe bi van çiyan û parazvanên gelê xwe aniye. Nexasim piştî xwe gihandine van çiyan jî banga parastinê li HPG û YPG kirin.”

‘Şengal û derdora wê hatiye bi ewlekirin’

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê xwe gihandine herêmê, fermandariya hevbeş ava kirine û wiha hate gotin: “Me ji roja destpêkê ve li çiyayên Şengalê parastina gelê xwe kir. Niha çiyayên Şengalê û hemû gundên li pal û qûntarên wan, di bin kontrola Hêzên Parastina Hevbeş ên Herêma Şengalê de ye. Em vê herêmê diparêzin. Hemû gelê me yê li çiyayên Şengalê niha di nava ewlekariyê de ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê Hêzên Parastina Hevbeş ên Şengalê têkoşîna xwe bidomînin û wiha hate gotin: “Em soz didin gelê xwe yê Êzdî ku heta em Êzdîxanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin û herêma Şengalê ya bi ewle radestî Kurdên xwe yên Êzdî bikin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidimînin.”

(bd)