'Şopdariya Mazlûman, Egîdan û Zîlanan şeref e'
Gerîlayê HPG'ê Mûrat Butun, beriya çalakiya fedaî ya li hemberî Qereqola Karabûlak a li navçeya Agirî Giyadînê ji kamerayên me re axivî
BEHDÎNAN - ANF
VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=wYVOeQfGsVs
Gerîlayê HPG'ê Mûrat Butun (Andok Êrîş), beriya 2'ê çalakiya fedaî ya li hemberî Qereqola Karabûlak a li navçeya Agirî Giyadînê ji kamerayên me re axivî û got, "Bûyîna şopdarê Mazlûman, Egîdan û Zîlanan, ji bo min cihê şeref û rûmetê ye. Di vê mijarê de em bêtirs in, bêteredûtin û zelal in. Yanî em ê vê jî nîşan bidin."
Weke bersivdayîna li polîtîkayên şer ên dewleta Tirk, êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê, gerîlayê HPG'ê Mûrat Butun (Andok Êrîş) di 2'ê Tebaxê de li hemberî Qereqola Karabûlak a li navçeya Agirî Giyadînê çalakiya fedaî pêk anî.
Dema Butun bi wesayîta bi 5 ton teqemenî çalakî pêk anî, li hewşa qereqolê bi qasî 30 leşker hebûn. Di encama çalakiyê de avahiya qereqolê, 6 kûle û hemû mewzî hilweşiyan, 2 maşînên zirxî û 1 otobus bi temamî rûxiyan.
Mûrat Butun beriya çalakiyê ji kamerayên me re axivî: "Navê min Andok Êrîş e. Ez di sala 1991’ê de li navçeya Erdîş a Wanê, li gundê Sûrê Sûra hatim dinê. Min dibistana Tirkan heya refa 8’an xwend. Piştî wê jî di metropolên Tirkiyeyê de ji bo aboriya malbatê xebitîm. Jixwe malbat welatparêz bû. Em şeş xwişk û bira ne û niha xwişkek a min jî gerîla ye. Min xwest di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla bibim, mixabin di rê de ez hatim girtim, piştî hatim binçavkirin hatim berdan. Ji ber ku xebatên cur bi cur ên me di bajaran de dikir, di sala 2009’an de carek din hatim girtin û ketim zîndanê. Bi qasî 4 sal û nîvan di zindanê de mam. Min dixwest zû tevlî bibim, emrê min 17- 18 salî bû. Min di zindanê de jî biryara xwe parast. Di zindanê de jî ji ber keda partiyê biryara min hê xurtir bû.
'BI TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN GERÎLA RE MIN XEYALÊN XWE BI CIH ANÎ'
Dijmin dixwest mirovan di zindanê de ji têkoşînê dûr bixe û bitirsîne. Lê perwerdeya Serok Apo û PKK’ê di zindanê de ew polîtîka vala derxist. Dema di sala 2014’an de derketim jî, biryara min hê xurtir bibû.
Di sala 2014’an de ez hatim û tevlî nava refên gerîla bûm. 14’ê meha Mijdarê bû. Bi rastî hesreta 6-7 salan a tevlîbûna nava refên gerîlayên Kurdistanê, ji ber sedema girtinê dereng ketibe jî, yanî dem çi dibe bila bibe, temen çi dibe bila bibe, sedem çi dibe bila bibe tevlîbûna nava PKK’ê tiştek pîroz e. Ji xwe ji nû ve jidayikbûn e. Lewra di şert û mercên Kurdistanê de, raste mirov weke mirov ji dayika xwe tê dinê, dagirkeriya Tirk nahêle ku zarokên Kurd wek mirov mezin bibin.
Li ser çand, ziman û nasnameya xwe mezin bibin. Yanî mirov dikare bêje li Kurdistanê ji bo Kurdekî jiyaneke mirovî, jiyaneke di nava azadiyê de heram kiribûn. Ti derfetên jiyana azad nehiştibûn. Yanî du rê dabûn pêşiya Kurdekî. Yan wê her tim eslê xwe înkar bike, ji Kurdîtiya xwe bireve, şerm bike, li gel vê jî polîtîkayên wan ên Tirkkirinê qebûl bike, yanî wê bibe xayînê eslê xwe, xayînê gelê xwe, bi vî şeklî wê tenê jiyana xwe ya fizîkî di nava sîstemê de bide jiyîn; yan jî wê li hemberî dagirkeriyê li hemberî zordariyê hemû cure polîtîkayên îmha û înkarê bisekine û serî bilind bike û tola gelê Kurd ji wî dijmin bistîne.
