1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên YPG’ê bi heybet hatin oxir kirin
Şervanên YPG’ê bi heybet hatin oxir kirin,şervanên,ypg,ê,bi,heybet,hatin,oxir,kirin

Şervanên YPG’ê bi heybet hatin oxir kirin

A+ A-

QAMIŞLO 15.01.2014 17:00:23 Bi deh hezaran welatiyên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Çeçen ku ji çar aliyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatin, bi merasîmek bi heybet şervanên YPG’ê yên li Til Hemis û Til Berek jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn. Di merasîma ku soza şopandina riya cangoriyên azadiyê hate dayîn de, hejmarek zêde ya ciwanan jî tevlî YPG’ê bûn.

Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ji bo şervanên YPG’ê yên ku di şerê Til Hemis û Til Berek ên bi komên çete re jiyana xwe jidest dane, li bajarê Qamişlo merasîmekê lidar xistin. Ji bo tevlîbûna bernameyê ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran welatiyên ji bajarên herêma Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê herikîn bajarê Qamişlo.

KOLANÊN BAJAR HATIN XEMILANDIN, DIKAN NEHATIN VEKIRIN

Di çarçoveya bernameya merasîmê de Şeradariyên Gel ên Qamişlo kolanên bajar bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Her wiha pankartên wekî, “Em soz didin ku em ê tola şehîdan li erdê nehêlin”, “Em ê tola şehîdan hildin”, “YPG/YPJ rûmeta gelê Rojava ye”, “Qamişlo keleha berxwedanê ye” hatin daliqandin. Dikandarên bajar jî bi munasebeta bernameyê dikanên xwe venekirin û tevlî bernameyê bûn.

DEH HEZARAN KES JI 2 ALIYAN VE DIMEŞIN

Bername ji rojhilat û rojavayê bajar bi 2 baskên meşê destpê kir. Baskê rojava yê meşê li destpêka daketina bajar li ser riya Amûdê destpê kir. Bi hezaran welatiyên ku bi hezaran wesayîtan ji bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê hatin, li daketina bajar gihîştin hev. Baskê rojhilat jî ji daketina bajar a li ser riya Tirbesiyê destpêkirin. Bi hezaran welatiyên ku bi sedan wesayitan ji Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê hatin jî li vir gihîştin hev.

Di meşê de nûnerên partî û saziyên pêkhateyên Ereb, Suryanî, Asûrî, Tirkmen, Çeçen, Ermenî û bi hezaran welatiyên ji van pêkhateyan jî cihê xwe girtin.

Piştî ku girseyên bajarên din gihîştin Qamişlo, girseyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve dest bi meşê kir. Tevî baranê jî bi deh hezaran welatî bi dirûşmên wekî, “Bimre îxanet”, “Bijî YPG” heta ser Goristana Şehîd Delîl Saruxan meşiyan.

GORISTAN BI WÊNEYÊN ŞERVANAN Û RENGÊN KESKE SORÊ HATE XEMILANDIN

Goristana Şehîd Delîl Saruxan jî, bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, her wiha wêneyên şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Ji bo merasîmê jî dîkek (sahne) mezin ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG/YPJ’ê hatibû xemilandin hatibû amadekirin.

HEMÛ PÊKHATE AMADE BÛN

Piştî ku herdu baskên meşê gihîştin Goristana Şehîd Delîl Saruxan, ji aliyê hêzên YPG/YPJ ve merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîma ku alên YPG, TEV-DEM, Yekîtiya Star, PYD, Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin vekirin de, ji bilî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên ji hemû pêkhateyên herêmê, nûnerên Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran welatî bi rengên xwe amade bûn.

FERMANDARÊ YPG’Ê: EM Ê LI SER RIYA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN

Piştre Fermandarê YPG’ê yê herêma Qamişlo Hesen Qamişlo axivî. Hesen Qamişlo yek ji fermandarên damezirîner ên YPG’ê Xebat Dêrik bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Hesen Qamişlo got, “Bi şehîdan hêza me zêdetir dibe. Rûmeteke ji bajarê Qamişlo re ku bibe paytexta şehîdan”. Hesen Qamişlo soz da ku ew ê li ser xeta şehîdên Til Hemis û Til Berek têkoşîna xwe bidomînin.

HENÎFE HISÊN: PARTIYÊN KURD LI GEL ÇETEYAN ÊRÎŞ PÊK ANÎN

Piştre Endama Desteya Birêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî. Henîfe Hisên jî Xebat Dêrik bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Henîfe Hisên destnîşan kir ku kesên li ser navê opozîsyona Suriyê li derve di axivîn, girêdayî hêzên derve ne û tu feydeyê wan li şoreşa Suriyê nîn e û berjwendiya wan û hêzên desthilatdar ên dixwazin li ser Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe bidomînin yek e.

Henîfe Hisên da zanîn ku hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) ku Îttîhad Siyasî nûnertiya wan dike, ji berê de biryar girtibûn ku li kêleka komên çete li Til Hemis û Til Berek li dijî YPG’ê şer bikin.

‘YPG HÊZA REWA YA HEMÛ PÊKHATEYAN E’

Li ser navê Meclîsa Qanûnsaziya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Ezzam, li ser navê Partiya Çep a Kurd û partiyên ku tevlî rêveberiya xweseriya demokratîk bûne Sekreterê Partiya Çep Mehemedê Musa, li ser navê Partiya Yekîtiya Suryanî Bersum Bersum, li ser navê Partiya Asurî ya Demokratîk, Kombûna Xiristiyanan a Sivîl û Kombûna Ciwanên Suriyeya Dayîk Wale Mîrza axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku azadiya gelan bi xwîna şehîdan a pîroz tê bidestxistin. Axaftvanan her wiha diyar kirin ku hêviya wan ji YPG’ê ku li dijî êrîşê komên çete yên ku Koalîsyona Suriyê piştgiriya ê dike, parastina herêmê dike heye. Axaftvanan gotin ku YPG hêza rewa ya ku hemû pêktayên herêmê diparêz e ye û divê tola şehîdan bê hilanîn.

Axaftvanan her wiha gotin ku wê mizginiya îlana rêveberiya xweseriya demokratîk bê dayîn. Axaftvan li ser konferansa Cinêve-2 jî rawestiyan û anîn ziman ku ne mumkun e bêyî tevlîbûna kurdan pirsgirêkê Suriyê bêne çareserkirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mehemed, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Nûrî Ebabekir, li ser navê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) Nîhat Iskan jî axivîn.

TEVLÎ YPG’Ê BÛN

Piştre li ser navê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Arjîn Dêrik axivî û got ku wan bi armanca piştgiriya YPG’ê kampanya daye destpêkirin û di çarçoveya vê kampanyayê de hejmarek ji endamên tevgera ciwanan, tevgera çanda û hêzên asayîyê tevlî YPG’ê bûne.

Piştî axaftinan kesên ku nû tevlî YPG’ê bûne sûnd xwarin.

Di dawiya merasîmê de sicîlên şervanên YPG’ê yên ku li Til Hemis û Til Berek jiyana xwe jidest dabûn hatin xwendin.