Şervanê Kanadayî: Fikrê Ocalan ji bo hemû mirovahiyê ye
DILSOZ DILDAR
TIL TEMIR – Şervanê YPG’ê yê Kanadayî Zinar Garsya diyar kir ku şoreşa Roajva kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên parçeyên din ên Kurdistanê ye û got: ˮPirojeya li Rojava dê bibe mînak ji hemû gelê Sûriyê û Cîhanê re.ˮ Garsya, da zanîn ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdula ji bo hemû mirovahiyê ye.
Şervanê YPG’ê yê Kanadayî Zinar Gorsya (67) ev demeke kurte li Rojavayê Kurdistanê di eniyên şer ên pêş de bi çeka BKC şer dike. Niha li herêma Aliya ya di navbera Serêkaniyê û Til Temir di şerê li dijî çeteyan cihê xwe digire. Gorsya, da zaîn ku çeteyên DAIŞ’ê dijminên mirovahiyê ne û got:ˮÇi kesê ji xwe re dibêje ez insanim, pêwîste di şerê ji bo mirovahiyê ya li dijî çeteyên DIAŞ’ê cihê xwe bigre. Tevlî ez bi temen im jî, lê ev yek li pêşiya miin ne bû asteng.ˮ
‘Di rojnameya Elmanî de min Rojav nas kir’
Gorsya, da xuyakirin ku wî yekem car şoreşa Rojava di rojnameya Elmanî de naskir û wiha dom kir: ˮDi rojnameyê de li ser kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kurdên êzî nivîsandibû. Di nivîsê de behsa berxwedana şervanên kurd a li dijî çeteyan hate kirin. Min di wê nivîsê de asta berxwedanana şervanan û parstina ji welatiyên sivîl re nas kir. Ez bi vê yekê bi bandor bûm. Min êd rewşa şervanan şopandin di encamê de min şoreşa Rojava nas kir.ˮ
‘Şoreşa Roajva dê mavê kurdan bi dest bîne’
Gorsya, bal kişand ser şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, berxwedana şervanan û pêşketinên di herêmê de têne jiyankirin dê rê li ber Sakyîkis Bîko de bigre û tekez kir ku şoreşa ROjava dê gelek destkeftiyan bi destê kurdan de bîne û mafên bi salan ji destê wan çûye dê careke din bi dest bîne.
Gorsya da zanîn ku gelê kurd demeke dîrokî jiyan dike û dê pêşeroja kurdan a nêzîk xweş be û wiha dom kir: ˮPiştî herêmên ji çeteyan bê paqijkirin ez bawer nakim tu xetriyek mezin ser herêmê çêbibe. Gelê herêmê dê parstina xwe bike, ji ber wê xeteriyeke mezin li ser herêmê dê nemîne. Başûrê Kurdistanê her kes dizane ku herêmeke kurdiye, lê şoreşa Roajva di cîhanê de hatiye naskirin ku şoreşa gelane. Projeya li Roajva tê meşandin dê bibe mînak li Sûriyê û hemû cîhanê gel li ser bimeşin.ˮ
‘Kurdan dîrokeke rewş jiyan kirin’
Gorsya destnîşan kir ku di nava dîrokê de gelê kurd rastî gelek zulim û zordariyê hatiye û got ku mafên gelê kurd ji aliyê hêzên desthildara ên Kurdistanê ve hatiye xwarin û bi wiha dirêjî da axaftina xwe: ˮEz texmîn dikim ku dê şoreşa Rojava bibe kilîta rizgarkirina hemû parçeyên din ên Kurdistanê. Ji ber ku li Rojava sîstemeke demokratîk hatiye avakirin, gel bi xwe hemû pirsgirêkên xwe çareser dikin. Wekî fermandarê mezin Nîlsom Mandêla li Başûrê Efîrqya gelê xwe ber bi azadiyê ve bir. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan riya azadiyê nîşanî gelê xwe dike.ˮ
ˮFirkê Ocalan ji bo hemû mirovahiyê ye’
Zinar Gorsya, derbarê Fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku li Rojava pêk tê wiha got: ˮFikrê Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan ji bo rizgarkirina hemû mirovan û avakirina civakeke demorkatîk e û ne ji bo desthiladariyê ye. Li gorî dîtinên min ji herêmê û xwendina ji rewşê re dê hêzên YPG’ê têşê di wan de jî bala min kişand, ne wekî hêzên cîhanê ne, ne ji bo pereyan tekoşînê dikin, lê belê ji bo parstina nirxên mirovahiyê têdikşoşin.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de got ku wî di duniyayê de tu rêxistin hov wekî çeteyên DAIŞ’ê ne dîtine û got ku çete li dijî nirxên mirovahiyê tevdigerin û axaftina xwe girt: ˮÇareserî ne di şer de ye, çareserî û pêşeroj di aştîtiyê de ye.
(dc)
ANHA