1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên YPG’ê LI Siwêdê civîna çapemeniyê lidarxistin
Şervanên YPG’ê LI Siwêdê civîna çapemeniyê lidarxistin,şervanên,ypg,ê,li,siwêdê,civîna,çapemeniyê,lidarxistin

Şervanên YPG’ê LI Siwêdê civîna çapemeniyê lidarxistin

A+ A-

ANF - STOCKHOLM – Li paytexta Siwêdê şervanê YPG’ê yê Emerîkayî Gordon Mattson û şervanê YPG’ê yê Siwêdî Espr Sonder civîna çapemeniyê lidarxistin û gotin ku şoreşa Rojava dê bi serkeve û bang li hemû aliyan kir ku piştgiriya bi hêzên YPG’ê re zêde bikin.

Li paytexta Siwêdê şervanê YPG’ê yê Emerîkî Gordon Mattson û şervanê YPG’ê yê Siwêdî Espr Sonder bi armanca piştgiriya şoreşa Rojava li paytexta Siwêdê Stockholm’ê daxuyaniya çapemeniyê lidarxistin. Gelek saziyên çepemeniyê yên Siwêdî û televizyona fermî ya Siwêdê û ajansa Siwêdê beşdar bûn. Destpêka civînê şervanan behsa rewşa Rojava û berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çete DAIŞ’ê kirin.

Piştre Şervanê YPG’ê yê Siwêdî Espr Sonder behsa beşdarbûna xwe ya nava refên YPG’ê û berxwedana şervanan a li dijî komên çete wiha got: ˮJI ber wêraniya min di Sûriyê de dît ez tevlî nava hêzên YPG’ê bûm. Hêzên YPG/YPJ’ê berxwedana rewa dimeşînin û parastina hemû nirxên mirovahiyê dikin. Ji ber vê yekê min bê tirs biryara tevlîbûnê da.ˮ

Espr Sonder, jiyana şervanan û şêwazê wan a berxwedanê, her wiha fikirê mirovahî ya şervanan anî ziman û destnîşan kir ku dê careke din berê xwe bide qadên berxwedanê yên li Rojavayê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: ˮPiştî birînên min rehet bibin, ezê herim Rojava û beşdarî berxwednaê bibim.ˮ

Piştî axaftinê rojnamavanan pirs ji Espr Sonder kirin û wî jî bersiva pirsan dan û got ku di nav bera hêzên YPG’ê û koalîsyona navnetwî ya li dijî DAIŞ’ê hevkariyeke baş heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: ˮPêwîste hemû hêzên navnetewî berpirsyariyên xwe rabe û piştgiriya hêzên YPG’ê bikin.ˮ

Piştre şervanê YPG’ê yê Emerîkî Gordon Mattson axivîn bal kişand ser sedema tevlîbûna wî ya di nava hêzên YPG’ê û got ku ew beşdarî berxwedana Til Hemîs, Til Temir, Kobanê û Girê Spî bûye. Gordon Mattson destnîşan kir ku pêwîste welatî piştgiriya xwe ya bi hêzên YPG’ê re zêde bike û diyar kir ku tekana hêza rewa ku şerê çeteyên DAIŞ’ê dike hêzên YPG’ê ne. Gordon Mattson di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana Rojava bê guman dê biserkeve.

Herdû şervan di berxwedana Rojava ya li dijî komên çete de birîndar bibûn û li Siwêdê têne dermankirin.

(dc/ra)

ANHA