Şengalî li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan
Êzidiyên li Şengalê, li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Êzîdxanê, meşeke protestoyî lidar xistin
SADIQ XELÎL/ ŞENGAL
Êzidiyên li Şengalê, li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Êzîdxanê, meşeke protestoyî lidar xistin.
Meş bi tevlîbûna bi sedan Êzidiyan li bajarokê Xanesorê dest pê kir. Di meşê de Endamên Meclîsa Şengalê, Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê, PADÊ, Tevgera Ciwanan û saziyên din ên jî amade bûn. Meş ji nava bajarokê Xanesorê dest pê kir û ber bi navenda Meclîsa Şengalê ve dewam kir.
Di meşê de ala Meclîsa Şengalê, PADÊ, Îraq, YBŞ û YJŞ hatin rakirin û diruşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Başîka û Şengal yek e.”
Li ser navê girseya gel, li vir daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku civaka Êzidî êdî dixwaze bibe xwedî maf.
Di daxuyaiyê de hat gotin, "Lê belê hinek hêzên xêrnexwaz dixwazin rêveçûna me bidin sekinandin û ji nû ve koletiyê li ser civata Êzidî û baweriya ferz bike. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker dixwaze, Musil û Kerkûk jî tê de, Başûrê Kurdistanê bi xwe ve girê bide. Bi vê ve girêdayî dixwaze Şengalê dagir bike û civata Êzidî ji holê rake. Ji ber vê axa Êzidxanê Başîqa dagir kiriye. Em vê dagirkeriyê ti carî qebûl nakin. Em hêzên têkîldar şiyar dikin; ji Başîka derkevin. Tişta ku DAIŞ`ê nekarî ser bixîne dewleta tirk û desthilatiya wî dixwazê bike.”
Hat destnîşankirin, ku bername û planên dewleta Tirk destxistina Mûsil û tinekirina gelê Şengalê ye û hat gotin: "Tê zanîn dijminahiya dewleta Tirk li hember Êzidiyan dîrokî ye. Tirkperestan her tim xwestiye Êzidiyan tine bikin wê nikaribin îro jî civata Êzidî û baweriya wan tine bikin."
Di daxuyaniyê de darbeya li parlamenterên HDP'ê û vîna gel hat kirin, hate şermezarkirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di heman demê de îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbeyek din a sîyasî di ser HDP û parlementerê wê tê kirin. Tê xwestin vîna gel a demokratîk bê şikandin. Lê belê di vî warî de bila dewleta Tirk li dîrokê vegere û baş lê binêre. Heta niha Tevgera Azadî gava her hewildanên ji holê rakirinê bi berxwedanê pêşwazî kiriye û ser ketiye; wê îro jî her serketî be. Em weke Êzidiyên Şengalê vê darbeya kirêt ku li ser gelê me de tê gerandin bi tundî şermezar dikin. Ev darbe wê ji aliyê gelê kurd û dostan ve ti carî neyê qebûl kirin. Di dawiya vê pêvajoya de hem li Şengal hem li jî gelemperiya Kurdistanê wê dewleta Tirk têk biçe. Gelê me û yê herêmê wê bi ser bikevin."
Di daxuyaniyê de ji Hikûmeta Başûr hat kirin: "Di vê mijarê de gotinên me ji bo hikûmet, parlementer û partiyên herêma Başûrê kurdistanê re jî heye. Em helwestên wan pir kêm û qels dibînin. Gelo, ew pêkhateyên esasî yên Başûrê kurdistan, dagirkeriya dewleta Tirkan rewa ango meşrû dibînin?
Daxuyaniyê wiha dewam kir: " Tirkno Baş bizane! Sedema vê dijminahiya we em baş dizanin. Ji ber em bi kok û dîrokî ne, hûn dixwazin ola me tine bibe. Lê em ê hertim xwe di ser kokê xwe yê kevnar û pîroz ji nû de şîn bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku roj roja xwedîderketina li keramet û şerefa neteweyî ye û hat gotin, "Lewma em bang dikin da ku bi tundî li hember dagirkeriya dewleta Tirk bê sekinandin. Îro di Kurdistanê de azadî û serxwebûnî têkbirina dewleta tirk re derbas dibe. Heta ew dewleta Tirk a faşîst hebe çi keç û xortên kurd wê azadiya xwe nikaribe jiyan bike. Jiber çi devera cîhanê dibe bila bibe dewleta Tirk dijminahiya kurdan dike. Tekane hêza ku li hember azadbûna kurdan disekine dewleta Tirkan e. Lewre têkbirina vê dewlet û desthilatiyê wê bi xwe re azadiya hemû kurdistanê bîn e. Em bi vî ruhî hemû gelên Başûrê Kurdistanê vedixwînin ser kolanan da ku dengê xwe bilind bikin."
Daxuyanî bi vî rengî qediya: "Em dixwazin di vê qonaxa girîng û nazik de mafê me bê ne naskirin. Xweserî û xwerêveberya me bê pejirandin. Ger wisa nebe em ê ji komkujî û fermanan rizgar nebin. Xeteriya jiyanî hertim ser me wê hebe. Lewre em yekîtî û yekrêziyê pir girîng dibînin. Em ê bi ruhê şehîdan ê serhildêr hertim li ser piyan bin. Em ê careke din rê nekin komkujiyan û em ê xwe rêvebirin û xwe parastinê esas bigirin."
(sk)