1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şirnexî vegeriyan gundên xwe
Şirnexî vegeriyan gundên xwe,şirnexî,vegeriyan,gundên,xwe

Şirnexî vegeriyan gundên xwe

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Şirnexiyên ku bi êrîşên qirkirinê hatn koçberkirin, ketin ser rêya gundê Cifanê yê di salên 90'î de ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hat şewitandin. Kurdistaniyên ku li hemberî polîtîkaya dewletê ya "kurdan koçî metrepolan bike" berê xwe dan gundê Cifanê, dixwazin avahiyên ku ji hêla hêzên dewletê ve hatine rûxandin de bijîn.

Welatiyên di êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê de ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, li bajarok û gelek herêman kon vegirtin, hin ji wan di bi qirş û qalan ji xwe re kon veda ye, gelek welatî jî berê xwe dan gundên ku di salên 90'î de hatine şewitandin û hewl didin li wir jiyana xwe berdewam bikin. Gundê Cifane di sala 1993'ya de ji hêla hêzên dewletê ve hatiye şewitandin. Piştî êrîşên qirkirinê welatî hewl didin li gund jiyana xwe berdewam bikin.

Hovîtiya dewletê didome

Welatiyê bi navê Mahmut Salgucak ê di avahiyên xirabe de rûdinê, diyar dike ku ew 3 meh in hatine gund û di avahiyên rûxandî de dijîn. Salgucak diyar kir ku tişta dewletê li Şirnexê pêk anî hovîtî ye û wiha axivî: "Polîtîkaya dewletê ya di salên 90'î de pêk hat îro jî berdewam dike. Ez 15 salî bû jî dewlet heman dewlet bû, îro 50 salî me jî dewlet heman dewlet e. Tu guhertin di hişmendiya dewletê de pêk nehat."

Jina bi navê Sadika Sanir jî gundên wan di 93'yan de hatiye hilwşandin û piştre koçî Şirnexê kiriye. Piştî Şirnex ji hêla dewletê ve hat rûxandin, Sanir vê çarê vegeriya gundê xwe yê ku di 93'yan de hat rûxandin. Sanir diyar kir ku ew ji nûve avahiyên li gund saz dikin û li wir dijîn ev tişt got: "Polîtîkaya dewletê ya di salên 90'î de çibû niha jî ew e, tu gişt neguheriye. Em ji gundên me derxistin û şandin Şirnexê, em îro jî dîsa vedigerin gundên xwe. Axa me ye çi dibe jî em dixwazin li ser bijîn."

'Em ê koletiyê qebûl nekin'

Welatiya bi navê Zeynep Salgucak jî li ser hovîtiya dewletê û polîtîkaya wê ya qirkirinê axivî û aşkera kir ku 3-4 caran e ew ji hêla dewletê ve tên koçberkirin û wiha pêde çû: "Dê kuştin nebe çareserî. Ev tişta ku tê kirin ne mirovahî ye. Lê em ê jî li hemberî vê koletiyê tu carî bê deng nemînin."

(ms)


Bêjeyên Miftehî