Bêguman rêya herî bi şeref û bi rûmet rêya têkoşînê ye, rêya serî bilindkirinê ye. Xwestina tolhildanê cihê ku herî zêde tolhildan lê çêbibe nava refên PKK’ê ye. Îro ne tenê ji dewleta Tirk a dagirker, ji pergala 5 hezar sal a hemû mirovahiyê talan dike, cihê tol jê rakirina ji wê PKK ye. Ji ber wê yekê PKK cihê ji nû ve bûyîna mirov e. Cihê mirovbûnê ye, cihê mirovahî xilaskirinê ye. Cihê ji koletiyê ber bi azadiyê ve çûyîn e. Îro dîsa em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, weke gel û tevger. Ev pêvajo pêvajoyeke hesas e. Dîrokîbûna wê jî hesasbûna wê jî, êdî gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê gihiştiye berbanga serketina xwe. Şoreşa Rojava pêk hatiye. Her çiqas berdêlên mezin, şehadetên mezin me jiyabe jî li wê derê şoreşek ava bûye, pergala Apoyî li wir ji hemû cîhanê re ji hemû mirovahiyê re wek mînakekê wek stêrkekê dibiriqe.
Di nava qeyrana ku Rojhilata Navîn de, Rojava û pergala têde hatiye rûniştandin, pergala xweseriya demokratîk-modernîteya demokratîk. Ji hemû mirovahiyê re rêya ji vê qeyrana ku modernîteya kapîtalîst derxistiye xilasbûnê nîşan dide û berhemê wê jî derdikeve. Êdî îro ji hemû gelan însan, ji hemû ol û mezheban însan li ser esasê zanist û felsefeya Rêber Apo tên şerê mirovahiyê dimeşînin. Aliyekî din li Bakurê Kurdistanê gelê me hem di qada siyasî de wekî din serketinên mezin bi dest xistine. Êdî bi saya Rêber Apo û hemû şehîdên hatine dayîn, ev gelê ku bi sed salan kole bû û nedihat naskirin, ber bi tinebûnê ve diçû; îro hemû cîhan wî nas dike. Hêz û quweta wî dizane û xwe îspat kiriye.
Ev bi rastiya Serok Apo ve girêdayî ye. Lewra Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî mirovahiyê serokatî dike. Bi rastî jî em dikarin bêjin Serok Apo di şexsê xwe de gerdûn gihandiye armanca xwe. "
Butun ev xal destnîşan kir: "Lewra ew pergala modernîteya kapîtalîst dibêjin 5 hezar sale li ser înkar û talankirina nirxên mirovahiyê xwe dide jiyîn û însanan bi taybetî jî Rojhilata Navîn bi salane di nava gola xwînê de hiştiye ji bo berjewendiyên xwe. Serok Apo li hemberî vê sekneke, li hemberî vê alternatîfeke, li hemberî vê panzehîrek e. Îro ev li Rojava şênber xuya dike. Yê ku ev gel aniye vê rojê, yê ji tinebûnê aniye ber bi hebûnê ve meşandiye. Yê ji koletiyê ber bi azadiyê ve meşandiye, derxistiye bêguman Serok Apo û şehîd in. Îro tê zanîn serokê me di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî, ku hemû dewletên dagirker piştgiriya hev dikirin serokê me hat dîlgirtin. Ev 16 salin li Girava Îmraliyê bi îşkenceyeke pir mezin re rû bi rû ye. Car caran tecrîd li ser Serokatî dane meşandin. Car caran heya Serokatî jehrî kirin û bi îşkenceyeke fizîkî heya wê astê derxistin. Erê her çiqas Serokatiya me di nava çar dîwaran de be jî dîsa ê rê nîşanî me daye, rê nîşanî mirovahiyê kiriye ew bi xwe bû. Bêguman berxwedana xwe mezin kir. Yanî lêgerîna xwe ya heqîqetê hê bêhtir, kûrtir kir. Her ku gihişt encamekê ew encam bi gelê xwe, bi rêxistina xwe re parve kir. Kir malê mirovahiyê û meşand. Eger em vê rojê bijîn weke gel bi saya Rêber Apo ye, saya keda wî ya bêhempa ye.
