1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanê YPG’ê yê Emerîkayî jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG’ê yê Emerîkayî jiyana xwe ji dest da,şervanê,ypg,ê,yê,emerîkayî,jiyana,xwe,ji,dest,da

Şervanê YPG’ê yê Emerîkayî jiyana xwe ji dest da

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanê YPG’ê yê Emerîkayê Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rumet) di operasyonên rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya têkoşerê azadiyê eşkere kir. Daxuyaniya navendê wiha ye:

“Berxwedana rûmetê ya şervanên YPG û YPJ’ê li dijî terorîstên DAIŞ û hêzên li pişt wê, ne tenê bala ciwanên Kurd, lê belê bala hemû mirovatiyê dikişîne. Ji ber ku ev berxwedan nirxên mirovahiyê diparêze û rihê biratiyê di nava civakan de belav dike, ji hemû deverên cîhanê bêyî ku ol, netew û ziman bibe asteng, ciwanên berxwedêr dikişîne refên xwe.

Berxwedana dîrokî ya Kobanê, asta tevlîbûna ciwanên Rojavayî jî bilind kir. Ev tevlîbûn, ji bo hêzên me bûye cihê serfiraziyê. Wan hevalan di asta herî jor de hevaltî kirin, tevlîbûna xwe çêkirin û li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Di vî şerî de hejmarek ji wan heta şehadetê çûn û bi xwîna xwe navê “şehîdên biratiya gelan” heq kirin.

Beriya niha Şehîd Bagok (Ashley Kent Johnston) ku Avustralyayî bû, Şehîd Kemal (Konstandinos Erik Scurfield) ku Îngilîz bû li Kantona Cizîrê şehîd bibûn. Îro jî em li Kobanê, şehadeta hevalê xwe Keith Thomas Broomfield bi nasnav Gelhat radighînin. Şehîd Keith ku ji Emerîkayê tevlî nava refên hêzên me bû, Kobanê hilbijart û li Kobanê jî perwerdeya xwe dît. Bi qehremantiyekî pir mezin cihê xwe di nava piraniya operasyonên rizgarkirina gund û bejahiya Kobanê de girt û heta deqeya dawî jî şer kir. Heval Gelhat, di 3’yê Pûşberê 2015’an de di operasyona rizgarkirina gundê Qenterê yê Kobanê de gihîşt şehadetê.

Şehîd Keith, dema gihîşt Kobanê mîna ku gihîştibe cihekî ku ji mêj de lê digere nêzîk bû. Xwesteka wî ya mezin ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û xwe kûrkirina di fikir û bîrdoziya ku YPG li ser wê hatiye avakirin hebû. Ev heval bi bîr û baweriyekî pir mezin tevlî nava refên hêzên me bû.

Îro heger em şehadeta heval Keith radigihînin, beriya her tiştî armanca ku li ser esasê wê tevlî nava refên hêzê me bû li ber çava digirin û bi dilşewatî, moral û hevaltiya wî bibîr tînin.

Li ser vî esasî em bi navê hemû şervanên xwe ji bo malbata rêheval Keith û hemû gelê Emerîka û gelê Kurd sersaxiyê dixwazin û soza bicîhanîna xwesteka hemû hevalên şehîd dubare dikin. Careke din soza şopandina armancên tekoşîna YPG’ê ya bicîhanîna rêgezên jiyana hevbeş û azad a gelan didin. Li ser esasê van armancan ku em bi xwîna şehîdên xwe pêk tînin, giredayî bin û heta dawî li dijî terora DAIŞ’ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Nasnameye pakrewan wiha ye:

Navê tevgerî : Gelhat Rûmet

Navê rast : Keith Broomfield

Navê dayikê : Dana

Navê bav : Thomas

Cihê ji dayikbûnê : 8 -3 -1978 USA- Massechusatts

Dîroka tevlîbûnê : 24-2-2015 Kobanê

Cih û dîroka şehadetê : 3-6-2015 Kobanê -gundê Qenterê

(aq

ANHA