1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerê li Şengalê heta serê sibê dewam kir
Şerê li Şengalê heta serê sibê dewam kir,şerê,li,şengalê,heta,serê,sibê,dewam,kir

Şerê li Şengalê heta serê sibê dewam kir

A+ A-

ŞENGAL (DÎHA) - Li Şengala ku rewşa hewayê nebaş bûye, duh bi şev di navbera Hêzên Berxwedana Hevpar û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Nebaşbûna hewayê, bandoreke neyînî li bi hezaran sivîlên li Çiyayê Şengalê dike.

Tevî mij, baran û hewa sar, Hêzên Berxwedana Hevpar operasyona Azadkirina Şengalê dewam dikin. Li navenda Şengalê ji duh bi şev heta ber destê vê sibehê pevçûn qewimîn.

Hêzên Berxwedana Hevpar ên Şengalê duh êvarê tespît kirin ku li maleke li taxa Hay Nasirê çete hene û li hemberî van çeteyan dest bi operasyonê kirin. Gerîlayan êrîşî mala çete lê bûn kirin û di encamê de du çete hatin kuştin. Gerîla ketin vê malê û dest danî ser çek û cebilxaneyên çeteyan. Hat ragihandin ku yek ji çeteyên hatiye kuştin, navê wî Ebû Taybe ye.

Li aliyê din, şert û mercên nebaş ên hewayê, bandoreke neyînî li sîvîlên li Çiyayê Şengalê dike. Piştî ku hêzên HPG/YJA STAR, YPG/YPJ û YBŞ'ê korîdor vekirin, ji Rojava û Başûrê Kurdistanê alîkariya însanî tê şandin. Çavkaniyên li herêmê dan xuyakirin ku mercên hewayê nebaş bûye û destnîşan kirin, ku divê alîkariya însanî bê zêdekirin.

(wk)