1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şervanên YPG’ê li sê aliyên Kobanê pêşve diçin
Şervanên YPG’ê li sê aliyên Kobanê pêşve diçin,şervanên,ypg,ê,li,sê,aliyên,kobanê,pêşve,diçin

Şervanên YPG’ê li sê aliyên Kobanê pêşve diçin

A+ A-

KOBANÊ – Hêzên YPG’ê di berdewama operasyona paqijkirina bajarê Kobanê de li aliyên başûr, rojhilat û rojhilat-başûrê bajêr pêşve diçin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û miqdareke cebilxaneyê hat destser kirin.

Nûçegihanên ANHA’yê yên li eniyên şer ên Kobanê ragihandin ku hêzên YPG’ê şevê din li eniya rojhilat-başûr kolaneke stratîjîk a taxa Moro ji çeteyan paqij kirin. Di encamê de miqdareke cebilxaneya çeteyan deste ser kirin. derbarê hejmara kuştiyên çeteyan li vir nehat zanîn.

Li eniya rojhilat jî şervanên YPG’ê Avahiya Şaredariya Gel û dibistana El-Xensai ya keçikan û derdora wê ji çeteyan bi temamî paqij kirin. Derbarê encamên şer û pevçûnên li vê deverê de jî hejmara kuştiyên çeteyan nehate zanîn û şervanan miqdareke cebilxaneyê desteser kirin. Li taxa Kaniya Kurdan jî şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan û nehat zanîn ka kuştiyên çeteyan li vê deverê çêbûn yan na.

Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê bi topên hawanê deverên welatiyên sivîl topbaran kirin. di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn

Şer û pevçûn di nabera şervanan û çeteyan de li gelek deverên bajêr berdewam in.

(ekîp/jh)