1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-1,2
Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-1,2,şerê,jinûve,dîzayînkirina,rojhilata,navîn,1,2

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-1,2

A+ A-


Panaroma

24.12.2015 10:39    PanaromaSernûçe

Panorama bûyerên 2015 ên li cîhanê rûdane

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2015’an de gelek bûyerên girîng li cîhanê û bi taybet li Sûriye, Îraq û Yemenê rû dan. Her wiha piştî êrîşên DAIŞ’ê li gelek deverên cîhanê û bi taybet li Fransayê, şerê li dijî “Terorê” di rojeva hemû civîn û hevdîtinên navnetewî de bû.

Li Sûriyeyê tevî hemû civîn û konferansên derbarê aloziya Sûriyeyê de şerê navxweyî hêjî berdewam dike. Her wiha gelek dewletên cîhanê bi pirsgirêk û aloziya koçberên Sûriyeyê re mijûl bûn.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) derbarê buyerên sereke ku di sala 2015’an de li cîhanê û Rojhilata Navîn rûdane dosyek amade kir.

Çile 2015

Bûyerên sereke ku di meha çileya 2015’an de rû dane, êrîşa li dijî navenda rojnameya Charlie Hebdo ya satîrîk bû û di encamê de 12 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Di wê rojê de du kesan bi çekên kilaşnîkov û fûzeyan êrîş kirin. Serokê Fransa Franswa Holand diyar kir ku ev bûyereke terorîst e û ji 40 salî ve bi vê hovîtiyê pêk nehatiye. Her wiha şandeyeke Rojavayê Kurdistanê piştî bûyerê serdana navenda rojnameyê kir û sersaxî ji karmend û rojnamevanan re xwest.

Di 4’ê çileyê de pisporên şûnwaran ên dewleta Çîk gora Xantekawsê sêyemîn li Misirê vedîtin. Wezîrê Şûnwaran ê Misirê Memdûh El-Dumyatî ragihand ku hebûna Xantekaws li ba zaniyarên şûnwaran ne diyar bû û beriya wê demê du qiralên jin ên Misirê bi heman navî vedîtibûn.

Di 8’ê çileyê de Mîtrebagla Sîrîsena heftemîn serokê dewleta Serîlanka hate hilbijartin.

Di 14’ê çileyê de Serokê Îtaliyayê Giorgio Napolitano istîfaya xwe pêşkêşî hikûmet û parlemanê kir.

Di 23’yê çileyê de serokê Yenenê Ebdrebo El-Hadî ji ber rewşa aloz a Yenenê û binpêkirina hevpeymana bi Hûsiyan re ku serweriya xwe li saziyên dewletê dikirin, ji misyona xwe istîfa kir.

Di 23’yê çileyê de telefizyona fermî ya dewleta Erebistana Siûdiyê mirina qiralê Siûdiyê Ebdullah îlan kir û li şûna wî Emîr Selman Bin Ebdilezîz wekî qiral hate erkdarkirin.

Di 26’ê çileyê de bajarê Kobanê piştî berxwedaneke dîrokî  ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin.

Sibat 2015

Di 3’yê sibatê de çeteyên DAIŞ’ê dîmenek li ser înternêtê weşandin û têde pîlotê Urdinî Mûaz El-Kesabê ku di 3’yê çileyê de hatiye dişewitînin, diyar dibe. Piştî bi rojekê hikûmeta Urdinê îlan kir ku wê Sacîde El-Rîşawî û Ziyad El-Kerbûlî bi dar ve kirine.

Di 5’ê sibatê de hikûmeta Hebîb El-Seyd ya Tûnisê ji aliyê 166 dengan ji giştî 217 dengan bawerî wergirt.

Di 6’ê sibatê de Rûsya bi awayekî fermî ji bo jêderên alîkariya DAIŞ’ê ziwa bike, projeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya navnetewî kir. li gorî projeyê divê kirîna petrolê ji çeteyên DAIŞ’ê were qedexekirin.

Şêwermenda Elmaniya Angela Merkel di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku Tirkiyeyê xala sereke ji bo derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ya Sûriyeyê û Îraqê ye.

Di 7’ê sibatê de torevana Cezaîrê Asya Cebar di 78 temenê xwe de di nexweşxaneyeke paytexta Fransa Parîsê de jiyana xwe ji dest da.

Di wê rojê de çekdarên Hûsiyan li Yemenê serweriya hikûmeta Yemenê kirin û ji bo birêvebirina welat destûreke nû danîn. Di vê destûrê de ku li Koçka Komarê ya li paytexta Sena hate derxistin, divê parleman were betalkirin û li şûna wê meclîseke nû ji 551 endaman were avakirin. Piştre li gelek deveran li dijî Hûsiyan xwepêşandan derketin.

Di 15’ê sibatê de çeteyên DAIŞ’ê 21 kesên Qubtî yên Misirê li Lîbiyayê serjêkirin.

