´Şervanên Azadiya Gelê Kurd Rastî Gelek Bermayiyên Arkeolojîk û Dîrokî Hatine´
Andew Collins: Şervanên Azadiya Gelê Kurd Rastî Gelek Bermayiyên Arkeolojîk û Dîrokî Hatine
Pêşgotina Andrew Collins;
Serwanên azadiyê, gerîlayên PKKê di çiyayên asê û di şikeftan de rasti gelek bermayiyên dîrokî yên bapîrên kurdan, Naîrî, Med, Gordenye/Karduxan hatine û dokument kirine. Xweda dizanê ku di destên wan de çiqas dokumentên bêhempa hene. Ez hêvîdar im ku rojek ew wan dokumentan ji raya giştî re aşkere bikin û bi gelên cîhanê re parvebikin. Sala çûyî di heyva Êlûnê de ez li Gobeklitaş, Amed û Rihayê bûm û min hewl dabû ku ez herim serê çiya û bi gerîlayan re hevdîtinan bikim lê mixabîn hevdîtinên me pêk nehatin. Heremên ku gerîla tê de bûn ji Gobeklitaş dûr bûn û wan bi şevê şer dikirin û bi rojê jî ji çavan dûr û wenda bûn. Di meha Êlûnê de em ê disa herîn Gobeklîtaşê û li heremê bigerin.
DI DESTÊN ŞERVANÊN AZADIYÊ, GERÎLAYÊN PKKê DE DOKUMENTÊN ARKEOLOJIK Û DÎROKÎ HE NE.
Bermayiyên ku bi hezarê salan di çiyayên asê û di şikeftan de veşarî mane ji aliyê, şerwanên azadiyê, gerîlayên PKKê ve hatine dîtin. Bermayiyên ku hatine dokumentkirin teqrîben ên bapîrên kurdan; Gordenye/Karduxan in. Di kovara The Guardian de arkeolog destnîşan dikin ku sivîlîzasiyona ku li Kurdistanê hatiye damezirandin ji ya Misir û Mezopotamiyayê jî kevintir e. Pirtûka ku di sala 1912´an de ji aliyê Ely Soane ve hatiye nivîsandin; Mezopotamien û Kurdistan wêneyên ku di wê pirtûkê de ne hişên mirovan dibin.
Di mîtolojiya persan de marên li ser milên Zohaq/Dehaq bi mêjiyên xortên kurd dihatin xwedî kirin. Lê wan ew mar xapandin û di cîhê mêjiyên xortên kurd de mêjiyên bizinan dane maran û ew xortên ku ji xezeba Dehaq hatin azadkirin revîn, çûn serê çiyayên bilind û asê. Nîjada kurd ji wan xortan afiriye.
Axa Nairiya Xarput, Dêrsim, Bedlis heta Torosan bû. Ermenistan û urartu li bakur li pişt ciya û Gola Wanê bün. Divê mirov urartuyan û naîriyan tevlihev neke. Naîri bapîrên medan in û di dema axamediyan de, med îcar bi navê gordeniyan derketin qada dîrokê û di pişt re jî wek kurd hatin nasîn. Kurdistan ji gelek nijadan re jî malovanî kiriye lê belê wan tu car ne ziman ne jî nijada xwe tev li yên wek ereb, tirk û gelên hawîrdor nekirine û ji ber wê yekê jî nijadek paqij, xwerû arî mane. Dema ku arî daketin jêr, ji wan med, pers û ewrupî/sakson afirîn û li cîhanê belav bûn. Kurd û ewropî xizmên hev in.
Asûriyan hemû hereman dagir kiribûn, rêya wan bi Zagrosan ve jî ketibû. Asuriyan tu car di dîroka xwe de rastî têkoşîna bihêz wek tekoşîna medan nehatibûn. Asuriyan derbeyak mirinê ji medan xwarin. Med û pers ji hev qetiyan, paşê med bi navê gordenye an jî kurd derketin qada dîrokê.
Paşê Xenepfon li navenda Kurdistanê li Hekarê bi karduxan re rû bi rû ma. Ên ku bixwazin zêdetir buyerê hîn bikin, karin pirtûka wî a bi navê " Vegera deh hezaran " bixweynin.
Herêma Kurdistanê û kurd heta îroj bi gelek êrişan ve rû bi rû ma ne. Minak, êrîşên; Asûr, part, yewnan, rom, pers, ereb, tirk, mongol û hwd. Bê ku tu alîkarî ji tu miletî bistînin kurdan li hember van dagirkeran bi serê xwe û bi tenê têkoşiyane, ziman û nijada xwe pak û xwerû parastine. Tu kes nikare bêje ku kurd ne xwerû arî ne.
Çavkanî: http://www.utaot.com/2012/12/23/kurdish-freedom-fighters-discovered-ancient-places-and-artifacts/ Wergera ji îngilizî: Can Şeker (Amîda Kurd)