Şoreşa gel veguherî şerê mezheban
Bîlançoya salekê: Şoreşa gel veguherî şerê mezheban
Dildar Aryen- Li Sûriyê pêvajoya şoreşê ku ji aliyê gelên vî welatî ve hatiye destpêkirin, veguherî qada şerê desthilatdariyê ya hêzên serdest û statukoparêz û mezheban. Di salek dawî de zêdetirî 35 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, nîv milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Bajaran hatin wêrankirin, birçibûn û nexweşiyan dest pê kir.
Di demeke ku modernîtiya kapîtalîst krîza avasaziyê û bi vê ve girêdayî jî krîza aborî dijî de, gelên ku di 600 salên dawî de hemû çavkanî û nirxên xwe yên mirovahiyê bi destê vê sîstemê ve berdan, gotin “êdî bes e” û serî hildan. Bi vê yekê re sîstemên girêdayî kapîtalîzmê yên li ser esasê netewe dewletan hatine avakirin jî yek bi yek hilweşiyan. Serhildanên ku ji Bakûrê Afrîkayê ji Cezayîrê destpê kir, piştî Tunus, Misir û Libyarê gişt Rojhilata Navîn. Ev pêvajoya ku wekî “Bihara Gelan” tê binavkirin, bi hêza ku ji têkoşînên azadiya gelan bi taybetî jî bi hêz û pêşengiya têkoşîna azadiya kurd her roja din berfireh dibe, niha li Sûriye û Kurdistanê didome.
Di vê pêvajoyê de gelên ku rastiya modernîteyê dîtine ji bo azadiya xwe têdikoşin, lê modernîtiya kapîtalîst jî, ji bo ku krîza xwe derbas bike, vê pêvajoya dîrokî ji xwe re wekî fersend dibîne. Dixwaze ku dewlemendiyên herêmê hemuyan bidest bixe û xwe xilas bike. Dema vê yekê dike jî xwe wekî alîgirê gelan, lê dijberê sîstemên ku wê bixwe ava kirine nîşan dide. Lewre wekî ku ev pêvajo wê daye destpêkirin tevdigere û hewl dide ku gelan girêdayî xwe bike. Li aliyekê vê rêbazê hildibijêre, li aliyê din hêzên girêdayî wê di nava xwe de şerê desthilatdariyê de ne. Bi taybetî li Sûriyê ev yek bi awayekî berbiçav xwe nîşan dide.
Bi destpêkirina şoreşa gelên Sûriyê re, şerê 3 hêzan jî derketiye pêş. Hêza yekemîn nûneriya moderniteyê dikin û di nava xwe de şerê desthilatdariyê dikin. Serkêşiya wan jî, li aliyekê Amerîka û Ewropa, li aliyê din Rûsya û Çîn dikin. Girêdayî van hêzan jî dewletên wekî Tirkiye, Sûriye, Îran dixwazin statukoyên xwe biparêzin. Hêza duyemîn jî yên li ser navê muxalefetê û gelan têkoşînê dimeşînin in. Lê taybetiya van herdu hêzan jî ew e ku ji civakê zêdetirîn, hevûdin esas digirin û hem dijberî hem jî alîkariya hev dikin. Lewre jî tişta derdikeve pêş kuştin û hilweşîne, di nav de jî civak zirarê dibîne. Hêza sêyemîn jî hêza civakan ku bi pêşengiya têkoşîna azadiya kurd tê meşandin e û bi zirara herî kêm pêş dikeve.
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşa gelan ku di 26’ê Çileya 2011’an de destpê kir re, di nava hêzan de jî têkoşîn bilind bû. Di dawiya sala duyemîn a vê pêvajoyê ku li gorî daneyên fermî nêzî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest da de, ev têkoşîn hîn didome. Gelo di nava salek dawî de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çi qewimî û çi geşedan çêbûn.
