1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerê li Şemzînanê didome
Şerê li Şemzînanê didome,şerê,li,şemzînanê,didome

Şerê li Şemzînanê didome

Li herêma Şemzînanê ya Colemêrgê hefteyek e şer û pevçûn didome

A+ A-

VAHAP BAY/SAMİ YILMAZ Li herêma Şemzînanê ya Colemêrgê hefteyek e şer û pevçûn didome. Li gundên Nehrî, Navrezan Rubunusê ji 24'ê Tîrmehê heta niha şer û pevçûn li herêmê didome. Welatiyên ku gund û mezrayên wan hatin bombekirin û gundê xwe terk kiribûn, nikarin li gundê xwe vegerin. Hate zanîn ku 17 tîmên taybet ku winda bûbûn cenazeyê wan anîn 3'emîn Tabûra Komando ya Takik a Çiyê.

Li Colemêrgê û navçeyên wê nêzî hefteyekê ye operasyonên leşkerî berdewam dikin. Gund tên bombekirin û sewal tên kuştin. Li aliyê din jî endamên HGP'ê li hemberî operasyonan li dijî leşker û helîkopteran di nava şer û pevçûnê dene. Li gundê Nehrî, mezrayên Navrezan û Rubunusê yên Şemzînanê piştî operasyon zêde bûn leşkeran ketober herêm, zozan û gund dan ber bombeyan. Li aliyekî endamên HPG’ê gelek cih xistine bin kontrola xwe û li ser rêyan lêgerînê pêk tîne, li aliyê din operasyonên leşkerî ji 24'ê tîrmehê didomin. Ji ber şer û pevçûnê gelek welatî ji gundê xwe derketin. Welatiyên gundê Begerdê, Mûşe, Beytera, Gelaşk, Nirkula Serî, Nîrkula Nuvekê, vala kir û nikarin li gundê xwe vegerin.

Di bombekirina gundan de welatiyê bi navê Huseyin Turan birîndar bûbû û 4 sewalên Reşit Toprak mirar bûbûn. Bi sedan dolim daristan hatin şewitandin. Di bombebara leşkeran de gelek zeviyên daristanê bûn xwelî. Li 4 nokteyan bi îdîaya endamên HPG’ê di nava daristanê dene li herêma Robarokê û Şemzinanê ketin û derketin hate qedexekirin.

Der barê 17 tîmên taybet de daxuyanî nehat dayîn

Li mezrayên Navrezan û Rubunus ên gundê Nehrî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 24'ê tîrmehê de pêvçûnan dest pê kiribû û hêj berdewam dikin û gelek leşker jî ber bi herêmê ve hatin sewqkirin. Di 25'ê tîrmehê de li gorî agahiya gundiyan dayîn 17 tîmên taybet li herêma pevçûnê bi HPG'iyan re ketin pevçûnê û winda bibûn. Têkildarî 17 tîmên taybet ên windabûn heta niha ji aliyê rayedaran û saziyên fermî ve tu daxuyanî nehatin dayîn û li gorî agahiyên şahidekî bûyerê teza "windayan vedişêrin" bi hêz dike.

Li herêma Xaranî û Gevriyazînê ku di navbera mezrayên Rûbûnûs û Navrezan ku girêdayî Gundê Nehrî ya Şemzînana Colemêrge de artêşa tirk di pêvçûnê de balafirên şer, helîkopter û bi hezaran leşkerên ku di nav de tîmên taybet û leşkerên perwerdehiya taybet dîtine jî hene bi kar tîne. Ligel vê yekê hate zanîn ku endamên HPG'ê di navbera mezrayên Rûbûnûs û Navrezan noqteya lêgerînê saz kiriye û kontrola nasname û wesayîtan dike. Li navçeya Şemzînanê welatiyan 2 rojan dikanên xwe venekirin. Polîsên Tevgera Tîmên Taybet jî ketin û derketina navçeyê kir bin kontrolê.

‘Dewlet wekheviyê naparêze'

Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, anî ziman ku ji ber operasyonên li herêmê welatî gelek zor û zahmetiyên mezin dijîn û dewlet wekheviya welatiyan naparêze. Tore, da zanîn ku li herêmê gelek gelek zêde leşker û tîmên taybet hatine bicihkirin û jiyana welatiyan tehdît dike.

‘Em dê biçin herêma Federal a Kurdistanê'

Welatiyê Gundê Nehriyê Letif Çîftçî jî anî ziman ku ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî êdî star li wan nemaye û ev yek wisa bidome gund û warên xwe terk bikin û biçin Herema Federal a Kurdistanê. Çîftçî anî ziman ku êdî nikarin biçin nava dehl û rezên xwe û nikarin amadekariya xwe ya zivistanê bikin û wiha got: "Ger ku ev rewş wisa bidome em dê biçin herêma Federal a Kurdistanê. Em dixwazin ev operasyon bi dawî bibin."

Welatiyê gundê Mosê Nevzat Çiftçi jî anî ziman ku ji ber li herêmê operasyon zêde dibe ewlehiya wan nemaye û wiha got: "Her roj herêm tê bombekirin. Ji 10 topan yek li gund dikeve. Gelo em li 155’an bigerin û bêjin gundê me tê bombekirin?"

(mae)


Bêjeyên Miftehî