Dewletê xwest vê pêvajoyê bike qurbana desthilatdariya xwe. Xwest dîsa Kurdan bixapîne, mijûl bike ji xwe re. Di vê pêvajoya ku tevgera me gavên pêwîst ji bo çareseriyê diavêje de, paşvekişandin be, çek bikarneanîn be, yek gule neteqandin be, hemû tişt pêk anî be jî dewleta Tirk li Kurdistanê qereqolên xwe hê zêdetir kir, hêzên xwe yên leşkerî xurtir kir. Yanî xwe di aliyê leşkerî de ji şerekî mezintir amade kir. Li gel vê jî xwe ji bo hesabên xwe yên pûç ên desthilatdariyê xwest ku vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne. Lê tê zanîn ku ne Rêber Apo dişibe ti Rêberî, ne jî gelê Kurd ne wekî berê ye, nayê xapandin û nexapiya jî. Herî dawî Rêber Apo deh xalên ku wê pêvajoyê ser bixe pêşkêşî dewletê kir. Ger ev deh xal pêk bêne wê çareseriyek pêk bihata û wê aştiyeke demokratîk pêk bihata li hemberî dewleta Tirk wê şer sekinîba. Lê bersiva dewleta faşîst a li hemberî vê tecrîd bû, bi tecrîdê bersiv da. Ev jî tê zanîn Rêber Apo ji bo me sedema jiyana me ye. Ev rastî çil sale di nava PKK’ê de hatiye ispatkirin. Ji dema komployê heya roja me ya îro çi çalakiyên hatibin kirin, çi şehîd hatibin dayîn hemû ji bo azadiya Rêber Apo bû. Yanî tehemula me ya ku êdî Rêber Apo di wê zindanê de bimîne nema ye. Lewra 16 sal e berdewam dike, Rêber Apo bi sebreke mezin, bi vîneke xurt berxwedanekê dimeşîne û her tim ji bo çareseriyê şans daye dewleta Tirk. Lê ji vir û şûn ve tehemula me ji vê rewşê re nemaye ku Rêber Apo di destê dijmin de bimîne. Jixwe em qet qebûl nakin ku tecrîd bê berdewamkirin. Lewra Rêber Apo ne şexseke, di kesayetiya Rêber Apo de gelê Kurd û mirovahî di girava Îmraliyê de di nava tecrîdê de ye. Lewra îro hemû cîhanê û gelên din jî dîtiye ku Rêber Apo ji bo gelan ji bo mirovahiyê rêbertiyeke û rêya xilasbûnê ye. Dixwazin dîsa li ser Rêber Apo tecrîdê bidin meşandin, îzolasyonê bikin. Rêber Apo, gel û civakê ji hev û din qut bikin. Yanî vê ji bo ku ji pergala xwe re xeter dibînin dikin. Yanî kuştina wan e. Yanî êrîşên wan ên li ser Şengal û Kobanê ji bo wê ne. Yanî serketina Şengal û Kobanê mirina kapîtalîzmê ye. Yanî êdî pûçbûyîna hesabên wan ên li Rojhilata Navîn e. Ji bo wê êrîşên cur bi cur pêş dixin. Hemû dewletên cîhanê bi dewletên dagirker re li hemberî Serokatî komployek pêi xistin û hê jî vê komployê bi hevkariyekê didomînin. Em bi ti awayî vê rewşê qebûl nakin. Lewra me got Rêber Apo yê em kirine mirov, yê em ji koletiyê, nezantiyê yê em ji nava hemû cûre qirêjiyê derxist paqijî daye me, em kirine mirovên azad. Herî kêm em kirine mirovên ji bo azadiya xwe têdikoşin. Milîtan ava kiriye, ji bo wê jî em vê rewşê bi ti awayî qebûl nakin."
