1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şewata ku leşkeran derxist berdewam dike
Şewata ku leşkeran derxist berdewam dike,şewata,ku,leşkeran,derxist,berdewam,dike

Şewata ku leşkeran derxist berdewam dike

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li gundên Boşat û Şevlera yên navçeya Farqîn a Amedê, şewata ku bi gulebarana leşkeran derket berdewam dike. Hewldanên welatiyan ji bo vemirandina agir didome û heya niha 5 hezar donim daristan şewitiye.

Li gundên Boşat û Şevlera yên navçeya Farqîn a Amedê, şewata ku bi gulebarana leşkeran a ku ji qereqolê kiribûn derket berdewam dike.Duh di saetên êvarê de gerîllayên HPG'ê bi çekan êrîş birin ser qereqolê û pişt re leşkeran herêma daristan gulebaran kirin. Şewata ku di encama gulebarana leşkeran de derket li derdora gundê Sêdeqnê berdewam dike û hate zanîn ku heya niha 5 hezar donim erd şewitiye.

Gundiyên Sêdeqnê ku ji bo agir vemirînin çûn cihê şewatê anîn ziman ku di nav 20 rojên dawî de di şewatên ku bi gulebarana leşkeran de derketine de li ser 20 hezar donim erd şewitiye.

'Bi saetan e em hewl didin vemirînin'

Muxtarê gundê Sêdeqnê ku ew jî hewl dide agir vemire anî ziman ku wan di saetên sibê de ferq kiriye ku şewat li dolê berdewam dike û wiha axivî: "Şewat duh ber êvarê bi gulebarana leşkeran derket. Di saetên sibê de em li gundên derdor jî geriyan. Di saetên sibê de em li gel gundiyan hatin. li pişt gundikê Gomê û li derdora şantiyeya barajê şewat hebû. Ev bi saetan e em 50-60 kes hewl didin agir vemirînin. Tu rayedarek dewletê nehate alîkariya me. Di şewata ku duh di saetên êvarê de derket heya niha 5 hezar donim daristan şewitî û şewat hê jî berdawam dike."

(sy)