1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şengalî li Rojava ji nû ve li jiyanê vegeriyan
Şengalî li Rojava ji nû ve li jiyanê vegeriyan,şengalî,li,rojava,ji,nû,ve,li,jiyanê,vegeriyan

Şengalî li Rojava ji nû ve li jiyanê vegeriyan

A+ A-

NÊRGIZ BOTAN - DÊRIK 28.08.2014 07:02:12 Şengaliyên ji zilma DAIŞ’ê reviyan û çûn Rojava, bi piştevaniya gelê Rojava dîsa li jiyanê vegeriyan. Li nava kampa Newrozê di xizmeta nobetê ya şaredariyan de rojê sê caran xwarin tê çêkirin. Ajokar şev û roj berê xwe didin Şengalê û hewl didin Şengaliyan bi awayekî ewle veguhezînin. Bi kamyonan nan diçe çiyayê Şengalê.

Penaberên li Rojava ku hejmara wan bi sedhezaran tê îfadekirin, gelê Şengalê bi piştevaniyek mezin û xwedîderketinek mezin pêşwazî dike.

Şengaliyên ku ji zilman DAIŞ’ê xilas bûn, li kampa Newroz ya Şengalê hatin bicihkirin û ev yek ji mînakên piştevanî û xwedîderketinê ne.

Wezîrê Karên Civakê Dijwar Ehmê xwedîderketina li gel bi gotinên wekê ‘Di rojên destpêkê de barê herî giran li ser milê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû. Ji bilî saziyên alîkariyên yên wekê Doktorên sînornenas, Heyva Sor a Kurdî û Arsî, Ardî kesî alîkarî nedikir. Ev çend roje saziyên NY’ê alîkariyê didin. Alîkariya kon, xwarinê dikin. Dîsa ji bo penaber derbasî Iraqê bibin wesayît anîn’ îfade kir.

Ji bajar û gundên wekê Dêrik, Qamişlo, Girke Lege, Tirbespiyê gelek jin bi rojane li kampa Newroz ji bo 15 hezar koçberên Êzidî xwarinê amade dikin. Bi nobedarî vê dikin. Mînak roja destpêkê ji taxeke Dêrikê jinan xwarin çêkiribe, roja duyemîn ji taxeke din jin xwarinê çêdikin. Dîsa her roj ji gundan ji bo piştgiriyê bi beroşan xwarin tê. Piştî taxên Dêrikê bi dawî bibe dê vê carê bajarekî din bikeve dewrê.

Jina bi navê Heyat Şîwêş ku ji gundê Teya ya Girkê Legê hat diyar kir ku ew ji bo çêkirina xwarinê hatiye vir û got: “Îro dora me bû. Em 7 jin bi dildarî hatin. Kêm be jî alîkariya me çêbibe em ê kêfxweş bin.”

Summeye Badiyanî jî ku ji gundekî din ê Girke Lege ye got: “Em bo alîkariya xwişk û birayên xwe li vir in. Roj roja xwedîderketinê ye. Ji ber vê em ji bo çêkirina xwarinê hatin.”

Bi vî awayî bi rojane bi rêk û pêk xwarin tê çêkirin. Bi rêk û pêk dibin konan.

LI KAMPÊ NÊZÎ HEZAR KONÎ HAT AVAKIRIN

Niha li kampê nêzî hezar konî hatiye vedan. Li gorî Rêveberiya Kantonê dê NY 500 konên din jî bişînin. Di hinek konan de çend malbat dimînin. Ji bo malbatên mezin jî carna konek têr nake. Bi konên nû re dê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji bo her malbatekî konek, ji bo malbatên ku zarokên wan hene jî dê du kon bên dayîn.

AV Û CEMED

Ji bo avê jî li ser kaniyeke ku berê hatiye çêkirin jeneratorek hatiye girêdan û bi vê re bermîlên avê tijî dibin. Her wiha bi awayekî rêk û pêk av jî tê belavkirin. Dîsa ji bo av sar be cemed tê belavkirin. Ev rojê du caran tê kirin.