Butun da xuyakirin, ku dema mijar Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan bin, gerîla ti carî ji dayîna canê xwe xwe venagirin û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve gelekî baş tê zanîn.
‘BÛYÎNA ŞOPDARÊ MAZLÛMAN, EGÎDAN Û ZÎLANAN JI BO MIN ŞEREFEK E'
Butun axaftina xwe wiha dewam kir:
"Gelek caran hatiye ispatkirin ku milîtanên Apoyî, gerîlayên Kurdistanê dema mijar dibe Rêber Apo bi ti awayî şik û gumanên wan nîne ku ruhê xwe her dem feda bike. Dijmin vê yekê baş dizane. Tevî wê jî dev ji wan kiryarên xwe bernade. Yanî em vê bêjin ji bo daxuyaniyê rêxistinê, tevgera me jî diyare ku em êdî Rêber Apo di sala 2015’an de wê zindanê de nabînin. Ya bi rêya siyasetê û diyalogê ya çi bi rêyên şer be wê Rêber Apo di sala 2015’an de azad bibe û komplo wê bi dawî bibe. Di vî aliyê de hemû gerîlayên Kurdistanê amade ne ku ruhê xwe feda bikin. Ev armanceke wek misoger me daye pêşiya xwe. Yanî tevgera me dixwaze bi rêyên aştiyane ev tişt pêk werin, lê gava ku dijmin bixwaze hê jî me înkar bike û îmha bike, bi konsepteke giştî ya îmhakirinê bi ser me de were, ti mafê gelê Kurd nas neke û bixwaze dîsa tine bike, kole bike, wê demê mafê me yê xwe parastina rewa derdikeve pêş. Îro çalakiya ku em bikin jî di vê çarçoveyê de ye. polîtîkayên dewleta Tirk û AKP’ê weke din ti rê nehiştine. Bi rastî jî ti rêyên ku ev pirsgirêk çareser bibe nehiştine. Li ser Rêbertiya me tecrîdê dimeşînin ku ew bi xwe jî dizanin ev tê wateya ku êgir dilîzin. Êdî tehemula me ji vê yekê re nemaye. Wek hemû gerîlayên Kurdistanê wek hemû fedayiyên Apoyî ez jî amade me ji bo azadiya Rêber Apo, di şexsê Serok Apo de ji bo azadiya gelê Kurdistanê û azadiya mirovahiyê canê xwe bidim. Di vê mijarê de ne carek bi sedan caran em dikarin bi dilxweşî ji bo Rêber Apo ji bo vî gelî, ji bo azadiya mirovahiyê ruhê xwe bikin. Lewra em milîtan in, milîtanên Apoyî ne. Ev ne tenê îro ye bi dehan caran di nava rastiya PKK’ê de hatiye ispatkirin. Bi Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Bêrîtanan, Zîlanan, Nûdayan hatiye ispatkirin. Tiştek ku nû were ispatkirin nîne. Lê em jî dixwazin li ser şopa wan şehîdên qehreman, li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo, li ser xeta rast a PKK’ê de bibin şopdarekî wan, layiqê wan bin. Ev ji bo me şerefeke, namûseke. Yanî bûyîna şopdarê şehîdên Kurdistanê û Rêber Apo. Rêber Apo yê ku îro gerdûn gihand armanca xwe, di şexsê xwe de gerdûn aniye ziman, di şexsê xwe de gelek azad kiriye. Eger em bêjin azadiya gelekî bi pergala xwe ya modernîteya demokratîk misoger kiriye. Ji bo wê rêbertiyê canê xwe dayîn şerefeke ji bo min. Bûyîna şopdarê Mazlûman, Egîdan, Zîlanan ev jî ji bo min şeref û rûmeteke herî mezin e. Em di vê mijarê de bêtirsin, bê minetin, bê xofin. Yanî em bidin nîşandan. Em ji vê çalakiyê çi armanc dikin em dixwazin êdî azadiya Rêber Apo pêk were. Jixwe Rêber Apo rêbereke ku di fikr û raman de azad e. Lê ji wê zindanê derxistin