1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Şer 45 deqîqeyan berdewam kir"
"Şer 45 deqîqeyan berdewam kir",şer,45,deqîqeyan,berdewam,kir

"Şer 45 deqîqeyan berdewam kir"

A+ A-

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê Cebbar Taş, diyar kir ku şerê êvarî di navbera HPG'ê û leşkeran de dest pê kir, piştî 45 deqîqeyan bi dawî bû û niha guleyên topan tên avêtin.

Serokê BDP'a Şemzinanê Cabbar Taş, da zanîn ku di saetên êvarî de şerê di navbera HPG'ê û leşkeran de dest pê kir û heta 45 deqîqeyan berdewam kir. Taş, da zanîn ku li hemû deverên Şemzînanê şer û dengê çekan hebû. Taş, da zanîn ku ji ber şer heye kes nikare ji malên xwe derkeve û kes nikare li derve çi dibe bişopîne û tenê dengê çekan tê. Taş, anî ziman ku piştî şer dengê helîkopter û balafirên şer tê. Taş, bilêv kir ku niha dengê şer rawastiya ye û tenê ji Tabûrê top tên avêtin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî