Şer li navenda Şengalê bi dijwarî didome
ŞENGAL/ROJNEWS
Li bajarokê Şengalê ku hêzên gêrîlla, pêşmerge û şervanên YPG’ê ketine di nav de, şerê kolan bi kolan bê navber didome. Şer bi taybet li navenda bajêr berdewam dike.
Nûçegihanê RojNewsê Bahoz Amed ji Şengalê ragihand ku niha li bajarokê Şengalê şerekî dijwar didome. Amed ragihand ku gêrîllayên HPG, şervanên YBŞ, YPG û pêşmerge bi hev re şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin û şer bi hemû dijwariya xwe di nava Şengalê de didome.
Nûçegihanê RojNewsê destnîşan kir ku heta niha zêdetirî sedî 30’ê Şengalê di bin kontrola gêrîlla û pêşmergeyan de ye û wiha got: “Niha sedî 30’ê Şengalê di bin kontrola hêzên kurdî de ye. Lê bakûrê Şengalê bi giştî di destê gêrîllayan de ye û gêrîlla li ser giran hatine bi cih kirin. Gêrîlla û pêşmerge di eniyekê de li dijî çeteyên DAIŞê şer dikin.”
Bahoz Amed destnîşan kir ku hêz ji bo çeteyên DAIŞ’ê hatiye û ji ber vê yekê niha li bajêr şerekî dijwar heye.