DI 2011’AN DE GEL DA DESTPÊKIRIN
Serhildanên li Sûriyê di 26’ê Çileya sala 2011’an destpê kir. Di 28’ê Çileyê de welatiyê bi navê Hasan Alî Akleh xwe şewitand û têkoşîna gel a li dijî rejîmê bilav bû. Di 24’ê Adarê de li bajarê Derayê çalakiya runiştinê ya li dijî rejîmê destpê kir, lê hêzên rejîmê mudaxele kir û zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê, şer û pevçûn, her wiha xwepêşandan li bajar û navçeyên wekî Şam, İzra, Duma, Barza, Îrben, Ceble dom kirin, bi taybetî her roja înê bi hezaran kes li bajarên cuda daketin kolanan û hilweşandina rejîma Baas xwestin. Di 25’ê Nîsanê de li bajarê Derayê rejîmê cara yekemîn bi tankan mudaxeliya çalakiya gel kir. Piştî vê mudaxeleyê pevçûn li bajarên wekî Tel Kelak, Rastan, Hama, Cirz El-Şuğur, Bdama, Îdlîb, Humus, Hama, Mayaden, Heleb, Deir Ez Zor, Taftanaz, Sermin, Sarakıp û Kusayr, Laskiye, Deyr el Zor, Harasta dijwar bûn. Li gorî daneyên fermî di nava salekê de li tevahiya welat zêdetirî 10 hezaran welatî hatin kuştin. Dîsa li gorî daneyên fermî zêdetirî 10 hezar kesan koçî Tirkiyeyê, bi deh hezaran jî koçî Lubnanê û welatên din kirin.
Di vê demê de Neteweyên Yekbûyî û hêzên rojavayî, rejîma Sûriyê şermezar kir û biryara ambargoyê girt. Yekîtiya Ereban jî endamtiya Sûriyê cemidand. Li hemberî Amerîka û Ewropayê, Rusya, Çîn û Îranê piştgiriya rejîma Sûriyê kir. Li aliyê din rejîma Sûriyê ji bo ku pêkutiyan kêm bike, piştî 40 salan zagona rewşa awarte rakir, ji bo girtiyên siyasî efû derxist, her wiha biryara hilbijartinan girt. Di vê navberê de jî nûnerên Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî li welat lêkolîn kirin, lê tu encam negirtin.
HÊZÊN MUXALEFETÊ
Hêzên muxalîf jî di bin navê cuda de xwe birêxistin kirin. Di îlona 2011'an de di bin navê “Komîteya Wekheviya Netewî (Heyet El Tensîq) de 13 partiyên çepgir, 3 partiyên kurd û hinek kesayetên din hatin cem hev. Vê koma hanê têkoşîna di warê siyasî de esas girt. Subayên ji artêşa Sûriyê reviyan li Tirkiyê “Artêşa Sûriya Azad” ava kir. Lê piştî demekê gelek komên ji aliyê hêzên wekî Erebîstan, Îran, Tirkiye, El-Kaîde ve têne birêvebirin tevlî bûn. Di 15’ê îlona 2011’an de, hinek muxalifên din li Stenbolê kom bûn û Meclîsa Netewî ya Sûriyê ava kir. Ev koma hanê şîdetê jî esas digire û Tirkiye piştgiriya wan dike. Her wiha ev kom wekî baskê siyasî yê komên çekdar tê zanîn. Di Cotmeha 2011’an de hinek aliyên din ên muxalefetê vê carê Konseya Netewî ya Sûriyê, wekî alternîfa rêveberiya Beşar Esad ava kir.
2012 BÛ SALA WÊRANKIRINÊ
Çalakiyên ku ji aliyê gel ve hatine destpêkirin, bi mudaxilbûna hêzên derve, veguherî şerê desthilatdariya hêzan, mezhebên cuda. Lewre, bi destpêkar sala 2012’an ve şîdet, kuştin û hilweşandin derketin asta jor. Li bajarên Şam, Heleb, Humus, Hema û gelek navçe û bajarokên girêdayî van bajaran, her wiha li gelek cihên din ên welat her roj bi dehan, sedan mirovan jiyana xwe ji dest da, bajar hatin hilweşandin. Rejîmê êdî li dijî bajaran balefirên şer bikar anîn. Bi sed hezaran welatiyan warên xwe terikandin. Çetetî û talan, dizî û hwd. pêş ket.