armancekî me ya sereke ye û dawî li polîtîkayên dewleta faşîst a li ser Kurdistanê û dawî li dagirkeriya wê anîn jî armanca me ye. Em vê armanc dikin. Yanî ev çalakî li hemberî tecrîda li ser Serok Apo, li hemberî êrîşên dewletê wê weke bersivekê be. Ji bo wê li hemberî wan pêk tê. Armanca vê jî careke din nîşandana dewleta Tirk, dewletên dagirker ên navneteweyî çiqas bixwazin jî nikarin Rêbertiya me ji me dûr bixin. Çiqas bixwazin jî nikarin êdî dîl girtina Rêber Apo dirêj bikin. Em destûra vê nadin. Heya yek ji me jî bimîne, em destûr nadin vê ye. Bila ew baş bizanin tehemula me jî nemaye. Çalakî ji bo wê ye. Hemû milîtanên Apoyî amade ne ku wiha tevbigerin. Yanî yê ku em neçarî vê tiştê kirin dewlet bi xwe ye, dijmin bi xwe ye. Lewra ti rêyên cuda nedîtin. Bi van polîtîkayên xwe yên faşîst ev çalakî bi me daye ferzkirin. Di pêvajoyeke wiha de ji ber ku ez ê di çalakiyeke wiha de cih bigirim, rol bigirim ez serbilindim, serfirazim û ji bo rêxistina xwe jî spasdarim. Tiştek pîroz e, şeref e. Em jî wê di vê rêya şeref û rûmetê de heya dawiyê bimeşin.
Dixwazim ji bo gelê Kurd, gelê me çend tiştan bibêjim. Îro çawa ku di dîrokê de bi şoreşa Neolîtîkê gelê Kurd li ser axa Kurdistanê bi pêşengtiya jina Kurd şoreşa dîrokê ya yekemîn pêk anîbe û vê avahiyê rê li ber hemû mirovahiyê vekiribe, jiyanek nû pêş xistibe. Îro dîsa gelê Kurd, dîsa li ser axa Kurdistanê, dîsa bi mebesta jina azad, vê carê bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê vê misyona xwe ya dîrokî cardin bilîze. Rol û misyona Rêbertî ji mirovahiyê re dike girtiye ser milê xwe. Di vê mijarê de, divê em di wê zanebûnê de bin, di vê rêxistinbûyînê de bin û girîngiya pêvajoyê zanibin, bi taybetî li hemberî tecrîta li ser Serokatî, dîlgirtina Serokatî li hemberî şehadetên çêdibin, li hemberî kiryarên dijmin xwe bêdengkirin bertek nîşan nedan. Ev tê wateya qebûlkirinê. Ji vir şûn ve bêdengî ji bo ciwanên Kurd îxanet e. Em dixwazin hemû ciwanên Kurd tevlî nava refên PKK’ê bibin, bibin gerîlayên Kurdistanê. Ji gel û Serokê xwe re xizmetê bikin. Lewra li ser milê me hemûyan deynek e. Destpêkê deynê me yê li hemberî Rêber Apo û şehîdan e. Em deyndarê wan in. Lewra Rêber Apo û Şehîdan jî ji bo xwe ti jiyan nekirin. Ji bo şexsê xwe ti jiyaneke taybet nejiyan. Hemû kêliyên emrê xwe, jiyana xwe ji bo vî gelî, ji bo azadiya vî miletî bikar anîn, xebat kirin. Îro jî Rêber Apo bindest e, di bin tecrîdekê de ye, tecrîd her ku diçe girantir dibe û em her roj şehîdan didin, her roj dîsa xwîna gelê Kurd dirijînin. Li hemberî vê divê ciwanên Kurd taybetî bi wijdan tevbigerin. Yanî vê qebûl nekin û tevlî nava refên PKK’ê bibin û quweta partiyê zêde bikin. Bi vî awayî tevlî têkoşînê bibin. Em di wê baweriyê de nin çi dibe bila bibe têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bigihêje serketina xwe. Serketin ango bi zanist û felsefeya Rêber Apo wê misoger dike, teqez dike. Em dibêjin an serketin an serketin."