1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şerîf Goyî: Şoreşa Rojava dikare Rojhilata Navîn li ser piyan bigire
Şerîf Goyî: Şoreşa Rojava dikare Rojhilata Navîn li ser piyan bigire,şerîf,goyî,şoreşa,rojava,dikare,rojhilata,navîn,li,ser,piyan,bigire

Şerîf Goyî: Şoreşa Rojava dikare Rojhilata Navîn li ser piyan bigire

Têkildarî salvegera Şoreşa Rojava endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Şerîf Goyî daxuyanî da û got; "Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bûye bawerî û hêvî."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF

Fermandarê HPG'ê ev nirxandin kir: "Pêşketina Şoreşa Rojava bû dersek li hemberî desthilatdariyê. Lê rewşa şoreşê li Rojava di hinek alî û kesan de nerazîbûn jî çêkir. Sedemên wê jî digotin 'em xwedî pere ne, em xwedî hêz in, çek in.' Ew kes û aliyên ku xwedî hêz in bi salan e gel di bin desthilatdariya xwe de difetisandin. Tevî van kes û aliyan Şoreşa Rojava gihîşt asta herî jor. Cihê wan nema di nava gel de maye. Ev kes û alî bi hêza xwe ya madî û çekên xwe nekarîn bibin asteng li pêşiya Şoreşa Rojava ku li ser bingeha fikra Rêber Apo mezin dibe. Di heman demê de Şoreşa Rojava tirsek mezin xist nava dilê van kes û aliyan. Vana gotin 'çawa em ewqas xwedî hêz in, me bi sîstem û taktîka xwe encamek negirt û em negihan armanca xwe'."

'ŞOREŞA ROJAVA BÛYE BAWERÎ'

Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Şerîf Goyî bal kişande ser rewşa Rojhilata Navîn a heyî ku di bi navê "Bihara Ereban" de hewl tê dayîn ji nû ve were dîzaynkirin. Goyî got, "Xwestin bi navê Bihara Ereban li herêmê dîzayneke nû çêbikin, lê hate dîtin ku ji derveyî guherîna rejîman tiştek nehatiye guhertin'' û diyar kir ku di hişmendiya netewe-dewletê de tiştek neguheriye lê Şoreşa Rojava îspat kiriye ku ew dikare bibe alternatîfa pergalên desthilatdarîparêz. Şerîf Goyî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Şoreşa Rojava îro bûye bawerî, bûye hêviya gelan. Hate dîtin tenê Şoreşa Rojava dikare Rojhilata Navîn li ser piyan bigire. Li deveyî Şoreşa Rojava, pergalên din bi ti awayî nikarin ji pêwîstiyên gelan re bibin bersiv. Kî çi bêje bila bêje, li gorî xwe çawa bi nav bike bila bike, li dervayî Şoreşa Rojava ti hêzên nikare encameke wisa misoger bi dest bixe û ji pêdiviyê gelan re bibin bersiv."

'ŞOREŞA ROJAVA BÛYE DERSEKE DÎROKÎ'

Goyî têkildarî Şoreşa Rojava got, "Şoreşa Rojava bûye derseke dîrokî ji her alî re û hate fêhmkirin sîstema ku PKK'ê ava kiriye encam digire û dibe bersiv ji hemû gelan re." Goyî bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê ku têkiliyan bi Îsraîlê re datîne û wiha pê de diçe, "Bi taybet hewldanên Tirkiye ku têkiliyên bi Îsraîl û dewletên din re datîne, li dijî daxwaza avakirina sîstemeke alternatif e. Sedema bingehîn a vê têkiliyê, fetisandina Şoreşa Rojava bû. Ji ber wê jî DAIŞ ava kirin. Tirkiye û partiyê din ên li ser rêveberiyê ne, DAIŞ dane avakirin. Dixwestin DAIŞ li her çar parçeyên Kurdistanê krîzê derxîne. Ev jî bi ser neket, heya roja îro ev li pêş çavan e. Dema ew plana wan jî bi ser neket, şer îlan kirin."

'ŞOREŞA ROJAVA BÛ HÊVIYEKE MEZIN JI HEMÛ GELAN RE'

Şerîf Goyî endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê da xuyakirin, ku Şoreşa Rojava bûye hêviyeke mezin ji hemû gelan re û dema Şoreşa Rojava tê gotin, mirov bi hêvî dibin. Di berdewamiya axaftina xwe de Goyî diyar kir, her çendî bajar, navçe û gelek gund hatibin tinekirin jî, gelek şehîd hatibin dayin jî, dewletên navneteweyî xwestine ku bi rêya DAIŞ'ê vê hêviyê tine bikin lê ew bi ser neketine.

Goyî bal kişand ser xeta sêyemîn: "Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha partiya me her tim qala xeta sêyemîn dike. Pewîst e Xeta Sêyemîn cihê xwe di Rojhilata Navîn de bigire. Ev fikir tê wateya bi hêzbûna gel; xwe rêvebirina gel. Lewma gel xwedî lê derket. Ev Xeta Sêyemîn niha di bin rêveberiya partiya me de tê meşandin. Di Rojhilata Navîn de ne tenê pirsgirêka Kurdan pirsgirêka Êzidiyan, Ereban û hemû gelên li Rojhilata Navîn, encax dikarin bi Konfederalîzma Demokratîk çareser bibin. Em weke partî nêrîna me ew e ku bê ferq û cudahî em pirsgirêkan weke pirsgirêkên mirovahiyê dibînin. Ji bo bi hev re jiyînê, di nava aramiyê de mayinê, pêwîst e hemû ol, bawerî, gel û aliyên cuda xwe bikin yek û xwe bi xwe bi rê ve bibin."

'RUHÊ KOBANÊ JI HEMÛ GELAN RE BÛ HÊVÎ'

Şerîf Goyî bal kişand ser demên dijwar ên destpêkê yên Şoreşa Rojava û bibîr xist, ku gelek aliyan bawer nedikrin PKK van pirsgirêkan çareser bike. Goyî got, " Bi ruhê berxwedêrên Kobanê hat nîşandan ku Şoreşa Rojava ji hemû gelan re bûye hêvî û cihê baweriyê. Di heman demê hate zanîn ku tevî ewqas partî û sîstem di vê xakê de hatine guhertin ji ber ku nebûne bersiv ji gel re PKK'ê kariye bi fikrê xwe bibe bersiv û bi her awayî dikare li ber xwe jî bide. Ev jî tê wateya ku pêwîste tişta PKK bêje di warê dîrokî de bingeh were girtin. Ji ber ku desthilatdariyên kevin êdî dema xwe qedandine.''

'SÎSTEMA PKK'Ê DIKARE DESTHILATDARIYÊ JI HOLÊ RAKE'

Di dewama nirxandinên xwe de endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Şerîf Goyî got, "Fikir û pergala ku bikare vê desthilatdariyê bi temamî ji holê rake, fikir û sistema PKK'ê ye. Dema em li berxwedana Kobanê dinêrin mînaka herî mezin ew e. Ruhê wê berxwedanê çavkaniya xwe ji fikir û ramanê PKK'ê digre. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin acizî û nerazîbunên derdoran ji ber tirsa vî fikir û ramanî ye."

Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Şerîf Goyî der barê pêvajoya 2013'an, hilbijartin û şerê li Bakurê Kurdistanê axivî û wiha pê de çû:

"Di sala 2013'an de pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin bi xwendina nameya wî ya di Newroza Amedê de piştgiriyekî taybet ji mîlyonan mirovî girt. Tiştekî nû da avakirin ku êdî şer bisekine û rêya siyasetê were bikaranîn. Nîqaşên wê pêvajoyê gelek hatin kirin. Serokatî û Partiya me gelek caran agirbest îlan kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Partî û Serokatiya me nêzikatiyekî rast ji wan hêvî dikirin lê cidiyeta dijmin di vê mijarê tinebû. Di siyaseta Tirkiyê de cidiyet tine. Me dît ku dixwazin bi xapandin û leystokan li gorî xwe çareseriyekî bê bingeh çêbikin. Rêxistina me jî ev nêzikatiyên wan dît ku ti çareseriyee wan nîne. Hate dîtin ku ti çareserî di siyaset û kesayeta Erdogan de tine ye. Ji ber bê karekteriya Erdogan, siyaseta wan a li hember pirsgirêka kurd xwe dubare kir. Hêviya wan ew bû ku wê pirsgirêka Kurd li ser bingehê xapandinê çareser bikin û bi dawi bînin. Çawa di dîrokê de li ser esasê xapandinê siyaset meşandine û dîroka gelê Kurd berevajî kirine vê carê jî bi heman awayî xwestin, van lîstokan bileyizin, lê ev plana wan bi ser neket û li pêşberî hemu cîhanê pûç bû. Di warê kî rast e kî ne rast e, kî bi pîvan e kî ne bi pîvan e, kîjan alî seknekî bi pîvan daye nîşandan di warê sekinînandina şer de û bikaranîna rêyen siyasetê de bi awayek vekirî derket holê. Gel û hemû cîhan jî zanî û giha wê baweriyê eger Serokatiya me di vê mijarê de cih bigre wê ev mijar çareser bibe. Lê ger Serokatiya me ji derve were hiştin wê tiu çareseriyek neye dîtin."

'ERDOGAN Û AKP DENGÊ SEROKATIYA ME BIRÎN'

Her wiha têkildarî nêzîkatiya AKP û Erdogan a der barê pêvajoyê de Şerîf Goyî wiha pê de çû:

"Erdogan û AKP'ê bi tecrîda li Îmraliyê dengê serokatiya me birîn. Pêşketina HDP'ê di hilbijartinê de, derdora wan teng kir. Dîtin ku bi pêvajoya aştiyê gel li derdora rêxistina me kom dibe. AKP'ê di bin navê du polîs hatine kuştin de şer îlan kir. Bi vê bûyerê re ti têkiliya me tine bû. Bila were zanîn ku me şer nedaye destpêkirin. Di roja îro de em dizanin ku di dîrokê de 29 serhildanên Kurdan ji ber Kurd bi Kurdan dane şikandin bi serneketin. Ji ber vê yekê sîstema cerdevanî pêşxistin, mirovan dikirin, mirovan difiroşin û bi van taktîkan dîsa dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin kuştin û şikandin. Xwe dixapînin dibêjin, NATO li pişta me ye, teknîka me heye û têkiliyên me bi derdor re hene. Bi van gotinan dixwazên pirsgirêka Kurdan bi rêyên terorîst çareser bikin. Rewşenbir,nivîskar û kesên zana yên Tirkiyê û yên ji Tirkiyeyê hez dikin pêwîst e li dijî vê siyaseta Erdogan bisekinin û jê re bêjin, bes e. Ji ber ku ev siyaseta Erdogan wê Tirkiyeyê ber bi felaketê ve bibe. Wê Tirkiye bi vî awayî sernekeve wê pêş nekeve û mezin nebe. Ew ê van polîtikayên Erdogan Tirkiyeyê bin bixe. Bila baş were zanîn gelê Kurd êdî di bin rêveberiya PKK'ê de wê bin nekeve, êdî bila ev bi awayekî vekirî were zanîn. PKK'e ji tunebûnê ava bû, gelê Kurd tune dihate hesibandin,lê bi tekoşîna tevgera PKK'ê, hebuna gelê Kurd hate qebulkirin. Siyaseta gelê Kurd ava bû û kesê gelê Kurd nas nedikir, bi şer û serhildana PKK'ê, êdî li herçar parçeyên Kûrdistanê ji aliyê hemû cîhanê ve hat naskirin. Êdi ti caran nikarin li ser bingehê xapandinan pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Wê ne rêxistin û siyaseta Kurdan, wê siyaseta Erdogan û yên siyaseta wî dimeşînin ewê bi bin bikevin û winda bikin. Ji ber ku siyaseta wan ne li ser ti pîvanê ne û ser û binê wê ne diyar e. Ger gotin di cih de be di nava Kurdan de gotinek heye ku ji kesên dirêj re tê gotin 'Kesên bejin dirêjin bê verêj in'. Erdogan jî kesayetekî wisa ye; siyaseta wî jî bi heman awayî ye ku ne serê wê ne jî binê wê diyar e û sûda xwe ji kesekî re jî tine ye. Hêvî û baweriya me ew e ku ger rêxistinek hebe ku bi ser bikeve, bibe cihê baweriyê û çareseriyê ava bike wê PKK be û em her tim jî bi vê îdayê nêzi meseleyan dibin,her demê baweriya me ev e. Mînaka herî nêz em girêdayî heval Bahoz e. Ev hemû derew in bi vî awayî siyaset nabe, bawerî nayê avakirin û çi qasî ji derdorê were gotin ku em bi Tirkiyeyê re ne ji ber vê nêzikatiya wan kesekî û ti aliyekî baweriya wan bi siyaseta Erdogan tine."