Di 27’ê sibatê de serokê istixbarata Emrîka James Clapper  ragihand ku li gorî ankêtên wan li Tirkiyeyê piraniya kesên alîgirên hikûmetê çeteyên DAIŞ’ê wekî metirsiyekê nabînin.

Di 28’ê sibatê de şandeya Îmraliyê û cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Yaljehîn Akdogan derbarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Adar 2015

Di 5’ê adarê de sefîrê Emrîka yê li bajarê Sol a Koriya Başûr Mark Lîppert rastî êrîşekê hat.

Di 17’ê adarê de bi milyonan welatiyên Îsraîlê beşdarî hilbijartinên parlemana Îsraîlê bûn.

Di 18’ê adarê de hin kesên radîkal ên îslamî li dijî mûzexaneya Bardo ya bajarê Tûnisê û torîzmên biyanî êrîşek pêk anîn. Di encamê de 22 kes mirin û ji nava wan 18 torîzm bûn.

Di 19’ê adarê de bêtirî 40 endamên parlemana Emrîka ji serokê Emrîka Barak Obama xwestin ku komkujiyên dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan pêk  anîne fermî nas bike. Di sala 2014’an Obama komkujiyên li dijî Ermeniyan wekî kambaxiyên herî dijwar bi nav kir û banga naskirina van bûyeran bi temamî, rasteqîne û zelal nas bike. Di sala 1981’an de jî serokê Emrîka Ronald Reagan komkujiyên li dijî Ermeniyan bi qirkirinê bi nav kir.

Di 24’ê adarê de balefireke rêwiyan a Almaniya ku 148 kes têde bûn, li başûrê Fransa li herêma Alp hate xwarê û hemû kesên têde bûn jiyana xwe ji dest dan.

Di 25’ê adarê de piştî ku koalîsyoneke ji gelek dewletên Ereban bi serkêşiya Siûdiyê hate avakirin, dest bi destwerdana xwe li dijî Hûsiyan li Yemenê kir. Vê koalîsyonê yekemîn êrîşa xwe li ser daxwaza serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr El-Hadî bi navê “Asifêt El-Hezim” dest pê kir.

Nîsan 2015

Di 1’ê nîsanê de endamtiya Filestînê di Dadgeha Navnetewî de bi awayekî fermî hate qebûlkirin û hemû belge bi amadebûna rayedar û berpirsyarên bêtirî 100 dewletan hatin îmzekirin. Bi vê yekê hejmara endamênDadgeha Navnetewî gihîşte 123 endaman.

Di 3’yê nîsanê de kombûna dewletên 5+1 derbarê dosya nûklerî ya Îranê de li bajarê Lozanê ya Siwîsrayê hevpeymanek îmze kirin. Li gorî hevpeymanê nûkleriya Îranê dê di çarçoveya xebatên aştiyane de werin bikaranîn û hemû cezayên li ser Îranê dê bêne rakirin.

Di 11’ê nîsanê de Dadgeha Misirê derbarê doza tundiyê ya li mizgefta Rabêh El-Edewiyê ku di tebaxa 2013’an de pêk hatibû, biryara bidarvekirina serkêşê giştî yê Ixwan Muslimîn Mihemed Bedîh û hin kesên din girt. Dadgehê her wiha hin kesên din ku têkliya wan bi heman bûyerê re hebûn, bi girtina hemdemî ceza kirin. Li ser vê biryarên gelek alîgirên Ixwan Muslimîn li pêşiya heman mizgeftê çalakî lidar xistin û di encamê de pevçûn bi hêzên ewlekariyê re rûdan û di encama pevçûnan de bi sedan alîgirên Ixwan Muslimîn û 8 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Di 13’ê nîsanê de welatiyên Sûdanê ji bo serokê welat û endamên parlemanê hilbijêrin berê xwe dane sindoqan.

Di 16’ê nîsanê de dewleta Tirk li dijî pilana Denîmarkê ku dê paykerekî li bajarê Kopênhagin ji bo bîranîna milyon û nîveke Ermeniyan ava bike, derket.

Di 17’ê nîsanê de bepirsyarê parêzgeha Selaheddîn a Îraqê ragihand ku cîgir Sedam Hisên Izzet Îbrahîm El-Dorî di çalakiyekê de li herêma Hemrîn hatiye kuştin.

Di 22’ê nîsanê de dewletên beşdarî koalîsyona ereban a ragihandin ku çalakiyên wan li Yemenê bi dawî bû û dê qonaxeke nû bi diyalogê bi navê vegerandina hêviyê dest pê bikin.

Di 23’ê nîsanê de bi boneya 100’emîn salvegera komkujiya dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan di 24’ê nîsana 1915’an de Serokê Rûsya Viladîmêr Potîn peyamek ji bernameya “Cîhaneke bêyî qirkirinê” bi riya malpera fermî ya Krimlên şand.

Di 23’yê nîsanê de hikûmeta Çîlî ji ber volkana Kalboko ku ji 43 salan ve di xew de ye, rewşa herî awarte îlan kir. her wiha biryara valakirina herêmê jî derxist.

