'Şerefa herî mezin a mirovan ax ziman û çanda wan e’
FERZEN ÇATAK
ŞIRNEX(DÎHA) – Sînan Îdîn DDewran Besta) ê ku tevli YPG’ê bû beriya 5 rojan jî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da di nameya xwe ya dawî ya ji malbata xwe re şandiye de dibêje ku şerefa herî mezin a mirovan ax, ziman û çanda wan û heke mirov ji wan dûr bikeve dê ji rûmeta xwe dûr bikeve.
Sînan Îdîn (Dewran Besta) ê YPG’î hêj di 16 saliya xwe de li Şirnexê di encama operasyoneke de hate binçavkirin û hate girtin. Di 16 saliya xwe de li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyat û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê salake ma. Piştre bi şert hate berdan lê polîsan pekûtî û gefên xwe berdewam kirin. Îdîn ê ku gotînê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “an jiyaneke azad an jî mirineke bi rûmet” her tim aniye ziman piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Rojava zêde bûn di 18 saliya xwe de berê xwe da Kobanê û tevli YPG’ê bû. Di dem ali Kobanê têkoşîna man û nemanê dihat dayîn de beriya 5 rojan Îdîn di pevçûneke bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
Bavê Sînan Îdîn, Tamer Îdîn, diyar kir ku DEwran ji biçûktiya xwe hate niha bi rûyê xwe yên rûken , kêfxweşî daye derûdora xwe. Îdîn wiha axivî: “Ji ber nasnameya xwe ya siyasî em bi şîdet û pêkûtiyên dewleta tirk re rû bir û man. Ev şîdet û pêkûtî hişt ku Dewran bêhtir li ser gelê xwe bifikire.” Îdîn bûyerên ku li ser kurê wî bandor kirine wiha vegot: “Dayika min dema hilbijartinên di 2011’an de pîrozbahiyên ji aliyê BDP’ê ve hatin lidarxistin de bombeya gazê hatibû avêtin û bibandor bûbû. Li Êlihê 18 rojan di nexweşxaneyê de ma piştî ku dayika minj iyana xwe ji dest da vê yekê bandoreke mezin li ser Dewran kir. Piştî vê dîrokî tevli xebatên ciwanan bû û eleqeya wî ya ji bo gerîlyan zêde bû. Dîsa di encama pêkûtiyên dewleta tirk a li dijî ciwanan de di 16 saliya xwe de hate girtin û li Girtîgeha Tipa M a Mîdyadê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ma. Nêzî saleke li girtîgehê ma û bi şert hate berdan dî bi gef û pêkûtiyên polîsan re rû bi rû ma.”
Îdîn da zanîn ku Dewran piştî ji girtîgehê derketiye jî ji aliyê polîsan ve hatiye tehdîtkirin û rastî pûkûtiyan hatiye û wiha berdewam kir: “Piştî ji girtîgehê derket jî digot ew li derve ne azad e xwe wekî dîl dibîne, dapîra wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin, bi salan e kalê wî sirgun e. Dewran gotinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘yan jiyaneke azad an jî mirineke bi rûmet’ her tim dianî ziman.”
‘Li dijî pêkûtiyan tevli refên YPG’ê bû’
Îdîn da zanîn ku Dewran hêj di 18 saliya xwe de tevli refên YPG’ê bûye û beriya agahiya şehadeta kurê xwe bigire her tim ew di xewna xwe de dîtiye. Îdîn diyar kir ku herî dawî di xeyna xwe de dîtiye ku tiliyê wî ya şehadetê hatiye jêkirin lê çi kiriye nekariyê cara din bixe cih û sibetirê jî agahiya şehadeta Dewran girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman her windahî diMê mirovan dişewitîne lê dema mirov azadiya gel û welatekî bifikire wê demê divê em bi hêvî û kêfxweş bibin.” Îdîn dema cenazeyê kurê xwe girtin jî wiha anî ziman: “Pişti me caneze girt me li Cizîrê careke din rûyê hov a dewleta tirk dît. Bi sedan wesayîtên bi zirxî ve riya me girtin û xwestin me bitirsînin.”
Îdîn anî ziman ku Dewran ji malbatê hêz girtiyê îro şunde jî ew ê ji werekiya Dewran hêzê bigirin û ala wî heta nefesa xwe ya dawî hilbigirin.
‘Gelek caran xwest biçe refên gerîla’
Dayika wê Remziye Îdîn jî got ku Sînan ji biçûktiya xwe de zarokeke bil iv û tevger bûye û berê jî çend caran xwestiye tevli refên gerîla bibe lê ji ber ku temenê wî biçûkbûye paşve vegerandine. Dayik Îdîn got ku Sînan pir zarokeke biaqil bûye û pêvajoya girtîgehê de pir pêş ketiye. Dayik Îdin bilêv kir ku Sînan li hemberî zilma li dijî gelê kurd nexwestiye bêdeng bimîne û tevli gerîla bûye û jîre gotiye cihê ku ew çûye cihê jiyan û têkoşînê ye.
Nameya li pey xwe hişt
Sînan Îdîn (Dewran Besta) beriya jiyana xwe ji dest da ji malbata xwe re nameyek şandiye û di nameyê de gotiye ku şerefa herî mezin a mirovan ax, ziman û çanda wan e heke mirov ji wan dûr bikeve dê ji rûmeta xwe dûr bikeve. Îdîn ji nameya xwe de ji dayika xwe re dibêje ku heke felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê esasgirtin dê bi rûmet û aramî meşek pêk bê û ji ber ku di vê riyê de dimeşe ew bi kêfxweş û bi aram e. Îdîn bi helbetsete ji dayika xwe re nivîsandiye ve nameya xwe bi dayî dike.
(sa)