Şirnexiyan dikanên xwe venekirin
Esnafên Şirnexê dikan venekirin Qoser jî di bin dorpêçê de ye
Beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin", li Şirnex, Cizîr û Hezexê welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Li Qoserê jî berîya mîtîngê polîsan li gelek kolan û taxan nokteyên kontrolê ava kir û qoser dorpêç kirin.
Li Cizîr, Şirnex û Hezexê beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin", welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Welatyan ji bo beştarî mîtîngê bibin û piştgiriyê bidin mîtîngê neçûn ser kar. Li Şirnex û navçeyên wê ji bilî firin û dermanfiroşan her der girtî ye û bêdengiyek serdest e. Li bendê ye ku welatî ji navçeyan û Şirnexê bi girseyî tev li mîtînga Cizîrê bibin.
Qoser di bin dorpêça polîsan de ye
Li navçeya Qoserêya Mêrdînê jî beriya mîtîngê polîsan li gelek nokte û taxan xwe bicih kirin. Beriya meşên ku ji taxên Îpek, Cumhuriyet û Qada Azadiyê ber bi Qada Newrozê ya Mîtîngê ve biherike, li qadên ku meş dest pê bike polîsan maşîneyên zirxî bi cih kirin. Li Qada Newrozê jî polîsan 7 TOMA bicih kirin. Parlementere Mêrdîn û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Endamê Koordinasyona KCD'ê Ozdal Uçer û Halil Aksoy dê tev mi lîtîngê bibin.
(mae)