Şoreşa Rojava hilweşîna pergala mêtinger e
Partiya Azadiya Jinên Kurdistan, diyar kir ku Şoreşa Rojava, hilweşîna mêtingeriya li Kurdistanê ye û got parastina şoreşê peywira herî sereke ye
BEHDÎNAN - ANF PAJK’ê bi wesîleya 3. salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da û bang li hemû aliyan kir ku şoreşa Rojava baş biparêzin, mezin bikin, xurt û mayînde bikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rojava pêngava pêşxistina pergala polîtîk demokratîk e û wiha got: “Em 3. salvegera Şoreşa Rojava li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em bi sedan şehîdên YPG û YPJ’ê yên qehreman, di şexsê Silav, Arîn Mîrxan, Rêvan, Gulan, Zozan, Ronahî Reşo, Sema, Viyan, Îvana, Destîna, Paramaz Kizilbaş, Dilovan, Fermandar Rûbar, Diyar de bibîr tînin û soza pêkanîna serketinê didin.
Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd û hemû gelê Kurdistanê cejneke civakî ya nû ye. Şoreşa Rojava ne tenê cejna gelê Kurd, a hemû gelên li erdnîgariya Kurdistanê dijin. Di aliyê dîroka Kurdistanê de bûye qonaxeke nû. Dîroka Kurdistanê ya hatibû berevajîkirin, heliya. Pergala mêtinger a gel muhtac kiriye, li Kurdistanê hilweşiya.
Ruhê di berxwedana Rojava de derketiye holê, ruhê jiyana azad a gelan e. Ruhê 14’ê Tîrmehê rastiya veguherîna berxwedana mezin a gel a 19’ê Tîrmehê, ya Şoreşa Gel a Demokratîk e. Pêngava pêkanîna pergala polîtîk demokratîk a gelê bi hesreta azadiyê ye. Gelê ji aliyê dewletên mêtinger ve hatibûn parçekirin, hebûna xwe îlan kirine.
Şoreşa Rojava ji biratiya gelan a rastî re bûye mînak. Gel xwe ji herêmê rêxistin kirin û li ser van rêxistinan beşdarî pêvajoyên biryara polîtîk bûne. Pergala konfederal a li ser vê hatiye avakirin, ji ber şer û şîdetê hê îstîqrarek tam qezenç nekiribe jî, di sedsala 21’ê de bûye mînaka organîzasyona siyasî demokratîk a bê dewlet. Di vî alî de peywira her kesî ye ku Civaka Exlaqî û Polîtîk Demokratîk a li Rojava şîn bûye, bê parastin, derfetên jiyanê bên xurtkirin.
Di şoreşa Rojava de aliyê sereke yê derketiye pêş û wê demokratîk dihêle, rastiya ku xwe dispêre azadiya jinê ye. Ji ber azadiya jinê wek rêgez daye ber xwe, ji şoreşên Fransa, Rûsya, çîn û Latîn Amerîkayê cudatir e. Wê zêdetir wekhev û azadîxwaz dihêle. Îdîaya sosyalîzma mirovahiyê zêdetir rastî, dikare bê jiyîn û demokratîk dihêle. Em berxwedana fedayî ya YPJ’ê bi vê wesîleyê silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna wan a bêhempa ji bo jinên herêmê û cîhanê rêyeke nû veke.
Şoreşa Rojava tevî hemû komployên dewleta Tirk-DAIŞ, hêzên paşverû yên herêmê û hevkarên Kurd, li ser piyan maye. Li dijî îxaneta li hember neteweya Kurd sekneke rastî ya welatparêziyê ye. Şoreşa Rojava, şoreşeke li dijî hêzên şoreşger ên dîrok berevajî kirine. Xwe spartiye dînamîkên xweser ên şoreşê û şoreşa demokratîk a gel pêk hatiye. Di sedsala 21’ê de nîşan daye ku gel dikarin qedera xwe bi xwe tayîn bikin, bi feraseta netewe demokratîkbûnê konfederalîzma demokratîk pêk bê. Di vî alî de di destpêka sedsala 21’ê de tiştekî yekem pêk hat. Qezencên li Rojava di bin xetereyê de ne. Divê her tişt jî li gorî vê bê rêxistinkirin. Ji ber ku ev qezenç ne li gorî berjewendiyên hêzên dagirkerin. Parastina Rojava di serî de peywira gelê Kurd û hemû gelan e. Ev qezenç bi berdêlên mezin hatine dest girtin. Em bang li hemû kesî dikin ku li gor şer xwe bi rêxistin bikin.”