Di 24’ê nîsanê de helbestvanê navdar ê Sûdanê Mihemed El-Feytûrî ku li Mexribê rûdinişt piştî temeneke 79 salan jiyana xwe ji dest da. El-Feytûrî bi helbestvanê Afrîqiyayê tê naskirin û hemû helbestên wî li dijî dagirkeriya dewletên Afrîqiyayê bûn.

Li Nîcîriyayê jî artêşê di çalakiyeke leşkerî de li herêma daristana Sambîsa ku çeteyên Boko Heram a îslamiyên radîkal têde bi cih bûne, 293 jin rizgar kirin. Di heman rojê de artêşê diyar kir ku 200 jinên ciwan ên Tişîbok ku di nîsana 2014’an ji aliyê heman çeteyan ve hatine revandin, ne di nava van jinên hatine rizgarkirin de bûn.

Di 25’ê nîsanê de li dewleta Nepal ji 80 salan ve bixurttirîn erdhej pêk hat. Hêza erdhejê li gorî pîvana Rêxter 7.9 bû.

Di 28’ê nîsanê de hêzên Pêşmerge ku beşdarî berxwedana Kobanê bibûn vekişiyan.

Gulan 2015

Di 5’ê gulanê de Rêxistina Amnesty a Navnetewî artêşa rêjîma Baasê û komên opozîsyonê yên çekar bi komkujiyên li dijî welatiyên sivîl ên Sûriyeyê tewambar kirin. Li gorî Rêxistinê rêjîmê bi bermîlên bombeyî bêtirî 3000 kes li bajarê Helebê di salekê de kuştine û welatî neçar hiştine ku di jêrzemînan de rûnin. Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku hin sûcên rêjîma Baasê derdikevin asta sûcên li dijî mirovahiyê. Di heman raporê de hate destnîşankirin ku çekdarên opozîsyonê jî li Helebê bi topbarankirina tevlî hev sûcên şer kirine û hate gotin ku di sala 2014’an de ji ber topbarana çekdarên opozîsyonê 600 kes mirine.

Di 5’ê gulanê de her wiha kevintirîn qiral di cîhanê de qiralê Tayland Bomîbol Edoliyadîj bi boneya 65’emîn salvegera qiralîtiya xwe di şahiyekê de pîroz kir.

Di 13’ê gulanê de li gorî navenda Istixbarata Koriya Başûr, wezîrê parastinê yê Koriya Bakur Hiyon Yong Kol ji ber ku di civîneke leşkerî de ku Serokê Koriya Bakur Kîm Cong On têde amade bû, di xewê de diçû ji wezaretê hate avêtin û bi guleya topeke dijî-balefiran hate kuştin.

Di 19’ê nîsanê de jinên Arjentîn ji bo piştgiriya têkoşer Zeyneb Celalyan bikin ku rêjîma Îranê di sala 2008’an de bi tewmabariya beşdarî nava xebatên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bûye, girtibû, xwepêşandanek li dar xistin.

Di 24’ê gulanê de zaniyarê bîrkarî yê Emrîkî John Forbes Nash di 86 temenê xwe de ku herdu xelatên Nobel û Abel wergirtibûn di qezayeke tirafîkê de li wîlayeta New Jersey jiyana xwe ji dest da.

Du 25’ê gulanê de pileyeke germahiyê bi ser Hindistanê de hat û di encamê de 350 welatî ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest dan.

Di 27’ê gulanê de Rêxistina Amnesty a Navnetewî Tevgera Hemas a Filestînê bi sûcên şer tewambar kir.

Hizêran 2015

Di 2’yê hizêranê de Serokê Yekîtiya Lîstoka Fotbolê (FIFA) Cozêf Pilater istîfaya xwe pêşkêş kir.

Di 7’ê hizêranê de Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) cara yekemîn pileya ji sedî 10 di hilbijartinên parlemana Tirkiyeyê de derbas kir. Ji ber vê yekê hikûmeta Erdogan encamên hilbijartinê qebûl nekir û ji bo HDP’ê ji parlemanê dûr bixe helbijartin di 1’ê mijdarê de hatin dubarekirin.

Di 16’ê hizêranê de aliyên li Yemenê şer dikin li bajarê Cinêv a Siwîsra li hev civiyan. Di dema navbera civînê de di navbera aliyan de pevçûnên bi destdan derketin.

Di 17’ê hizêranê de Serokê Tirkiyeyê yê berê Silêman Demîrel di 90 saliya temenê xwe de mir.

Di 18’ê hizêranê de Netewên Yekbûyî di raporeke xwe de diyar kir ku hejmara koçberan ji ber rewşên şer û desthilatdariyê di cîhanê de derketiya asta herî jor û hejmara koçberan 60 milyon derbas kiriye. Her wiha hejmara koçberên Sûriyeyê jî 3.9 milyon kes in û di hundirê Sûriyeyê de jî 7.6 milyon kes in.

