1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerê li Kobanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike
Şerê li Kobanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike,şerê,li,kobanê,bi,hemû,dijwariya,xwe,berdewam,dike

Şerê li Kobanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Ji ber berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku çekên herî giran bikar tînin, çeteyan dest bi kiryarên tirsonek yên wekî bikaranîna wesayîtên bi bombebarkirî kirin.

Hêzên YPG'ê li rojavayê herêma Kobanê li dijî gelek navend û nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên bibandor lidar xistine. Di encamê de 25 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî hatin derbekirin.

Li aliyê rojhilatê Kobanê şevê din di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar derketin û heta saetên sibê pervçûnan berdewam kir. Çeteyan bi hejmareke mezin û çekên giran êrîş kirin rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin.

Hêzên YPG'ê li dijî navendeke çeteyan çalakiyek li dar xist. Li gorî agahiyan, li eniya rojhilat di encama bersivdayîna êrîşên çeteyan û çalakiya li dijî nuqteya çeteyan de herî kêm 30 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li başûrê herêmê jî dijwar kirin. Li hemberî van êrîşan şervanên YPG'ê berisva tund didin. Di pevçûnên ji duh ve hata niha li başûrê herêmê derketine de 19 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Duh piştî nîvro çeteyan bi 2 wesayîtên bombebarkirî ji aliyê rojhilat û başûr êrîş kirin, lê şervanên YPG'ê ew hedef girtin û yekser herdu wesayît jî teqandin. Kesên intîharî yê di hundirê wesayîtan de jî hatin kuştin.

(bd)