Şervanên hatin berdan ji ANHA’yê re axivîn
EFRÎN – Şervanên YPG’ê ku çubûn Tirkiye xwe derman bikin, dewleta Tirk ew girtin û radestî çeteyên Ehrar El-Şam kirin. Piştî ku YPG’ê jiyana wan rizgar kir, şervanan serpêhateya xwe vegotin.
Şervnaên YPG Cûdî Dêrik, Fîran Gabar, Ciwan Azad, Umer Ebudlqadir, Xemgîn Til Temir û Firat Rêber ku li Bakûrê Kurdistanê dihatin dermankirin ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin girtibûn. Ev her 6 şervan bi awayekî fermî di Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re derbasî Tirkiyeyê bûn, lê hêzên dewletê di 8’ê tebaxa 2015’an de ew girtin û deriyê sînor ê Bab El-Hewa re radestî çeteyên Ehrar El-Şam kir.
Her 6 şervanên YPG’yî şevê din gihiştin kantona Efrînê û ew rakirin nexwexaneya Avrîn da ku lêkolînên tenduristî werin kirin.
Ji wan 5 şervan ji ANHA’yê re axivîn û serpêhateya xwe vegotin. Cûdî Dêrik beriya ku beşdarî hêzên YPG’ê bibe, di rêveberiya hêzên Asayîşê yên kantona Kobanê de cih digirt. Cûdî Dêrik got: “Me ji bo dermankirinê berê xwe da Tirkiyeyê. Piştî ku daxwaza derbasbûna me ji aliyê rêveberiya deriyê Murşitpinarê ve hate qebûlkirin em çûn. Em li nexweşxaneyeke Enqereyê dihatin dermankirin.Piştî demeke kurt hêzên dewleta Tirk girtin ser me û em girtin. Em 4 rojan li gel hêzên îstixbaratên delweta Tirk girtî man. Piştre ji me re gotin ‘Em we radestî Kampa Afad a koçberan bikin.”
Cûdî Dêrik anî ziman ku hêzên dewleta Tirk ew birin deriyê sînor ê Bab El-Hewa û ew radestî çeteyên Ehrar El-Şam kirin û rûpelekî jî radestî çeteyan kirin, li ser hatibû nivîsandin ku ev girtiyên PKK’ê ne.
Dêrik got ku çeteyên Ehrar El-Şam êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li ser wan daye meşandin û 7 caran cihê wan guhertine.
Şervanê bi navê Fîras Gabar jî got ku ew li girtîgehek bin erdê hatibûn ragirtin û çeteyan ji bo xwe ji sermayê biparêzin tiştek nedidan wan.
Gabar got: “Çavên me girtî bûn, destê me girêdayî bûn. 4 rojan halê me wiha bû. Çeteyan gelek êşkence li me kirin. Wan me neşar dikir ku em xendekan ji wan re bikolin. Şûna êşkenceyê hê jî li ser bedena min xuya dike. Girtîgeha em tê de, mîna cihê veşartî yên bin erdê ne. Pir sar bû, tiştekî ku em xwe pê germ bikin tune bû. Çeteyan pir êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li ser me didan meşandin. Di nava çeteyan de kesên Kurd jî hebûn, zext li me dikrin ku em tevlî çeteyan bibin. Emîrekî Kurd ê bi navê Ebû Hemze El-Kurdî ji me dixwest ku em tevlî çeteyên Ehrar El-Şam bibin da ku şerê ‘gawiran’ bikin.
Şervanê bi navê Ebdulqadir jî got: “Çeteyan dema ku xwarin tanîn ji me dixwestin ku em berê xwe bi dîwaran vekin. Li me dixistin, me êşkence dikrin. Ji bo me derman netanîn.”
Ciwan Azad jî yek ji şervanên ku dewleta tirk ew radestî çeteyan kiriye dibêje: “Dema ku YPG’ê li eniyên şer serkeftin bi dest dixstin, çeteyan êşkenceya li ser me zêdetirî dikirin. Her rojek wekî salek di ser me re derbas dibû. Me xwe wekî miriî didît, lê YPG’ê dest ji me berneda û jiyana me ji çeteyan xelas kir.”
Xemgîn Til Temir jî got ku armanc ji vê kiryara dewleta Tirk ew e ku serkeftinên YPG li Rojava binpê bike. Şervanan malavahiya komîteya ewlehiyê ya Yekîneyên Parastina Gel kirin.
(he)
ANHA