Di 23’yê hizêranê de ji ber bilindbûna pileya germahiyê li Pakistanê 692 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tîrmeh 2015

Di 3’yê tîrmehê de Meclîsa Mafên Mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî piştgiriya rapora komîteya lêkolînan derbarê êrîşa Îsraîl ya li ser Gazzayê ya havîna 2014’an de kir.

Biryara Meclîsa Mafên Mirovan banga darizandina sûcdarên şerê li Gazzayê ya di havîna 2014’an de kir.

Di 14’ê tîrmehê de Emrîka û Îranê ragihandin ku wan debarê dosya nûklerî ya Îranê lihev kirine.

Ajansa Feza û ezman a Emrîka (NASA) piştî ku gemiya fezayê New Horizons  ji gerestêrka Plûto nêzîk bû, wêneyên destpêkê weşandin.

Zaniyaran navê Clyde Tombaugh ku di sala 1930 de gerestêrka Plûto vedîtibû li herêma wekî dilekî wêneyê wê hatiye kişandin kirin. Gemiya fezayê bi lezeke pir xurt di rex gerestêrkê re derbas bû û miqdareke mezin ji agahiyan kom kirin.

Di dawiya tîrmehê de rayedarên Afganistanê ragihandin ku Serkêşê Tevgera Talîban Melle Umer di nîsana 2013’an de li nexweşxaneyekê li bajarê Karatçî ya Pakistanê miriye.

Di 27’ê tîrmehê de li kantona Babwa Ziya ya Endonîsyayê erdhejek bi hêza 7 pileyan li gorî pîvana Rexter pêk hat.

Tebax 2015

Di 11’ê tebaxê de Parlemana Îraqê ji bo reformekê di gelek aliyan de pêk bîne ji aliyê giştî endamên parlemanê ve hate erêkirin.

Di 12’ê tebaxê de tabûrên Izzeddîn El-Qessam aliyê leşkerî yê Tevgera Hemas a Filestînê  ragihandin ku wan balefireke keşfê ya Îsraîl desteser kirine.

Di 18’ê tebaxê de bi sedhezaran welatiyên Barazîlê li Rio de Janeiro xwepêşandaneke mezin li darxistin û ji Serokê welat Dalîma Rosêf xwestin ku istîfaya xwe pêşkêş bike.

Di 19’ê tebaxê de Rêxistina UNESCO ya Netewên Yekbûyî kuştina zaniyarê şûnwaran ê Sûriyeyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ku temenê xwe di parastina şûnwarên Palmîra de windakiribû, şermezar kir.

Di 20’ê tebaxê de Serokwezîrê Yûnanistanê Alexis Tsipras istîfaya xwe pêşkêş kir û banga lidarxistina hilbijartinên pêş ên parlemanê kir.

Çalakvanên Lubnanî pişît ku hikûmetê nikaribû çopa nava bajaran kom bike, bang li welatiyan kirin ku di bin durişmeya “Bihna we derket” li dijî hikûmetê derbikevin.

Di dawiya tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê perestgeha Bel a Palmîra ku di lîsteya çandî û kevneşopiyên cîhanê de ye teqand. Her wiha di heman mehê de perestgeha Beil Şemîn ku vedigere serdema Romaniyan û yek ji deverên şûnwanên herî buha di cîhanê de ye teqand.

Îlûn 2015

Di 3’yê îlûnê de Serokê dewleta Guatemala Otto Pérez Molina piştî fermana girtan wî bi tewambariya gendeliyê derket bi çend saetan istîfaya xwe pêşkêş kir.

Di 4’ê îlûnê de Dadgerekî Emrîkî piştî ku destûra zewaca Hemcinsî erê nekir biryara girtina karmendekî bi tewambariya bêhurmetiya Dadgehê kiriye da.

Di 8’ê îlûnê de Serokwezîrê Brîtaniyayê David Cameron ragihand ku balefirên Brîtaniyayê yekem êrîş li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê pêk anî. Her wiha ragihand ku di heman êrîşê de du hemwelatiyên Brîtanî ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de şer dikirin, hatine kuştin.

Di 11’ê îlûnê de Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî bi awayekî fermî ala Filestînê li pêşiya Navenda Netewên Yekbûyî bilind kir.

Di 22’ê îlûnê de dezgehên çapemeniyê ragihandin ku sefareta Emrîka ya li bexdarê du hewldanên soyqestkirina serokwezîrê Îraqê Heyder El-Ubadî têk birine û 2 sobayî girêdayî van buyeran hatine girtin.

Di 28’ê îlûnê de encamên hilbijartinên parlemana Herêma Kataloniyayê eşkere bûn û têde koalîsyona “Bi hev re ji bo Erê” ku banga serxwebûnê dikin, bi ser ket.

Di 30’yê îlûnê de Rûsya destwerdana Sûriyeyê kir û balefirên wê gelek baregehên çekdaran bombebaran kirin.

