1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerê Şemzînanê vegotin
Şerê Şemzînanê vegotin,şerê,şemzînanê,vegotin

Şerê Şemzînanê vegotin

Welatiyan serpêhatiyên Şerê Şemzînanê vegotin

A+ A-

SAMÎ YILMAZ Pevçûnên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 9 rojin berdewam dikin. Welatiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku leşker dixwazin herêmê bê mirova bikin û tiştên hatin jiyîn ji aliyê çapemeniya tirk ve nehatin dîtin. Welatiyan, anî ziman ku herêmê bi temamî bû qada şer û herêm di bin kontrola HPG'iyan de ye. Welatiyan da nazîn pevçûna li Şemzînan pêk hat dê gelek tiştan li Tirkiyeyê bi guhirîne.

Pevçûnên di 24'ê tîrmehê de li mezrayên Navrezan û Rubunus ên gundê Nehrî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera HPG'î û leşkeran de dest pê kirin di roja 9'emîn de berdewam dike. Pevçûnên li ser qada 30-40 km a heta gundê Bêsosîn ê li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê belavbûn gundên derdorê gelek bi bandor dibin. Leşkeran li ser Pira Xiyal nokteya lêgerîn danî û destûrê nadin tu kes derbas bibe. Beşek mezin a herêmê bi awayeke zelal di bin kontrola HPG'iyan de tê xuyakirin. Welatiyên herêmê têkildarî pevçûnê de axivî û diyar kirin ku ji bo leşker kontrola HPG'iyan a herêmê bişkênin nikarin mudaxeleyê bikin û ji ber vê yekê bi balafir û helîkopteran herêmê bombebaran dike. Welatiyan, anî ziman ku bi helîkopteran 2 caran tîmên taybet xwestin li herêma operasyonê bi cih bikin lê li ser mudaxeleya HPG'iyan tîmên taybet paşve anîn.

Heta Herêma Federal a Kurdistanê rê girtîne

Ji ber herêma pevçûnan her tim tê bombebarankirin ketina 13 gundên di nav de gundên Nîrkole, Qleşk jor, jêr û navîn, Moşe Rubunus, Beysaran, Tuva, Turî, Bemlate û Nehrî jî hene bi tesdûra leşkaran a tayet pêk tê. Hate zanîn ku leşker jî bi reşweke gelek taybet tenê ji bo ketina gundan destûrê didin. Herêmên Betkarok, Sigire, Şuvesore, Şerdîlan, Veredîkî, Kanîsîpî, Kanîkafar, Şuvedînî û Buyunî jî ji ber her tim tê bombebarankirin bi temamî hatiye valakirin û ji bo ketina van qadan bi tu awayî destûr nayê dayîn. Welatiyên herêmê dan zanîn ku hemû riyên di navbera gundê Navderojan ê bajaroka Rubarokê û sînorê Herêma Federal a Kurdistanê jî di bin kontrola HPG'iyan de ne û ji ber vê yekê hemû ji wesayîtan re girtîne.

Li herêmê ji zarokan re niviştan çêdikin

Li herêma dixwazin bi temamî bêmirova bikin rojên borî hate îdîakirin ku ji aliyê Qeymeqamê Şemzînan ve ji bo welatî gundan vala bikin ji keyayên gundan re got, "Heke hûn gundan vala nekin berpirsiyarî ya we ye" Li herêma di navbera Şemzînan û bajaroka Rubarokê de dimîne sewal bê xwedî digerin û baxçe û ziviyên gundiyan ji ber nayên avdan zuha bûn. Ji ber herêmê her tim tê bombebarankirin zarok ji ber tirsa vê yekê ranakevin û malbat jî ji bo çareseriyê serî li çêkirina "nivîştan" didin.

Bi balafirên şer, kobra û obusan tê bombebarankirin

Welatiyan bertek nîşanî operasyon û hevçûnên li herêmê pêktên di çapemeniya tirk de cih nagirin dan. Welatiyan anî ziman ku pevçûna li Şemzînan dê li Tirkiyeyê gelek tiştan biguherîne. Welatiyan got ku ji ber leşker nikarin bikevin herêmê nirxandinên sînorê Herêma Federal a Kurdistanê Şemzînan e tên kirin. Leşker bi çekên giran, balafir û helîkopteran êrîşan dikin û HPG'î jî bi çekên xwe yên ferdî, hewan, doçka û uçaksawaran bersivê didin. Ligel herêm ji aliyê balafirên şer, helîkopter û obusan tê bombebarankirin dîsa jî tu encama anyê girtin. Tanqê ji herêmê re hatin şandin jî ji ber gulebarana HPG'iyan a doçkayan paşve hatin kişandin.

