1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Şiwan: Wê Tirkiye rastî nerazîbûna 40 milyon Kurd were
Şiwan: Wê Tirkiye rastî nerazîbûna 40 milyon Kurd were,şiwan,wê,tirkiye,rastî,nerazîbûna,40,milyon,kurd,were

Şiwan: Wê Tirkiye rastî nerazîbûna 40 milyon Kurd were

A+ A-

AŞTÎ EHMED/ROJNEWS

Serokê Koma Tevgera Îslamî Şiwan Qeladizeyî diyar kir ku parlamentoya Tirkiyeyê careke din bi biryara destpêkirina operasyonên leşkerî, projeya aştî û gifrûgoyan a ligel gelê Kurd hilweşandiye û ji ber vê yekê jî wê rastî nerazîbûnên 40 milyon Kurd were.

Serokê Koma Tevgera Îslamî ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî di derbarê biryara tezkereya ji aliyê parlamentoya Tirkiyeyê ve hatiye dayîn ji RojNewsê re axivî. Şiwan siyaseta dewleta Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: "Vê biryarê hêviyên jiyanekî aştiyane û aramiyê li Tirkiyeyê ji holê rakiriye. gelên li Tirkiyeyê yên weke Kurd, Tirk, Ermen Çerkes û Ereb ji ber sedemê vê siyasetê ji niha de bi rojane li benda cenazeyan zarokên xwe dimînin."

Serokê Koma Tevgera Îslamî Şiwan Qeladizeyî destnîşan kir ku herî zêde wê hikûmeta Tirkiyeyê ji vê siyasetê ziyanê bibîne û wê rastî hêrsa gelê Kurd û ta ya gelê Tirk ji were. Herwiha wê ji ber destwerdanê rastî nerazîbûnên welatên cîranên xwe û welatên navnetewî jî werin. Şiwan Qeladizeyî axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Armanca operasyona ji kuştina zarokên Kurdan û xirakirina gund û warên Kurdistanê ne tiştekî dine. Ji ber vê sedemê jî hejarbûna Kurdan zêdetir wê li cîhanê bê nakirin û rastî nerazîbûnên zêdeyî 40 milyon Kurd were. Herwiha wê qet wateya dirûşmeyên dostaniya gelan nemîne." (ab) -