Şervanên YPG’ê êrîşa çeteyan şikand
A+
A-
HESEKÊ – Şervanên YPG/YPJ’ê vê sibê êrîşa çeteyan a li Çiyeyê Kizwanan şikandin.
Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji herêmên şer ragîhandine îro saet di navbera 04.00 û 05.00’an de komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî noqteyên YPG/YPJ’ê yên li navenda Îzaa (Radyo) û Radar ên herêma Çiyayê Kizwanan kirin. Şervanên YPG’ê bersiva êrîşê dan û di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di pevçûnan de kuştiyên çeteyan çêbûn, lê derbarê hejmara wan de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
Pitşî bersiva tund a şervanan çete neçar man xwe paqve bikşînin.
(dc)
ANHA
Bêjeyên Miftehî şervanên,ypg,ê,êrîşa,çeteyan,şikand