Ji ber bombebarana bi rojane berdewam dike şewatên daristanan pêk hat û bi rojane tu kes mudaxeleyê lê nake. Li herêmê gelek leşker hatine sewqkirin û ji ber bombebaranê welatî bi qazinc in. Gelê herêmê ji ber rayedar li hemberî komkujiya xwezayê bêdeng in bi bertek in û wiha gotin: "Dema şemzînan be li Tirkiyeyê li hemberî komkujiya mirov û xwezayê bêdeng bimîn e ye." Welatiyan bal kişand ser serdagirtina Şemzînan a PKK'ê ya di sala 1984'an, bombekirina Pirtûkxaneya Umut û pevçûnên 9 rojin berdewam dikin. Welatiyan, da zanîn ku Şemzînan serdema 3'yemîn a girîng dijî û pevçûna 9 rojin berdewam dikin di dîrokê de yekemîn e.

‘Dayîkên tirk zarokên xwe bi lorîkan, dayîkên kurd zarokên xwe bi dengê topan dirazînîn'

Dayîkekê bertek nîşanî geşedanên li Şemzînan pêktên da û wiha got: "Zarokên me dengê topan tên dinê û bi dengê topan mezin dibin. Dayîkên tirk zarokên xwe bi lorîkan, dayîkên kurd zarokên xwe bi dengê topan di razînin."

'Ji bo zexîre nedin gerîlayan dixwazin gundan valabikin'

Welatiyê li gundê Navrezan dijî yê bi navê Sitki Kivci, diyar kir ku li herêmê çandînî û sewalkarî bi temamî xelas bû û pevçûnên hefteyeke berdewam dike, pevçûnên heta niha dîdin ên herî bi hêz in. Kivci, anî ziman ku rojên borî ji ber herêmê hate bomebarankirin li cendirmeyan geriyan û wiha got: "Leşkeran ji min re gotin 'Em bombenakirin rêxistin bombe dike' Em dizanin ku herêma me kî bombe dike." Kivci, da zanîn ku qeymeqam ji wan re got, "gundên xwe vala bikin û werin cem xizmên xwe" û wiha axivî: "Sedema sereke ya valakirina gundan ew e ku xezîre nedin gerîlayan. Bombe li ser serê me jî bibarin em gundê xwe vala nakin."

'Rojnameger bi qeymeqam re çayê vedixwin û herêmê terk dikin'

Kivci, bilêv kir ku berpirsiyarê bûyeran Serokwezîr Erdogan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heke Erdogan dê bi pirsgirêkên welatên din re eleqedar bibe bila berê bê Şemzînan bibîne. Bila hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn bila bên vî şerî bibînîn." Kivci, destnîşan kir ku rojnamegerên tên herêmê tiştên pêk hatin nanivîsîin û wiha got: "Rojnameger tên herêmê û bi qeymeqam re çayê vedixwin û pişt re careke din ji herêmê vediqetin."

'Keda min a 22 salan di nava 10 deqeyan de hilweşiya'

Welatiyê li gundê Beysaran ê bi navê Metîn Atîs ê bavê 7 zarokan jî diyar kir ku zarokên wî ji ber bombeyên tên avêtin şevê ranakevin. Atîs, anî ziman ku şevê diçûn cem xizmên xwe yên li gundê Nehriyê û wiha axivî: "Serê sibê careke din em vedigerin gund. Li vir tu ewlehiya canê me tuneye. Heke nexweşeke me yê lezgîn çêbibe tu nexweşxaneyên em bibinê tuneye." Welatiyê bi navê Feymî Çelîk ê ku li gundê Beygirtê jê dijî diyar kir ku keda wî ya 22 salan ji aliyê leşkeran ve di nava 10 deqeyan de şewitandin.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî