Şertên tevlîbûna mîhrîcana Çîroka Kurdî diyar bûn
QAMIŞLO – Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, şertê tevlîbûna Mîhrîcana Çîroka Kurdî ku dê di navbera 6 û 12’ê Hezîrana 2015’an de bi navê çîroknivîs Fuat Temo bê lidarxistin, eşekere kirin.
Desteya Çandê di 6’ê gulanê de bi nûnerên saziyên çandê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriyê û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê civînek lidarxistibû û amadekariyên mîhrîcanê gotubêj kiribûn. Di civînê de hatibû diyarkirin ku wê di dema pêş de nav û cihê mîhrîcanê bê diyarkirin.
Li gorî agahiyên Seroka Desteya Çandê Berîvan Xalid dane, navê mîhrîcana ku cara yekemîn par (2014) ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriye ve hatibû lidarxistin, wekî “Mîhrîcana Çîroka Kurdî ya Fuat Temo” hatiye diyarkirin.
Duyemîn Mîhrîcana Çîroka Kurdî ya Fuat Temo wê îsal bi pêşengiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û piştgiriya saziyên çandê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriye, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bê pêkanîn.
Mîhrîncan wê di 6’ê Hezîranê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mehebet Şêxo ya li bajarê bajarê Qamişlo destpê bike û heta 12’ê hezîranê dom bike.
Şertên tevlîbûna mîhrîcanê wiha hatine diyarkirin:
– Çîrokên ku tê ji bo mîhrîcanê bêde dayîn divê bi zimanê kurdî bin.
– Divê çîroka hatiye dayîn, li derekê nehatibe belavkirin.
– Divê çîrok zêdetirî 3 rûpelan nebe.
– Serlêdanên çîrokan dê li NavendaÇand û Hunerê ya Mehemed Şêxo her roj di navbera saet 09.00 û 19.00’an de bêne qebûlkirin.
– Serlêdan wê heta 25’ê Gulana 2015’an bêneqebûlkirin.
– Çîroknivîs dê çîroka xwe bi xwe bixwîne.
(aq)
ANHA