NÊZÎKAHIYÊN HÊZÊN DERVE
Ji ber şîdeta ku zêde bû, Komîteya Şêwirmendiya Yekîtiya Ereban heyeta çavdêriyê ji Sûriyê paşve kişand. Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban biryar girt ku li Sûriyê Hikûmeta Yekîtiya Netewî bê avakirin û Beşar Esad jî peywîra xwe dewrî alîkarê xwe bike. Her wiha daxwaza hilbijartina pêşwext hate kirin. Yekîtiyê Ereban her wiha biryar girt ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyê re qut bike. Li aliyê din dewletên ku di nava wan de Tirkiye, hinek dewletên ereban, Fransa û hwd jî hebûn xwestin ku bi riya Neteweyên Yekbûyî li dijî Sûriyê planên ku di nav de mudaxeleya leşkerî jî heye, pêk bînin. Lê Rusya û Çîn li dijî vê yekê derketin û piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyê domandin. Herî zêde jî Tirkiye ket nava hewldanên ji bo mudaxeleya leşkerî û avakirina herêma tampon a li bakurê Sûriyê. Di 22’ê Hezîranê de balefirek şer a Tirkiyeyê li peravên Deryaya Spî ji aliyê artêşa Sûriyê ve hate xistin. Tirkiyeyê xwest ku vê yekê bike hinceta mudaxeleyê, lê ev hewldana wê biser neket. Amerîkayê jî ji ber hilbijartinên xwe yên serokdewletiyê polîtîkaya dirêjkirina pêvajoyê şopand. Lê hemû hewldanên dewletan û zêdebûna şîdetê wekî, “ne zelaliya piştî hilweşîna rejîma Baasê, nebûna alternatîfê, şerê desthilatdariyê” hatin nirxandin.
HEWLDANÊN REJÎMÊ Û MUXALÎFAN
Di dema ku şîdet derket asta jor de, Beşar Esad bi daxuyaniyekê diyar dikir ku wan hemû sûcên li dijî rejîmê efû kirine. Her wiha rejîmê biryara referanduma makezagona nû girt û di 27’ê Sibatê de referandum pêk hat, lê di pêvçûnên referandumê de jî bi sedan kes hatin kuştin. Referandum ji aliyê hêzên muxalefetê ve wekî “rûpoşkirina pêkanînan” binav kir. Di 6’ê gulanê de jî hilbijartinên meclîsê pêk hatin. Di hilbijartinên ku muxalîfan bi hinceta “çav boyaxkirin e” boykot kirin de, hikûmetek din a Baasê hate avakirin. Di dema hilbijartinan de jî pevçûnan dom kir. Li aliyê din dewletên Ewropayê di 2’ê Adarê de Konseya Netewî ya Sûriyê wekî nunera rewa ya Sûriyê nas kir.
PLANA KOFÎ ANNAN
Ji bo çareseriya pirsgirêka Nûnerên Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban Kofîn Annan piştî hewldan û hevdîtinên xwe yên li Sûriye û herêmê “plana aştiyê” amade kir. Ev plan piştre ji aliyê Sûriyê ve jî hate qebûlkirin. Li gorî plana ku ji 6 xalan pêk dihat, dê şîdet bihata bidawîkirin, heyeta çavdêr a Neteweyên Yekbûyî li bajarên Sûriyê lêkolîn bikirina, her wiha alîkariya mirovî dê bihata şandin. Herwiha dê rêya azadiya çameneyî û ramanê bihata vekirin. Rejîma Sûriyê 12’ê Nîsanê de diyar kir ku operasyon rawestandine, di 14’ê Nîsanê de heyeta çavdêr çû Sûriyê, lê ev plan ji aliyê tu aliyan ve nehate pêkanîn û biser neket. Di 19’ê gulanê de li bajarê Deyr El Zor ku dikeve rojhilatê welat êrîşa bombeyî pêk hat û 9 kes mirin, zêdetirî 100 kesî birîndar bûn. Di 29’ê gulanê de li Hulayê 108 kes hatin kuştin. Welatên rojavayî sefîrên Sûriyeyê paşve vegerandin Sûriyê. Di 18’ê tîrmehê de Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Dawoud Rajiha li Şamê di encama êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da. Rusya û Çînê li hemberî plana Îngilistanê ku pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiribû û dihat xwestin hêzên leşkerî yên rejîma Sûriyê di nava 10 rojan de ji cihên ku gel lê dijîn derkevin, her wiha mueyîdeyên aborî û dîplomatîk bêne pêkanîn, mafê xwe yê vetoyê bikar anîn. Piştî van geşedanan hemuyan Kofî Annan ji peywîra xwe îstîfa kir. Di 17’ê îlonê de rejîma Sûriyê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û bi hinceta ku alîkariya komên çekdar dike, giliya Tirkiyeyê kiri.