'NE PKK'Ê ŞER DAYE DESTPÊKIRIN'

Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Goyî diyar kir, ku yê şer dayî destpêkirin ne PKK ye û Erdogan û AKP ye. Goyî got, Hinek alî dibêjin PKK'ê şer daye destpêkirin û ev ne dema şer e. Ev nêzikatî bê bingeh in û têkiliyeke xwe bi rastiyê ve tine ye. Ne me şer da destpêkirin ger bê bîra wan me çend caran agirbest îlan kirine. Wê bi şêweyekî vekirî were zanîn ku xwesteka me çareseriyeke ne li ser bingehê şer e. Nêzikatiyên ku dibêjin PKK bûye sedem ku ev bûyerên şer rû dan û gund, navçe û bajar hatin xerakirin, ev gotin û nêzikatiyên wisa ji rastiyê dûr in û bê bingeh in. Em şer bikin nekin wê AKP'e wan bajaran xera bike. Ji ber ku Erdogan û partiya wî Kurdan qebûl nakin. Ji ber vê sedemê çi îro çi sibê wê ew bajar xera bikirina. Lê ew bajaran û gundan xera bikin jî, zîndanan tijî bikin jî, gelê Kurd tu car dest ji doza xwe bernade. Di bin navê şer de bixwazin xaka Kurdan bifiroşin, ew jî ne wisa hêsan e bila ew jî were zanîn. Gelê kurd carekî bûye xwediyê vê hêviyê, dixwazin ne Şirnexekê deh Şirnexan xera bikin jî wê gelê Kurd dest ji tekoşîna azadiya xwe bernede. Gelê me baş dizane yên ku ev bajar xera kirine kî ne. Gelê Kurd ew ê van ti carî qebûl neke. Çawa gelê Kurd PKK ava kir û mezin kir, em di wê baweriyê de ne ku wê bajarên xwe jî bi heman awayî ava bikin û jiyanê tê de ji nû ve şîn bikin. Ti gumana me jî di vî warî de tine ye. Ji ber ku em gelê xwe pir baş nas dikin. Weke serokatiya me dibêje êdî bila fikir û siyaset bikeve dewrê, em jî di heman fikrê de ne. Lê bila were zanîn me çek ji bo azadiya gelê xwe rakirine. Ev ê bi her awayî êrîş dike dagirkeriya dewleta Tirk bi xwe ye. Ji me re dibêjin çekên xwe deynin û werin xwe radestî edaleta me bikin. Kîjan edalet; edaleta ku gelê Kurd tine dike, kîjan edalet; edaleta bê exlaq. Êdî ew dem çûn, êdî kes ji van gotinan bawer nake. Ew têgehên bikartinin bingehê wan vala ye. Gelê Kurd roj bi roj mezin dibe, siyaseta xwe xurt dike û hêza xwe bilindtir dike. Yê winda bike Erdogan û siyaseta wî ya qirêj e."