Şerafettin Elçî jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedar û parlementerê kurd ê serbixwe yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettin Elçî çû ber dilovaniya Xuda
Siyasetmedar û parlementerê kurd ê serbixwe yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettin Elçî jiyana xwe ji dest da. Elçî demek dirêj li Enqereyê ji ber nexweşiya xwe ya pençeşêrê dihat dermankirin. Jiyana Elçî ku di siyaseta Tirkiyeyê û ya Kurd de xwedî rabûrdûyekî girîng bû, di nava tekoşînê de borî.
Siyasetmedar û parlementerê kurd ê serbixwe yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettin Elçî jiyana xwe ji dest da. Elçî ku di hilbijartina 12'ê Hezîranê de di bin banê Eniya Ked, Demokrasî û Aştiyê ku BDP'ê piştgirî dida de wekî namzetê Ametê hate hilbijartin. Elçî di hilbijartinê de Namzetê Serbixwe yê Amedê hate hilbijartin, li Nexweşxaneya Medicana ya li Enqereyê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dê cenazeyê Elçî li welatê wî Cizirê bê definkirin.
ŞERAFETTIN ELÇÎ KÎ YE?
Şerafettin Elçî, di 14'ê Adara 1938'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Cizîrê û lîse jî li Mêrdîn xwend. Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Ji doza 49’an bi navê “Doza Kurdîtiyê" hate darizandin.
Di 12'ê Adara 1971'an de di nava bersûcê Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê li Dadgeha Leşkerî ya Amedê hate darizandin. 8 mehan li girtîgeha leşkerî hate girtin. Di hilbijartina Parlementeriyê ya sala 1977'an de, wekî parlamenterê Mêrdîn hate hilbijartin. Elçî, di hikûmeta 1978–1979'an de Wekî Wezîrê Bayindirlikê peyvir kir.
Piştî darbeya 12'ê Îlonê dîsa hate girtin. Ji ber gotina xwe ya "Li Tirkiyeyê kurd hene û ez jî kurd im ji aliyê Dadgeha Awarte ya Enqereyê ve hate girtin û 2 sal û 3 mehan rastî cezayê girtîgehê hat. Dîsa dema wezîr bû ji ber ku kurt kirin kar ji aliyê Dîwana Bilind ve rastî 2 sal û 4 meh ceza hat. Ji ber van cezayan zêdeyî 30 mehan girtî ma.
Zêdeyî 10 salan ji mafê xwe yê siyasetê hate dûrxistin. Di sala 1992’an de li gel 98 rewşenbirên kurd Vakfa Azadiyan û Gelê Kurd ava kir. Di sala 1995’an de navê Vakfê wêkî Vakfa Lêkolîn û Çanda Kurdan guhertt. Di dîroka komarê de yekem car navê kurd bi awayekî fermî derbas bû. Di 19'ê kanûna 2006'an de bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Beşdariyê (KADEP) Di hilbijartinê 12'ê Hezîrana 2011'an de li Amedê di bin baneya Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê de wekî parlementerê Serbixwe yê Amedê hate hilbijartin. Elçî zewicîbû û bavê 7 zarokan bû.
Şerefettîn Elçî di 1'0ê Îlona 2011'an de cardin bu serokê KADEPê. Parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi ku berî hilbijartinên 12'ê Hezîranê ji bo karibe bibe parlamenterê serbixwe ji serokatîya KADEPê îstîfa kiribû, di 10'ê îlonê de di civîna damezrênerên partiyê de careka din wek Serokê Partiyê hat hilbijartin
Ji bo serokê giştî yê KADEPê û parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi, bi boneya ku di du mitîngan de ‘propogandaya rêxistina terorê kiriye‘ 33 sal cezayê hefsê hate xwestin.
ANF NEWS AGENCY