Cotmeh 2015

Di 1’ê cotmehê de memleketa Behrên sefîrê xwe yê li Îranê kişand û diyar kir ku kesê li ser karûbarên Îranê li Bahrên radibe ne cihê dixwaziyê ye û divê di 72 saetan de ji Bahrên derbikeve.

Di 11’ê cotmehê de balefirên Îsraîlê gelek deverên herêma Gazzayê bombebaran kirin. Di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Di 13’ê cotmehê de wezareta karên hundir li Gazzayê devera sînorê di navbera Îsraîl û herêma Gazzayê de wekî devera şer îlan kir.

Di 14’ê cotmehê de Wezîrê Parastinê ya Emrîka Ashton Carter got ku fermandarên leşkerî yên Rûsya û Emrîka dê derbarê hevkariya di şerê li Sûriyeyê de gelek hevdîtinan pêk bînin.

Di 15’ê cotmehê de Wezîrê Parastina Rûsya ragihand ku polîtên Rûsya û Îsraîlê ji bo parastina ezmanê Sûriyeyê derbasî perwerdeyên hevbeş bûne.

Di 17’ê cotmehê de Serokwezîrê Rûsya Dîmeterî Medvêdêv ragihand ku Rûsya parastina berjewendiyên niştimanî yên Sûriyeyê dike û parastina ti kesan nake. Her wiha hebûna Beşar El-Esed welatiyên Sûriyeyê biryarê digirin.

Artêşa Almaniya sîstema xwe ya fûzeyên Patiryot ya li Tirkiyeyê rawestand.

Di 21’ê cotmehê de Koçka Spî ya Emrîka pêşwazîkirina Rûsya ji Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re rexne kir.

Di 23’yê cotmehê de Rûsya û Urdinê derbarê hevkariya çalakiyên leşkerî li Sûriyeyê de lihev kirin.

Di 28’ê cotmehê de di dîroka dewleta Nepal de yekem jin wekî serok hate hilbijartin.

Di 29’ê cotmehê de Yekîtiya Ewropa û Îraqê ji bo avakirina navendeke istixbaratê û berhevkirina agahiyan derbarê çeteyên DAIŞ’ê de li hev kirin.

Di 30’yê cotmehê de serokê Emrîka Barak Obama biryar girt ku dê komeke biçûk ji hêzên taybet bişîne Sûriyeyê û dê bi çekdarên opozîsyonê re hevkariyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bikin.

Di dawiya meha cotmehê de balefireke Rûsya ya rêwiyan li herêma Sîna ya Misirê ket xwarê û di encamê de 224 rêwiyên têde jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAIŞ’ê jî xistina balefirê girt ser xwe.

Mijdar 2015

Di 1’ê mijdarê de hilbijatinên parlemana Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hatin dubarekirin û Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) rêjeya ji sedî 10 derbas kir û derbasî parlemanê bû. Her wiha bi serkeftina AKP’ê  di parlemanê de hovîtiya hikûmetê li dijî aliyên opozîsyonê nemaze rojnamevanan zêde bû.

Di 13’ê mijdarê de bajarê Şengalê ku di 3’ê tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, bi destên gerîllayên HPG’ê, şervanên YBŞ’ê, YPJ-Şengal, hêzên pêşmerge û bi hevkariya koalîsyona navnetewî hate rizgarkirin.

Di 13’ê mijdarê de li bajarê Parîsê rêzeêrîş li 6 deveran pêk hatin û nêzî 2 saetan dom kirin. Di encamê de bêtirî 150 welatiyên sivîl hatin kuştin û bêtirî 200 welatiyên din birîndar bûn. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê jî berpirsyariya van êrîşan girt ser xwe.

Di 14’ê mijdarê de bi armanca peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re berpirsyarên nêzî 20 dewletan li bajarê Viyannayê civînek lidar xistin.

Di 20’ê mijdarê de komeke girêdayî rêxistina El-Qaîdeyê ya bi navê “El-Morabîton” li bajarê Bamako ya dewleta Malî êrîşek pêk anîn û gelek welatî rehîne girtin. Her wiha di pevçûnan de 27 kes mirin.

Di 21’ê mijdarê de dewleta Becîka asta rewşa awarte li hemberî metirsiya terorê li paytextê Biroksêl bilind kir.

Di 24’ê mijdarê de artêşa dewleta Tirk balefireke Rûsya (Su-24) li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de xist xwarê û piştî vê bûyerê têkliyên di navbera herdu dewletan de gelekî xirab bûn.

Kanûn 2015

Di 1’ê kanûnê de di navbera hikûmeta Lubnanê û çeteyên Cebhet El-Nusra de bi navbênkariya Qeterê guhertina dîlan pêk hat.

Di 2’yê kanûnê de li dijî navnedeke tenduristî ya li herêma San Bernardino ya wîlayeta California êrîşek pêk hat.

Di 3’yê kanûnê de çeteyên DAIŞ’ê hemwelatiyekî Rûsya piştî destpêkirina hemleya Rûsya li Sûriyeyê serjê kir.