NÛNERÊ DUYEMÎN EL EXBER ÎBRAHÎM
Piştî Kofî Annan, vê carê El Exder Îbrahim wekî Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban hate diyarkirin. Di encama hevdîtinên Îbrahîmî de komên çekdar û rejîma Sûriyê ji bo Cejna Qurbanê agirbest îlan kir. Lê di cejnê de kuştin û hilweşandin dom kir. Bi taybetî li Helebê li dijî taxên kurdan êrîşên dijwar pêk hatin. Li gorî raporên hatine amadekirin di 3 rojên cejnê de 500 kes hatin kuştin.
MUXALÎF BÛN YEK
Di vê navberê de Amerîkayê piştî hilbijartinên xwe rengê xwe zêdetir diyar kir. Di vê çarçoveyê de Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Hilary Clinton diyar kir ku meclîs Sûriyê ya li Stenbolê hemû Sûriyê temsîl nake û îşaretên nû didan. Di 7’ê Mijdarê de jî bi hewldanên Amerîkayê hêzên muxalefetê yên Sûriyê li paytexta Katarê Dohayê hatin cem hev û piştî civînên 3 rojan dom kirin, di 11’ê Mijdarê de Koalîsyona Netewî ya Sûriyê ava kir. Di 12’ê mijdarê de jî Yekîtiya Ereban rewabûna vê koalîsyonê nas kir. Li aliyê din Tirkiyê, ji ber ku bandora meclîsa Sûriyê ya dibin bandora wê de, bê tesîr bû, nerazîbûn nîşan dan. Rêveberiya Amerîkayê, vê carê behsa çekên kîmyewî kir û sînyala mudaxeleyê da. Li aliyê din jî di warê aborî de têkiliyên bi Sûriyê re qut kirin û têkiliyên welatiyên xwe yên aborî yên bi Sûriyê re qedexe kirin. Yekîtiya Ereban jî di 25’ê mijdarê de mueyîdeyên li dijî Sûriyê qebûl kirin. Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku welatê wan dostê rejîma Sûriyê nîn e.
WÊRANKIRIN, TALAN Û KOÇBERÎ
Di encama sala duyemîn de jî, li Sûriyê tişta derketiye holê, bû talankirin, wêrankirin, kuştin û koçberî. Di tevahiya salê de bi taybetî li bajarên Şam, Heleb, Humus, Hama bi hezaran welatî hatin kuştin. Bajaran hatin hilweşandin, komên çekdar veguherîn kên çete yên talankirin, rêbiriyê û kuştinê. Li ser her rêyekê noqteyên komên cuda hene û her yek girêdayî hêzek derve ye. Dîsa şoreşa gelan veguherî şerê mezhebî. Di encamê de jî gelê ku şoreş daye destpêkirin zirara herî mezin dît. Li gorî raporên fermî di sala dawî de zêdetirî 35 hezar kes hatin kuştin, nîv milyon kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Her wiha di warê aborî de jî zehmetiyên gelek giran hatin jiyandin. Ji ber şer û pevçûnan birçîbûn û nexweşiyan rû daye. Herêma ku hinek aramî lê hebû Rojavayê Kurdistanê bû.
Sibe: Rojavayê Kurdistanê û hêza siyemîn
ANF NEWS AGENCY