Şervanên YPG’ê 10 km nêzî Suluk bûn
HESEKÊ/SERÊKANIYÊ – Şervanên YPG’ê 40 km li rojavayê Mebrûka 2 gundên rizgar kirin û 10 km nêzî bajaroka Suluk ku yek ji navendên sereke ya çeteyên DAIŞ’ê ye bûn. Li herêma Hesekê û Holê êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, çeteyên DAIŞ’ê duh li nêzî gundê Çelebî yê dikeve navbera çiyayê Kizwanan û Hesekê de êrîş pêk anî. Çeteyan şevê din jî saet derdora 22.00’yan de li gundê Huveyş ê girêdayî navçeya Holê ya dikeve başûr rojhilatê Hesekê jî êrîş pêk anîn.
Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê pevçûnên dijwar derketin. Di pevçûnên ku balefirên şer ên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê jî noqteyên çeteyan bombebaran kirin de gelek çete hatin kuştin. Di pevçûna li Huveyş de 8 çete hatin kuştin û cenazeyên 2 ji wan û 2 BKC, 3 kelaşnîkof, gelek cebilxane hate desteserkirin.
Li herêma Mebrûka 2 gund hatin rizgarkirin
Li xeta bajaroka Mebrûka jî operasyona ku di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamilo de duh êvarê dabû destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de gundên Gatom û Hesna, her wiha gelek gundokên girêdayî van gundan ên ku 40 km dikevin rojavayê Mebruka ji çeteyan hatin paqijkirin.
Bi vî rengî şervanên YPG’ê 10 km nêzî bajaroka Suluk ku yek ji navendên çeteyan e bûn.
(ekip/aq)
ANHA