Şevê din li Kobanê 150 çete hatin kuştin
ROJNEWS Şevê din di navbera şervanên YPG-YPJ û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûnên herî dijwar rû dan. Çeteyên DAIŞ ên bi çekên giran êrîşî girê Miştenûr kirin windahiyên mezin dan.
Şer û pevçûn ku li eniyên başûr û rojhilatê Kobanê dijwar bûn, çeteyên DAIŞ bi taybet êrîşî girê Miştenûr ê xwedî cihekî stratejîk e kirin. Ji duh bi şev ve çeteyan bajêr dan ber hewan û topan û şervanên YPG-YPJ’ê bi çalakiyan bersiv dan êrîşan.
Li gorî agahiyên tevahiya şevê hatin standin de nêzî 150 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. Di şer û pevçûnan de gelek wesayîtên çeteyan hatin derbkirin.
Hat zanîn heya niha çeteyên DAIŞ ‘ê derbeya herî giran şevê din xwarine.
Cenazeyê Çeteyan li erdê mane
Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx jî di daxuyaniya xwe de got ku çeteyên DAIŞ ên digotin wê nimêja sibehê li Kobanê bikin û lewma ji herêmên Cerablus, Minbic gelek hêz anîn têkçûneke mezin jiyan.
Şêx got, “Ji danê vê sibehê ve jî bi çekên giran êrîş dikin. Şer li eniya başûr û rojhilat didome û çeteyan li girê Miştenur windahiyên mezin dane.
Hesen wiha dewam kir, "Çete rastî bersiveke dijwar a şervanên YPG-YPJ’ê hatin. Ez dikarim vê bêjim. 150 cenazeyên wan li Miştenur li erdê mane. Nikarin cenazeyên xwe bigirin.
Ev cejna berxwedanêye
Berdevkê Hikûmeta Kantona Kobanê Mahmud Beşar jî got ku wê ev cejn bibe cejna berxwedanê û got, “Digotin em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin. Lê her du artêş berxwedanê dinivisînin. Hilweşîna çeteyan didome.”