1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên hêzên şoreşger: Em ê axa xwe rizgar bikin
Şervanên hêzên şoreşger: Em ê axa xwe rizgar bikin,şervanên,hêzên,şoreşger,em,ê,axa,xwe,rizgar,bikin

Şervanên hêzên şoreşger: Em ê axa xwe rizgar bikin

A+ A-


CAFER CAFO – SEYDO ÎBO 

EFRÎN – Şervanên hêzên şoreşger ên ku li herêma Şehbayê şerê çeteyan dikin, gotin ku ew ê axa xwe bi temamî ji çeteyan paqij bikin û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin.

Şervanên Hêzên Şoreşger ên ku li herêma Şehbayê şerê komên çete yên DAIŞ’ê dikin, derbarê şerê wan ên li dijî çeteyan û dagirkeriya Tirkiyê ya ji herêmên Sûriyê re, ji ANHA’yê re axivîn.

Kawa Welat:kawa-welat

Em di destpêkê de rizgarkirina Um El-Hoş, Um El-Qura û Herbel li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Em dagirkeriya artêşa Tirk ji bajarê Cerablusê  û herêma Şehbayê re şermezar dikin. Ev zêdegaviyeke ku tevahiya qanûnên navnetewî binpê dike.

Tu mafê Tirkiyê tine ye ku bikeve herêmên me. Em di vir de ne û em ê herêmên xwe biparêzin. Em hincetên ku Tirkiye bi riya wan dikeve herêmên qebûl nakin. Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve, destekê dide komên çete. Ew dixwaze ku îradeya gelên Sûriyê bişkîne û desthilatdariya xwe li herêmê ferz bike.

Şervana Eniya Parastina Jinên Şehbayê Zenobiya Welat: 

Em dagirkeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê re, şermezar dikin. Em bang li Konseya Ewlekariyê û rêxistinên navnetewî dikin ku mudaxeleyî rewşê bikin û dawî li vê dagirkerî û êrîşa Tirkiyê bînin.

Em ê herêmên xwe bi xwe rizgar bikin. Em ji bo vê yekê soz didin hevriyên xwe yên ku di oxira azadkirina vê axê û pêkanîn azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ku em ê axa  xwe rizgar bikin û ji çeteyan paqij bikin.yusf-mehmud

Yûsiv Mehmûd:

Em dagirkeriya Tirkiyê tu carî qebûl nakin. Em ê herêmên xwe ji çeteyan paqij bikin.

(dm)

ANHA