1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên Minbicê kolan bi kolan pêş ve diçin
Şervanên Minbicê kolan bi kolan pêş ve diçin,şervanên,minbicê,kolan,bi,kolan,pêş,ve,diçin

Şervanên Minbicê kolan bi kolan pêş ve diçin

A+ A-

KENDAL CÛDÎ

MINBIC – Şervanên Meclîsa Leşkerî li Taxa Hezawne, pêş ve çûn. Kêm maye ku şervan bigihêjin navenda bajar.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja xwe ya 38’emîn de didome. Şervan rojane gav bi gav pêşve diçin.

Di çarçoveya hemleyê de şervanan, li Taxa Hezawne ku mezintirîn taxên Minbicê ye, ji du aliyan ve operasyona rizgarkirina taxê dabûn destpêkirin. Di şerên dijwar ên ku ev 4 roj in li taxê diqewimin, şervanên Meclîsê ji sedî 60 ji taxê rizgar kirin.

Şervanên Minbicê cihên setratîjîk ku û di nav de baxçeyê taxê jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelek çeteyên DAIŞ’ê di van 4 rojan de hatin kuştin û miqdarek ji cebilxaneyên wan ketin destê şervanên hêza Minbicê.

Şervanên ku niha di taxê de şer dikin diyar kirin ku ew ê kolan bi kolan şer bikin û Minbicê ji çeteyan rizgar bikin. Şervanan anîn ziman ku ew bi moralek e mezin bi pêş ve diçin, lê ji ber ku sivîl di nava bajar de hene, ew di şerên kolanan de bi baldarî tevdigerin.

Di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û navenda bajêr ku Çargoşeya ewlekariyê û Berîd lê ye, tenê 900 metre maye.

ANHA