Şervanên Şemsî Şîmal: Lîstik deşîfre bû
ERSÎN ÇAKSU/ÎBRAHÎM ASLAN - KOBANÎ Şervanên Şemsî Şîmal ku di Navenda Operasyona Hevpar a Burkan el Firat de cih digirin, yekser bûn şahidê êrîş û operasyona ku di 29’ê Mijdarê de ji ser Tirkiyeyê li hemberî Kobaniyê pêk hatiye. Şervanên Şemsî Şimar ku dema êrîşan de di pevçûnên li Deriyê Sînor ê Murşît Pinarê de hevalekî wan şehîd ket gotin: “Ji axa Tirkiyeyê êrîş kirin. Di pevçûnên ku bi saetan berdewam kirin de artêşa Tirk ti mudaxale nekir. Lê lîstik deşîfre bû. Ji sedî sed tiliya dewleta Tirk di vê lîstikê de heye.”
Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên li dijî Kobaniyê de axa Tirkiyeyê bikar anî û di 29’ê Mijdarê de di dema êrîşê de çeteyên DAIŞ’ê ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinarê wesayîta bombebarkirî di ketina deriyê Kobanê de teqiyabû. Kantona Kobanê daxwaz kir ku divê Tirkiye vê rewşê ronî bike û gotin divê heyetek serbixwe lêkolînê bike. Şervanên YPG-YPJ’ê, peywirdarê asayîşê û sîvîlên ku yekser bûn şahidê êrîşê diyar kiribûn ku êrîş ji ser Tirkiyeyê pêk hatiye. Her wiha şervanên Şemsî Şimal ku di Navenda Operasyona Hevpar a Burkan el Firat de cih digirin jî şahidê êrîşa mijara gotinê ye. Şervanên Şemsî Şimal ku di vê êrîşê de hevalê xwe Ebu Firat winda kirin, diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji ser Tirkiyeyê hatine û ji sîloyên aîdî Ofîsa Mahsulên Axê (TMO) ne gule barandine.
GULE BI SER ME DE BARANDIN
Endamê Koma Şemsî Şîmal ku li nokteyeke nêzî Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê Kobanê diparast şervan, der barê êrîşên 29’ê Mijdarê de wiha got: “Roja 29’ê Mijdarê saet di 04.30’an de dengê teqînê hat. Piştre me dît ku wesayîtek tê. Wesayîtek zirxî bû û deriyê sînor derbas kir û piştî hat înfîlakkirin, ewm jî çûn mewziyên xwe û pevçûnan dest pê kir. Li her aliyê mewziyên me hene. Me texmîn nedikir ku ji wir êrîşek pêk bê. Piştî teqînê ji aliyê din yê sînro gule bi ser me de barandin. Ji sîloya genim destpêkirin, seranserê xetê tevger hebû. Pevçûna saet di 05.30’an de destpê kir heta 15.00’an berdewam kir. Leşkerên Tirk vê carê bi megafonan bang kir.”
JI SEDÎ SED TILIYA DEWLETA TIRK TÊDE HEYE
Şervan got li hemû aliyên din yên xeta sînor tedbîrên xwe girtine û wiha berdewam kir: “Lê ji ber ku me bawer nedikir ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş pêk bê, me li mewziyên wir tedbîrên têr nedigirt. Me li aliyên din tedbîrên xwe girtibû. Mewziyên me hene. Li vî aliyê jî hebû. Yanî ne li xeta sînor, ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş hat destpêkirin. Pevçûnan bi saetan berdewam kir. Lê dewleta tirk mudaxale nekir. Lê lîstik deşîfre bû. Ji sedî sed tiliya dewleta tirk di vir de heye.Di şikandina êrîşê de berxwedanek mezin hat nîşandan.
ME ÊRÎŞEK JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE TEXMÎN NEDIKIR
Şervanê Şemsî Şimal Ebdo Doşka jî destnîşan kir ku dema êrîş pêk hat, ew li meziyên xeta sînor ya Tirkiyeyê di nobetê de bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wê demê nobedar bûm. Ji telsîzê gotin li aliyê din yê sînor tevger heye. Min bi xwe dît ku wesayîtek ji aliyê Tirkiyeyê ve hat û hat teqandinê. Piştî vê komên çeteyan li deriyê sînor belav bûn û mewziyên xwe girtin. Komek çeteyan jî di sîloya genim de bi cih bû. Pevçûnan dest pê kir.Me texmîn nedikir ku ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşek pêk bê.”