Di 4’ê kanûnê de bêtirî 4 hezar leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi çek û cebilxaneya xwe derbasî bakurê Îraqê bûn û li herêma Başîqa ya li nêzî Mûsilê bi cih bûn. Ji ber vê yekê hikûmeta Îraqê gileyek li Konseya Welekariyê derbarê mijarê de rakir û xwest Tirkiyeyê leşkerên xwe ji Îraqê derbixe.

Di 5’ê kanûnê de li Misirê hilbijartin hatin lidarxistin.

Di 6’ê kanûnê de welatiyên Fransayê berê xwe dan sendoqan û endamên meclîsan herêmên Fransayê hilbijartin. Di hilbijartinan de partiya Eniya Rast a Niştimanî ya nijadperest bi bin ket.

Di 8’ê kanûnê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê  ragihand ku Rûsya piştî nakokiyên din navbera Mosko û Enqereyê de ji ber xistina balefira Rûsiyayê li Sûriyeyê derketine, gelek helîkopter li Ermîniyayê bi cih kirine.

Di 8 û 9’ê kanûnê de Kongra Sûriya Demokratîk bi beşdarbûna piraniya hêzên opozîsyona Sûriyeyê li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Di encama kongreyê de Meclîsa Sûriya Demokratîk hate îlankirin.

Di heman demê de li paytexta Siûdiyê Riyadê gelek aliyên qaşo nûnertiya opozîsyona Sûriyeyê dikin û gelek nûnerên komên çekdar ku navên wan di lîsteya terorîst de ne kongreyek li dar xistin.

Di 12’ê kanûnê de li paytexta Fransayê Parîsê Lûtkeya avhewayê hate lidarxistin. Di lûtkeyê de 195 dewletan hevpeymaneke dîrokî derbarê rewşa germahiyê de îmze kirin.

Di heman rojê de welatiyên Siûdiyê endamên şaredariyan hilbijartin. Di van hilbijatinan de yekem car jinên Siûdiyê beşdar dibin û di encama hilbijartinan de jinan 20 kursî bi dest xwe ve anîn.

Di 13’ê kanûnê de Serokê Gambiya Yehya Cuma dewlet wekî welatekî îslamî ragihand.

Di 15’ê kanûnê de Siûdiyê koalîsyonek di bin navê “koalîsyona îslamî ya leşkerî li dijî terorê” ku ji 24 dewletan pêk tê ava kir.

Di 15’ê kanûnê de parlemanterên Tirkiyeyê ji bo darizandina Erdogan îmze kom kirin.

Di 15’ê kanûnê de li Siwîsrayê bi armanca destpêkirina diyalogê di navbera aliyên şerê Yemenê de di bin banê Netewên Yekbûyî  hevdîtin dest pê kirin.

Di 16’ê kanûnê de Cîgirê Wezîrê karên Derve yê Rûsyayê Alexei Meshkov got ku Rûsya dixwaze ku kurdên Sûriyeyê jî beşdarî hevdîtinên ji bo pêşeroja Sûriyeyê bibin.

Di 17’ê kanûnê de çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê beriya ku civîna navnetewî ya derbarê Sûriyeyê de ku li bajarê New York ragihand ku Urdinê lîsteyek ku ji navên 160 rêxistinên ku destên wan di çalakiyên terorîst de hene radestî wan kirine.

Werger: JIYAN HACÎ

ANHA

Şerê jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn-2

Panaroma

25.12.2015 10:07    PanaromaSernûçe

SYRIA

Di qada Sûriyeyê de bûyerên girîng – 2015

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Girêdayî rewşa Sûriyeyê di sala 2015’an de gelek civîn û konferansên navnetewî bi armanca peydakirina çareseriyekê ji aloziyê re ku derbasî sala xwe ya 5’emîn dibe, hatin lidarxistin. Lê ji ber ku di piraniya van civîn û konferansan de nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê beşdar nebû, bê encam bûn. Her wiha gelek civînê din hatin lidarxistin û têde çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam di bin navên cuda de beşdar bûn û ev yek jî nîşana ku ewan aliyan naxwazin aloziya Sûriyeyê bi awayekî siyasî çareser bibe.

Di sala 2015’an de gelek şer û pevçûnên dijwar rûdan. Her wiha hêzên rêjîma Baasê bi alîkariya balefirên Rûsyayê bi taybet li bajarê Şam û gundewarê wê pêşve çû. Her wiha parêzgeha Idlibê jî ji destê rêjîmê hate derxistin.

Di şer û aloziya Sûriyeyê de bêtirî nîv milyon kes mirin û birîndar bûn. Bêtirî 2 milyon kes neçar man koçberî dewletên cîran bibin. Bêtirî 220 welatiyên Sûriyeyê bi destên rêjîma Baasê û komên çekdar ên opozîsyonê hatin kuştin. Her wiha girtîgeh jî bi hezaran kesan hatin dagirtin û bi dehhezaran jî ku di nava wan de jin û zarok jî hene winda bûn.

