1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şer heye lê spor jî pêwîst e!
Şer heye lê spor jî pêwîst e!,şer,heye,lê,spor,jî,pêwîst,e

Şer heye lê spor jî pêwîst e!

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ şervanên YPG’ê yên 55 roj in, li ber xwe didin û gelek windayî dane çeteyan di saetên ku şer tuneye de wextên xwe bi sporê derbas dikin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê di roja 55. de didomin. Moralê şervanên YPG/YPJ’ê yên windahiyên mezin didin çeteyan bilind e. Di saetên ku şer nîne şervanên YPG/YPJ’ê stranan dibêjin, govendê girêdidin û sporê dikin. Şervanên YPG’ê di wêneyan de jî bi hevalên xwe yên di çeperan de li çeteyên DAIŞ dişopînin, di wextên xwe yên din de bi gogê dilîzin. Şervanên YPG’ê di qezenckirina lîstikê de bi îdia xuya dikin.

(wk)