Şerê HPG'ê û TSK'ê daket nava şemzînanê
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şer û pevçûnek dijwar heye. Hate zanîn ku leşker ketober li derdora xwe guleyan dibarîne û şerê di navbera HPG'ê û TSK'ê de daketiye nava navçeyê. Gelek helîkopter ji Geverê ber bi Şemzinanê ve firiyan. Di saetên êvarî de gelek balafirên şer ji Amedê jî rabîbûn.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî saed di 20.40'an de 2 teqîn pêk hatin, di navbera leşker û HGP'iyan de şer derket. Şerê ku saetek berê dest pê kir, her ku diçe mezin dibe. Piştî ku endamên HGP'ê êrîşî Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê, Qeymeqamîe û Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê kir, pevçûnê dest pê kiribû û piştî 2 teqînên dawî şer gur bû. Piştî şerê li nêzî Şemzînanê dest pê kir, welatî tev ketin malên xwe.
Hate zanîn ku şerê Tabûra Komandoyê Çiyê û Fermandariya Tugaya Hidûdê 34'emîn li taxên Kiliç û Yenî yên Şemzînanê gûr dibin. Leşker ketober gule û topan dibarîne.
Hate zanîn ku helîkopter ji Geverê ber bi Şemzînanê de firiyan. Der barê mirî û birîndaran de agahî nehatin bi destxistin.
(mae)