Sûriyê di aliyê siyasî de

Konferansên Mosko

Di destpêka meha çileya 2015’an de bêtirî 30 kesayetan ku nûnertiya opozîsyona Sûriyeyê dikin bi şandeya Rêjîma Baasê re li paytexta Rûsya Moskoyê civiyan. Civîn bê encam bi dawî bûn. Piştre 2’yemîn konferansa Moskoyê di 5’ê nîsanê de bi beşdarbûna 33 kesayetên opozîsyonê bi şandeya rêjîma Baasê re civiyan. Ev konferans 3 rojan deom kir û di konferansê de şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê kaxezek derbarê şêwazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê de pêşkêş kir. Ev konferans jî bêyî ku ti lihevkirine siyasî û aştiyane pêk were bi dawî bû. Piştre hin aliyên opozîsyonê berê xwe dan paytexta Kazaxistinê Astana û li vir civînek lidar xistin.

Civînên Qahîreyê

Bi armanca peydakirina nêrîn û nexşeriyeke hevbeş a opozîsyona Sûriyeyê, li ser vexwendina Meclîsa Misirê ya Karûbarên Derve, hêzên siyasî û kesayetên niştimanî yên Sûriyeyê li paytexta Misirê Qahîreyê civîneke amadekar ji bo konferansa 22/24’ê çileya 2015’an li dar xistin. Di vê civînê de ji bo vejandina xebatên siyasî û destpêkirina diyalogê li gorî civîna Cinêv 1 û biryarên Netewên Yekbûyî yên girêdayî aloziya Sûriyeyê gotûbêj hatin kirin.

Armanc ji gotûbêjan ew bû ku veguhestineke demokratîk pêk were û dewleteke sivîl were avakirin û çareseriya aloziya Sûriyeyê tekane siyasî û niştimanî ye. Li hevkirina li ser Hevpeymana Civakî û belgeya niştimanî dê dewleteke demokratîk û nûjen ku têde hemû maf siyasî û sivîl ên hemû pêkhateyan di çarçoveya rêveberiyeke nenavendî de bêne parastin, ava dike.

Piştî gotûbêj û peywendiyên berfireh ku komîteya amadekar a konferansê pê radibû, projeyeke niştimanî û projeya nexşeriyekê hate amadekirin. Her wiha bêtirî 200 kesayetên niştimanî û nûnerên hêzên niştimanî yên demokratîk û sivîl ji bo konferansê hatin vexwendin û rojên 8-9’ê hizêrana 2015’an ji bo lidarxistina konferansê hatin diyarkirin.

Duyemîn konferansa Qahîreyê ya opozîsyona Sûriyeyê bêtirî 150 kesayetên opozîsyona Sûriyeyê beşdar bûn. Di nava beşdaran de gelek endamên berê yên Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê bi sîfeta xwe ya kesane hebûn. Di vê konferanês Sekretêrê Giştî yê Kombûn Dewletên Ereban Nebîl El-Erebî û Serokê Parlemanê Ereban Ehmed El-Cerwan beşdar bûn. Vê konferansê “Belgeya Niştimanî ya Sûriyeyê” li gorî konferansa Cinêv 1 ji xwe re esas girt.

Biryarên Qahîreyê jî ji ber berdewma şer û dijwarbûna pevçûnan li Sûriyeyê bê encam bûn.

Civîna Astana ya Kazaxistanê

Piştî konferansên Moskoyê ku biryarên wê tenê li ser kaxezan man û tiştek ji wan li ser erdê pêk nehat, aliyên opozîsyona Sûriyeyê di 25’ê gulanê de li paytexta Kazaxistanê Astana li hev civiyan. Civîn 3 rojan dom kir û bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Li gorî daxuyaniyê sîstema Nenavendî dê li Sûriyeyê were meşandin, divê hemû çekdarên biyanî ji Sûriyeyê xwe vekişînin û pêwîste eniyeke hevgirtî li dijî terorê were avakirin. Lê hemû biryarên vê civînê jî tenê li ser kaxezê man û hatin arşîvkirin.

وحيد البلعوس زعيم مشايخ الكرام من طائفة الموحدين

Parêzgeha Siwêda rêveberiya xwe ya xweser ragihand

Di 6’ê îlûnê de di heman dema ku civînên çareserkirina aloziya Sûriyeyê li bajarê Viyannayê dihatin lidarxistin de, komeke çete serokê şêxên pêkhateya yekgirtiyên Dirûzan Şêx Wehîd El-Belûs û 7 kesên bi wî re bi tirimpêleke bombebarkirî kuştin. Welatiyên pêkhateya Dirûz serokê Şaxa Ewlekariya Leşkerî Wefîq Nasir û “çeteyên El-Esed” bi vê bûyerê tewambar kirin. Welatiyên parêzgeha Siwêda bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê çavdêriya hemû saziyên parêzgehê di bin sîwana rêveberiyeke xweser de bikin û hêmên xwe biparêzin.

