1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên YBŞ'ê: YBŞ bûye hêviya gelê Êzidî
Şervanên YBŞ'ê: YBŞ bûye hêviya gelê Êzidî,şervanên,ybş,ê,ybş,bûye,hêviya,gelê,êzidî

Şervanên YBŞ'ê: YBŞ bûye hêviya gelê Êzidî

Şervanên YBŞ’ê Şengal Azad û Hejar Qîranî diyar kirin ku wê gelê Êzidî ti carî xaka xwe ji kesê re nehêle û gotin; “Emê ti carî xiyaneta PDK’ê li me kirî ji bîr nekin. Em ji dervey YBŞ’ê ti kesê li ser xaka xwe qebûl nakin. YBŞ bûye hêviya gelê Êzidî.”

A+ A-

ARJÎN AZADÎ-AMARA TOLHILDAN/ ŞENGAL Gelê Êzidî yê li Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’ê de rastî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê hat. Gelê Êzidî piştî rastî vê komkujiyê hat, ji bo parastin û pêşîgirtina li fermanên li ser gelê Êzidî, hêza xwe ya parastinê YBŞ ku ji gelê Êzidî pêk tê ava kirin. Bi vê boneyê şervanên YBŞ’ê Şengal Azad û Hejar Qîranî ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin weke gelê Êzidî wê xaka xwe ji ti kesê re bernedin. Şervanê YBŞ’ê Şengal Azad wiha peyîvî; “Gelê Êzidî bê rêxistin mabû, her hêzeke dihat em wekî xwe perwerde dikirin, ne li gorî em çawa xwe bi parêzin. Dijminê me dixwaze em bin destê wî de bin û em pêş nekevin. Lê me bindestiya wan qebûl nekir û me berxwedaniya xwe kir. Artêşa Êzîdxan YBŞ xwe bi hêz kiriye û li ser xwîna şehîda ava bûye. Dijmin her dixwaze me tune bike, lê dijmin çend hewil bide me tune bike, emê bi tekoşîna xwe wan bişkînin.” Şengal Azad axaftina xwe wiha domand û got; “Heya 3’ê Tebaxa 2014’an li bîra me be, emê rê nedin ku kes bi me bilîze û me ji xwere bike lîstok. Çi dibe bila bibe ev xiyaneta ku PDK’ê li me kirî, em ji bîr nakin, ji ber berjewendiyên partiya xwe em firotin DAIŞ’ê. Em Êzidî tu kesî li ser xaka xwe qebûl nakin ji bilî hêza YBŞ hêza Êzîdxan. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo emê li hember dijmin rawestin. Ev sîstema dijmin ku dijminê me di nav me de daye avakirin emê rakin.”

Şervanê YBŞ Şengal Azad wiha dawî li gotinên xwe anî; “YBŞ artêşa Êzîdxanê serî ji tu kesîre natewîne û her diçe hêza xwe xurtir dike. Emê gundên Şengalê rizgar bikin û emê Êzîdxana xwe azad bikin.” Şervanê YBŞ’ê Hejar Qîranî rêxistina Êzidiya ya berî fermanê û heya niha wiha nirxand; “Di 14’ê Tebaxa 2007’an de dîsan ferman bû biser me de. Dema li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir teqîn pêk anîn û bi sedan gelê me li wir Şehîd bûn. Wê demê amadekariya vê fermanê dikirin û dixwestin gelê Êzidî ji binî tune bikin. Lê kesî em neparastin. Heya ku 3’yê Tebaxa 2014’an ferman li ser gelê Êzidî de anîn, PDK ji pişt me revîn. Lê me xwe rêxistin kir û li hember fermanê sekinin, me artêşa xwe avakir wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê- YBŞ.” ‘YBŞ bû hêviya gelê Êzidî’ Hejar Qîranî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Em hêviya gelê xwe ne û me bawerî daye ji nûve Êzidî komî ser hev bikin. Çima YBŞ ava bû , bi êş û azara gelê Êzidî ava bû. Gelê Êzidî baweriya xwe hemû daye YBŞ wek hêza xwe. Niha bi hezaran hezar keç û jinên me di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl girtîne. Emê wan rizgar bikin heya dilopa xwîna xwe ya dawî. Emê berxwedaniya xwe dewam bikin, heya azadiya Şengalê û gelê Êzidî, da ku bes ferman bên serê me.”

Şervanê YBŞ’ê Hejar Qîranî di dawiya axaftina xwe de ev gotin anîn ziman; “Eger çi netew be hêza wê nebe nayê parastin û tune dibe. Çima 74 ferman hatin serê gelê Êzidî, ji ber bê hêz û parastin bû. Eger hêzeke wan hebûya evqas ferman ne dihat serê gelê Êzidî. Ji 2003’yê ve pêşmergêyên PDK’ê li Şengal bûn, lê em ne parastin û di destê çeteyên DAIŞ’ê de hêlan.” (sk)