Şerê li Şengalê bi dijwarî dewam dike
ŞENGAL 28.09.2014 06:08:28 Li Şengalê, şerê duh bi şev li gundê Dîgurê û derdora wê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên HPG'ê de destpê kir, bi dijwarî dewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê nîvê şevê li hemberî yekîneya gerîlayên HPG'ê ya li gundê Dîgurê bicih bûbûn, êrîşek pêk anîn. Çeteyên êrîş kirin ketin kemîna gerîla û li ser vê yekê şer derket. Hat ragihandin ku şerê li vê derê bi dijwarî dewam dike.
Çavkaniyên HPG'ê yên li herêmê dan xuyakirin ku DAIŞ ji korîdora însanî ya li Çiyayê Şengalê bigire, êrîş dike. Gund hînê bi temamî di bin kontrola gerîlayên HPG'ê de ye.
Der barê encamên şer de agahiyeke zelal nehat bidestxistin. Tê payîn ku HPG li ser mijarê di nava rojê de daxuyaniyekê bide.
Duh bi şev çeteyên DAIŞ'ê li dijî heman gundî êrîşek din kiribûn, lê li ser bersiva tund a gerîlayên HPG'ê bi dayîna windahiyên giran re neçar mabû xwe vekişînin.