Rêzecivînên Viyannayê û bê çarebûn

Piştî rêzecivîn û konferansên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê de di salên borî de yên aloziya Sûriyeyê de hatin lidarxistin, ti careserî nehatin bidestxistin. Di roja pêncşema 29’ê cotmeha 2015’an de wezîrên karên derve yên Rûsya, Emrîka, Tirkiyeyê û Siûdiyê li Viyannayê li hev civiyan. Di vê civînê de jî li hevûdu nekirin û biryar hate girtin ku civîn berfirehtir bibe û 13 welat di nava wan de Îran û nûnerên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa beşdar bibe.

Beşdarên civînê dîsa wekî civînên berê ji ber ku nûnerên gelê Sûriyeyê beşdar nebûn ti çareserî peyda nekirin. Her wiha biryar hate girtin ku civîneke din li Viyannayê were lidarxistin.

Derbarê civîna yekemîn a Viyannayê de Wezîrê Karên Derve ya Almaniya Frank-Walter Steinmeier diyar kir ku civîna bê ya Viyannayê dê di 14’ê mijdarê de  were lidarxistin ti hêvî jê tune ne.

Di 14-15’ê mijdarê de duyemîn civîna Viyannayê hate lidar xistin. Di vê civînê de jî beşdaran daxuyanek dan û têde diyar kirin ku wan ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê lihev kirine û dê hevdîtinên nû pêk bînin û agirbestê pêk bînin. Her wiha xebatên siyasî bidin destpêkirin.

Li ser belgeyê nûnerên 17 dewletan, Yekîtiya Ewropa, Netewên Yekbûyî û Kombûna Dewletên Ereban îmze kirin.  Her wiha destnîşan kirin ku wan ji bo avakirina hikûmeteke demkî li Sûriyeyê di şeş mehan de lihev kirine û piştî 18 mehan dê hilbijartin bêne lidarxistin. Derbarê rewşa Beşar El-Esed de jî li hev nekirin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso di hevdîtinekê bi ANHA’yê re encamên civînên Viyannayê wekî destpêk erênî nirxandin û destnîşan kir ku ji ber ku nûnerên opozîsyona rasteqîn beşdarî van civînan nebûne, dê bêbandor bimînin.

meclisasuridemokratic

Kongra Sûriya Demokratîk

Pêngava dîrokî û guncaw di dîroka opozîsyona Sûriyeyê de ew bû ku yekem car hêzên opozîsyona Sûriyeyê yên rasteqîne li ser axa Sûriyeyê li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê ku ji rêjîma Baasê hatiye rizgarkirin li hev kom bûn û di 8-9’ê kanûnê de bi beşdariya 103 nûnerên opozîsyonê yên siyasî, civakî û leşkerî di bin durişmeya “Ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk” de Kongra Sûriya Demokratîk li dar xistin.

Di encamnameya kongreyê de Meclîsa Sûriya Demokratîk hate avakirin. Her wiha belgeyek hate derxistin û têde banga hişyarbûnê li hemberî metirsiyên koçberî û penabertiyê hate dayîn. Her wiha ji bo peydakirina şêwazên rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê û vegerandina koçberên Sûriyeyê xebat bêne meşandin. Meclîsa Sûriya Demokratîk projeyeke siyasî, niştimanî, demokratîk a Sûriyeyê ye û ji bo mozayîka pêkhateyên Sûriyeyê were parastin dixebite. Beşdarên Kongreyê her wiha ragihandin ku Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) ku xwe dispêre berxwedana gelan û xwîna şehîdan û serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîne, aliyê wê yê leşkerî ye.

Meclîsa Sûriya Demokratîk di 12’ê kanûnê de li bajaroka Rimêlanê yekemîn civîna xwe li dar xist. Di vê civînê de 43 kesayet ji endamên Desteya Siyasî ya Meclîsê û nûnerên hemû aliyên siyasî û hin kesayetên serbixwe beşdar bûn û Desteyeke Rêveber a Meclîsê ku ji 9 endaman “Îşûh Gewriyê, Murad Dawûd, Îbrahîm El-Hesen, Rojîn Remo, Hikmet El-Hebîb, Bêrîvan Ehmed, Cemal Şêx Baqî, Eladdîn Xalid û Salih Nebwanî” pêk tê ava kirin. Her wiha Sekretêrê Giştî yê Pêla Genim Heysem Menah û Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ilham Ehmed wekî hevserokên Meclîsa Sûriya Demokratîk hatin hilbijartin.

Kongra Sûriya Demokratîk di cîhanê û bo taybet li Rojhilata Navîn û qada Sûriyeyê de deng veda. Gelek lêkolînerên siyasî û hêzên navnetewî diyarkirin ku beşdarên Kongra Sûriya Demokratîk nûnertiya rasteqîn a opozîsyona S