1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerê dijwar ê li Şemzînanê didome
Şerê dijwar ê li Şemzînanê didome,şerê,dijwar,ê,li,şemzînanê,didome

Şerê dijwar ê li Şemzînanê didome

Li Şemzînanê teqîn û pevçûnên dijwar

A+ A-

Colemêrg - Pevçûn û operasyonên ku li bejahiya Şemzînana Colemêrgê ji 23’ê Tîrmehê ve didomin, îro jî di demjimêrên serê sibehê de di navbera gundê Bêgerdê û Pira Bêgûzan de pevçûnên dijwar dom kirin, her wiha dema derbazbûna wesayîta leşkerî teqemeniya ku li ser rê hatibû bicih kirin bidengek mezin teqiya. Wesayîta leşkerî ya zirarek mezin dît û teqle avêt di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehate girtin.

Li bejahiya navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di 23’ê Tîrmehê de piştî ku gêrîlayên HPG’ê rê kontrol kirin, pevçûn û operasyonên li herêmê didomin. Gêrîlayên HPG’ê duh şev di demjimêrên 19.00’an de di navbera gundên Dûrak û Harûna yên ser bi Şemzînanê ve gêrîlayan kontrola nasnameyan kir. Gêrîlayên ku demek dirêj kontrola nasnameyan kir, bi hemwelatiyên di wesayîtan de diçûn re sohbet kirin.

Li aliyê din hate hînbûn ku, di demjimêrên sibehê de di navbera gundê Bêgerdê û Pira Bêgûzan de pevçûnên dijwar rû da ne. Hate ragihandin ku pevçûn hêjan didomin, her wiha li nêzî pirê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqemeniya ku li ser rê hatibû bicih kirin bidengek mezin teqiya. Di encama teqînê de wesayîta ku zirarek mezin dît, teqle avêt û çû xwarê. Her wiha derbarê mirî û birîndaran de agahî nehate girtin.

Hate diyarkirin ku, ji duh şev ve herêm tê bombebaran kirin.

ANF NEWS AGENCY