Şopdarên Welat dibin ava jînê ya Kurdî
Rojnameya Welat a di 22'yê Sibata 1992'yan dest bi weşana xwe kir
AMED - Rojnameya Welat a di 1992'yan de dest bi weşana xwe kir û di warê hînbûna kurdî de bi mîsyona dibsitanekê tevdigeriya û peywrewên wê her tim rastî pêkûtî û çewisandinan hatin. Herî dawî jî yek ji peywrewên Welatê, Rojnameya Azadiya Welat bi KHK'yê hat girtin û edîtorên rojnameyê anîn ziman ku, ew ê li gel hemû pêkûtî û çewisandinên îktîdarê jî vê kevneşopiyê bidomînin.
Rojnameya Welat a di 22'yê Sibata 1992'yan dest bi weşana xwe kir û piştî demekê weşana xwe bi navê Welatê Me domand û herî dawî peyrewê wê Azadiya Welat di 10'emîn sala weşana xwe de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Rojnameya Azadiya Welat a di 15'ê Tebaxa 2006'an de bi dirûşmeya "Roj li welat hiltê" dest bi weşana xwe kir, di heman demê de di warê rojnamegeriya kurdî de bi mîsyona dibistanekê tevdigeriya û li gel hemû pêkûtî û çewisandinên dewletê jî her weşangeriyeke di riya heqîqetê de şopand. Me bi edîtorên rojnameya hat girtin re der barê pêkanînên hatin jiyîn de axivî.
‘DI TU SERDEMEKÊ DE EVQAS ROJNAME NEHTAIBÛN GIRTIN'
Edîtor Zeynel Abidin Bulut ê piştî rojname hat girtin di Rojnameya Rojeva Medyayê de dest bi kar kir, anî ziman ku wan ji bo gelê kurd bi mîsyona dibistanekê bênavber keda daye. Bulut wiha axivî: "Bi taybetî jî rojname di warê belavbûna zimanê kurdî de xwedî roleke mezin bû. Azadiya Welat, Welat, Welatê Me rastî pêvajoyênn zaf giran hatin û li gel gelek xebatkarên wan hatin qetilkirin û girtin jî weşana xwe kir, bêdeng nema. Lê belê, Azadiya Welat herî zêde di serdema AK Partiyê de rastî pêkûtiyan hat û ji aliyê dewletê ve bi biryarên kêfî hat girtin. Îktîdarê li dijî çapemeniya azad derbeyek kir."
‘EM Ê LI HEMBERÎ BÊDENGKIRINÊ SERÎ NETEWÎNIN'
Bulut, dest nîşan kir ku wan sozê daye Apê Mûsayan, Rohat Aktaşan îro bi Rojeva Medyayê heman kevneşopiyê didomînin û wiha domand: "Rojname bi heman performans, rol, mîsyon û polîtîkayê weşana xwe didomîne. Li hêlekê ji xebatên xwe tawîz nade, lê di heman demê de ji hêlekê ve jî xebatkarên rojnameyê tim rastî çewisandin û pêkûtiyan tên. Îktîdar ji bo berdwamiya xwe, polîtîkayeke tunekirina nirxên kurdan û gelê kurd dimeşîne. Bi van polîtîkayên disepîne dixwaze bi temamî gelê kurd bêdeng bike. Lê belê, gel ji zûv de vê li valahiyê derxistiye. Ji bo wehşeta li Cizîrê ku hevalê me Rohat Aktaş jî di nav de û bûyerên bi vî rengî neyên nixumandin em weşana xwe didomînin. Em ê li hemberî êrîş û pêkûtiyên li dijî rojnameya me û çapemeniya azad serî netewînin. Em ê di rêça Apê Mûsayan, Rohat Aktaşan û gelek hevalên din de her heqîqetê binivîsînin. Bi munasebeta salvegera avakirina Rojnameya Azadiya Welat em careke din diyar dikin ku dê pênûsên wan li erdê nemînin."
‘PÊKÛTÎ DIDOMIN'
Ji edîtorên beşa kirmancî yê Rojnameya Rojeva Medyayê Emrah Kelekçier wiha axivî: "LI gel êrîşên giran jî rojname bi navên cuda weşana xwe domandiye. Dema rojname cara ewil dest bi weşana xwe kirin, bi zaravayê kurmancî weşana xwe dikirin. Lê belê di salên dawî de rûpelên wê yên zaravayê kirmanckî jî çêbûn û her diçe naveroka wê dewlemend dibe. Ev kevneşopî ji Apê Mûsayan, heta Rohat Aktaşan û îro didome. Di vê rêçê de bi sedan heval rastî pêkûtiyên giran ên dewletê hatin û îro jî heman pêkûtî didomin."
DÊ HER BIGIHÎJE GEL
Kelekçier, dest nîşan kir ku ji Rojnameya Welat, Azadiya Welat û heta Rojeva Medyayê ev rojname li cem gel her wek dibistanekê tên dîtin û wiha domand: "Bi taybetî ev rojname di warê ziman de bi hezaran kes gihandin. Ev kevneşopî ji roja ewil heta niha bêyî dev ji şopa heqîqetê berde bi heman awyaî didome. Dibe gelek caran nav hatibin guherandin, lê belê ev weşan bi heman naverok û xetê didome. Di warê weşangeriya kurdî de rol û mîsyona dikeve ser milê me çi dibe bila be, em ê her gelê xwe ronî bikin. Em ê li gor vê kevneşopiyê tevbigerin."