"Şoreşa Rojava bi komployê re rû bi rû ye"
Cemîl Bayik: Şoreşa Rojava bi komployê re rû bi rû ye
NAVENDA NÛÇEYAN 05.08.2013 09:20:06 Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku li dijî Rojava komployek heye û PDK jî bi girtina sînor re dibe parçeyek ji vê komployê. Bayik got, "Êrîşên li Rojava ji bo her kesî ezmûneke. Ger ku dorpêçkirin û ambargoya li ser Rojava bidome wê demê pirsa PDK li ku derê vê komplo û dorpêçê ye bêhtir bê pirsîn. Di van rojên ku Kongreya Neteweyî di rojevê de ye, tu ravekirina helwesetek bi vî rengî tune ye."
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di gotara xwe ya li Rojnameya Azadiya Welat de, êrîş û ambargoya li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi komployekê re rû bi rû ye.
Bayik diyar kir ku êrîşên li Rojava ji bo her kesî ezmûneke û destnîşan kir ku eger dorpêç û ambargoya li ser Rojava bidome, PDK wê ji ber rewşa girtina sînor, ji her kesî bêtir di nava tewanbariyê de ne.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, rewş bi vî rengî nirxand:
"Li rojavayê Kurdistanê li hemberî gelê kurd êrîşên hovane pêk tên. Şerê qirêj ê ku li parçeyên din ên Kurdistanê hatibû meşandin niha li Rojava li ser gel tê meşandin. Qetilkirina 70 welatiyên sivîl, revandin û rehînegirtina sivîlan bê ka şerekî çawa qirêj û zalimane li ser gel tê meşandin nîşan dide. Mal, namûs û canê kurdan erzan e. Ev yek nêrîna li hemberî kurdan nîşan dide. Ev tiştên ku li ser navê mislimantiyê bi gelê misliman tê meşandin divê ji hêla gelên Rojhilata Navîn ve were lanetkirin.
Êrîşên li hemberî kurdan pêk tên bi zîhniyeta nîjadperestî a şoven pêk tên. Bi ketina jehra netewe-dewletê ya modernîteya kapîtalîst a Rojihilata Navîn re kurd di dîroka xwe de ewqasî bi zilmê re rû bi rû nemabûn. Komkujiyên Koçgirî, Şêx Seîd, Dêrsim û Agiriyê encama ku zîhniyeta nîjadperestî ya jehra netewe-dewletê derxistiye holê pêk hatine. Komkujiya Helepçe û Enfal ên başûrê Kurdistanê komkujiyên nijadpersetiyê ye. Dewletên Îran û Sûriyeyê jî bi pêkanînên di sedsala 20’emîn de xwestine kurdan ji holê rakin bi zîhniyeta nijadperestiyê pêk hatine. Her çiqasî di qirkirina çandî û fizîkî de pêşengiya wê dewleta tirk dike jî dewletên herêmê bi zîhniyeta netewe-dewletê heman polîtîka û pêkanîn meşandine.
Niha êrîşkarên ku bi rûpoşa Îslamê li Sûriyeyê pêk tînin xwedî heman zîhniyetê ne. Her çiqasî rûpoşa Îslamê bi kar bînin jî dîsa jî ew di bingeha xwe de nijadperestiya ereb digirin. Ger ku ne wisa be dê bi rêzdarî nêzîkî kurdan ên ku bajarên xwe diparêzin bibana. Niha dest ji şerê bi dewletê berdane êrîşî kurdan dikin. Bi awayekî vekirî wekî nijadperestên şovenîst dibêjin “Ma kurd kî ne ku dikarin xwe bi rê ve bibin?” Tehamulî xwedîderketina kurdan a li vîn, xwebirêvebirin û dewlemendiya xwe derdikevin, nakin. Sedema bingehîn a êrîşkaran ev bi xwe ye. Ji bilî vê yekê sedemek wan ji bo êrîşî kurdan bikin tune ye.
ÊRÎŞÊN LI ROJAVA JI BO HERKESÎ EZMÛNEKE
Êrîşên li Rojava ji bo her kesî ezmûneke. Li cihekî din a dinyayê ger ku êrîşî gel bihata kirin, dê her kes rabûya ser piyan. Ewropa û DYA li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Ew jî ji kurdên azad hez nakin. Dewletên herêmê ku ji kurdan re dibêjin em bira ne û ji heman ummetê ne li hemberî van komkujiyan bêdeng dimînin. Rayedarên tirk ku di her fersendê de dibêjin “Kurd birayên me ne û tu kes nikare me ji hev parçe bikin” bi aşkerayî çavê xwe ji vê komkujiyê digirin. Tirkiyeya ku bertek nîşanî komkujiyên din dide, komkujiya li ber çavê wê tê meşandin ji nedîtî ve tê. Hikûmeta AKP’ê ku komkujiya Misrê şermezar dike, ji bo kurdan ku dibêje em bira ne re dengê xwe dernaxe. A rast ew çeteyên ku piştgiriya wan dike komkujiyê dike. Ev rastî tenê jî nîşan dide ku ne tenê di polîtîkaya hundir de, di polîtîkaya derve de jî şerê taybet dimeşîne. Eniya paş a hemû hêzên çekdar ên li derdora nêzî sînorên Tirkiye û Helebê ne, Tirkiye ye. Ev rastî ji hêla hemû dinyayê ve tê zanîn. Tirkeye jî vê yekê red dike. Bi vê piştgiriyê hesabê ku di avakirina Sûriyeya nû de dê bibe hêz dike. Lê hesabê dê bibe li heyfa bavê xwe digeriya, xwîna xwe jî li serê da. Her çiqasî dixwaze polîtîkaya Sûriyeyê li gorî DYA û Ewropayê çêbike jî niha di polîtîkaya herêmî de rewşa bêbandor dijî. Çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên destekirin ji ber ku tiştê xwestin li Sûriyeyê bi dest nexistin, vê carê berê xwe dan herêma kurdan. Ger ku Tirkiye desteka xwe ji van çeteyan qut neke dê neyariya kurdan a ku tu caran ji holê ranebe û tovên şerê nû biavêje.
PDK BI GIRTINA DERIYÊ SÎNOR RE DIBE PARÇEYEK JI KOMPLOYA LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA
Di vê şerê qirêj de PDK ji Tirkiye û neyarên din ên kurdan bêhtir di bin tawanbariyê de ye. Di demê herî zehmet ê kurdên Rojava de pêşengiya dorpêçkirin û ambargoyê dike. Ev dorpêçkirin û ambargoya ku wêrekî û rewatiyê dide PDK’ê helwesta wê ya li hemberî Rojava nîşan dide. Ê ku pêkanînan li ser sînoran dijdîne PDK ye. Tu sînor ewqasî bi çekan nehatiye dorpêçkirin. Bi vê helwesta xwe dibe parçeyek komploya li hemberî Şoreşa Rojava. Di van rojên ku Kongreya Neteweyî di rojevê de ye, tu ravekirina helwesetek bi vî rengî tune ye.
Li hemberî Şoreşa Rojava komployek heye. Ger ku dorpêçkirin û ambargoya li ser Rojava bidome wê demê pirsa PDK li ku derê vê komplo û dorpêçê ye bêhtir bê pirsîn. Hêj gelê bakurê Kurdistanê komploya 1999’an ji bîr nekiriye, di vê komploya li hemberî Şoreşa Rojava de alîgiriya PDK’ê ya di dorpêçkirin û ambargoyê de dê tu caran neyê jibîrikirin û di nava nebaşiyan de be. "