Şervanên YPG’ê şerê rojhilatê Kobanê vegotin
ANHA - KOBANÊ - Fermandara YPJ’ê Zehre Şîlan û şervanê YPG’ê Nûhat Nemrûd êrîşên çeteyên DAIŞ’yê yên li eniya rojhilatê Kobanê û li hemberî van êrîşan berxwedana YPG’ê vegotin.
Çeteyên DAIŞ’ê roja 29’ê Mijdarê ji her çar aliyan ve êrîşî Kobanê kirin. Li eniya başûr du erebeyên bombebarkirî û li milê rojhilat û derî jî erebeyên bombebarkirî teqandin. Piştî teqandina erebeyan pevçûnên dijwar qewimîn. YPG’ê di wan pevçûnan de berxwedaniyeke mezin da meşandin û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê şikestin û şervanên YPG’ê derbeyên mezin li wan xistin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li eniya rojhilat di 1 û 2’yê Kanûnê de jî pir dijwar bûn, di êrîşa 2’yê mehê de dîsa erebeyek bombebarkirî teqandin.
Fermandara YPJ’ê Zehre Şîlan a ku ciyê xwe di wan pevçûnan de girtibû û dîtibû erebe çawa teqiyabû ew roj weha anîn ziman: “Roja 1’ mehê çeteyan bi awayekî gelekî dijwar êrîşî me kirin. Roja dîtir jî saet derdora 17.00’an de ji dûrve dengê erebeyê bihîst. Bi erebeyê re du mator jî hebûn, ango dixwestin piştî teqandina erebeyê êrîş bikin, lê belê hevalan ji sê aliyan ve li wê erebeyê xistin. Di encamê de ew erebe berî ku bigihîje armanca xwe hate teqandin. Piştî wê çeteyên dîtir êrîş kirin û heyanî sibehê saet 05.00’an pevçûn dewam kir. Herî dawiyê çeteyekî xwest xwe bi hevalan de biteqînê, lê belê hevalan ew kuştin. Di encama pevçûnê de êrîşên çeteyan şikestin û ji milê me ve derbeyên mezin xwarin.”
Şîlan di nava gotinên xwe de anî ziman ku sedema bikaranîna erebeyên bombebarkirî şikestina êrîşên çeteyan e û weha dewam kir: “Çeteyan her ku êrîş kirin hevalan li ber xwe dan. Hemû rêbazên hovane bikar anîn, lê belê hevalan dest ji çepera xwe bernedan û li ber xwe dan. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikestin ji ber vê yekê dest bi rêbaza erebeyên bombebarkirî û xwe teqandinê kirin. Ev rêbaz nîşana zeyîfatî û qelsbûna wan e.”
‘Çete wê li hemberî berxwedaniya me binbikevin’
Şervanê YPG’ê Nûhat Nemrûd ê ku ciyê xwe di nava pevçûnan de digirt anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê roja 1 ê Kanûnê saet 08.00’an destbi êrîşê kirine û şerê dijwar qewimîne. Nuhat Newrud got ew weke gurûpa destekdayînê saet di 24.00’an de gihîştin cihê pevçûnê û wiha dom kir: “Wê pevçûnê heyanî saet 7’ê sibehê dewam kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû çekên di destê xwe de êrîşî me kirin, xwestin xwe biteqînin, lê belê nikarîbûn ji ber hevalan ew kuştin. Mesafeta di navbera me û wan de gelekî kêmbû. Carne bi bombeyan em diketin nav hevdû de, her çiqasî xwestin têkevin nuqteya me de û me hemûyan şehîd bixînîn lê belê nikarîbûn. Tenê du hevalên me di pevçûnan de şehîd ketin û çete bi hejmarekî mezin hatin kuştin.”
Roja dîtir wexta çeteyên DAIŞ’ê saet 17.00’an êrîş dikin û dixwazin erebeya bombebarkirî bi Şervanên YPG’ê de biteqînin wê demê Nemrûd nobedare û bi çavê xwe dibînê erebe ber bi wan ve tê. Ew û hevalên xwe bi hev re li erebê dixin heyanî ku diteqê. Nemrud pevçuna piştî teqandinê jî wiha anî ziman: “Bi teqandina erebê re çeteyan ji gelek milan ve êrîş kirin, xwestin xwe biteqînin, lê belê hemû hevalan heyanî siharê di mewziyên xwe de li berxwe dan û di encamê de gelek çete hatin kuştin û di êrîşên xwe de şikestin.”
NAZDAR EBDÎ
(np)