Li kampê 24 saetan elektrîk heye. Di rewşa ku elektrîk bê birîn de jeneratorên mezin hatine avakirin. Li nava hemû konan elektrîk heye. Rêveberên Xweseriya Demokratîk a Rojava diyar kirin ku bi derfetên ku di destê wan de çi ji destê wan hatiye kirine.

DÊ BERPIRSYARIYA KAMPÊ BIGIRE

Dijwar Ehmê diyar dike ku NY dixwaze di rojên pêş de kampê bigire bin berpirsyariya xwe û got: “Di vê rewşê de dikarin kon bên başkirin. Dikare binê wan bên betonkirin. Serşo û tuwalet dikarin bên başkirin. Me di rewşeke lezgîn de hema ev çêkirin.

Amadekariya me tune bû. Ji bo zarokan bi hevkariya UNICEF’ê di mijara perwerde, tenduristî û lîstikê de dikare qad bên afirandin. Hewcedariya sereke ya niha xwarin û ewlehiya wan e.

XEBATKARÊN HEYVA SOR 24 SAETAN DIPÊN

Ji bo ku pirsgirêkên tenduristiyê bên çareserkirin xebatên Heyva Sor ji roja destpêkê de di nava hewldaneke mezin de ne. Li kampê sê kon vedan. 24 saetan xizmetê dide. Ambulans jî bi heman awayî tên payîn. Bi dehan endamên Heyva Sor li cihên ku kon hatin vedan, wan jî konê xwe veda . Li vir mudaxaleya yekem kirin. Yên ku rewşa wan giran bû şandin nexweşxaneyan. Ji bo zarokan şîr û mama hat lê rayedarên Heyva sor diyar kirin ku derfetên wan kêm e û gotibûn ku dema derman biqedin nizanin çi bikin.

LI NEXWEŞXANEYAN 5 JÊ ZAROK 11 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Bi hezaran Êzidiyên ku ji Çiyayê Şengalê bi meşê hatin, ji ber ku di bin germahiya rojê de man, nexweş ketin. Nexweş bi mudaxaleya rayedarên Heyva Sor rakirin nexweşxaneyan.

Doktora nexweşxaneya Dêrikê Rojîn da zanîn ku niha nêzî 60 zarokî li vê nexweşxaneyê ne û hejmara nexweşan niha bi giştî 120 e. Rojîn da zanîn ku 5 jê zarok 11 kesî jiyana xwe ji dest daye. Rojîn anî ziman sedema van mirinan jî ziwabûna qurçikan û qezane.

JI CIWANÊN ROJAVA MÎNAKA FEDAKARIYÊ

Ciwanên girêdayî Ciwanên Şoreşger û Konfederasyonê di kampê kon vedan û ji bo hewcedariyên Êzidiyan seferber bûn. Her wiha hinek ciwanên Şengalî piştî ku malbatên wan bi saxî û silametî gihiştin cihê xwe , dixwazin vegerin tevlî Yekineyên Berxwedana Şengalê bibin.

HEMÛ ŞAREDARÎ SEFERBER BÛN

Ji roja ku penaberên Şengalî hatin heta îro, di rêya navbera Tîl Koçber-Cezaayê de xwarin ji aliyê şaredariyan ve hat belavkirin. Dîsa di serî de şaredariya Dêrikê û hemû şaredarî paqijiya kampê dikin. Ji aliyê şaredariyan ve nêzî 200 tenekeyên çopê hat danîn. Her wiha roja duyemîn a kampê de şaredariya Dêrikê elektîrîk bir hemû konan.

EWLEHÎ JI ALÎ ASAYÎŞÊ VE PÊK TÊ

Ewlehiya kampê 24 saetan ji aliyê asayîşa Dêrik û Beravê ve tê kirin. Rêveberiya kampê got wê di demeke nêz de li dora kampê tedbîrên ewlehiyê bigirin.

ROJAVA NANÊ XWE PARVE DIKE

Ev ruhê piştvaniyê tenê ji bo kampa Newrozê nehat nîşandan, ji bo kesên li Çiyayê Şengalê asê man jî hat nîşandan. Dijwar Ehmê da zanîn ku rojê hezar 200 torbe nan dişînin Şengalê. Ehmê da zanîn ku wê ji vir şûnde bi kamyonan ard bişînin.