1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Şoreşa Rojava xeta me ya sor e
Şoreşa Rojava xeta me ya sor e,şoreşa,rojava,xeta,me,ya,sor,e

Şoreşa Rojava xeta me ya sor e

A+ A-

BEHDÎNAN 16.01.2014 07:00:55 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku gelê Kurd wê destketiyên li Rojava bê şik û guman biparêze û got, "Gelê Rojava wê nîşanî her kesî bide ku ti hêz nikare şoreşa Rojava tine bike."

Sabrî Ok diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa tevahiya Kurdan e û bal kişand ser hesasiyetên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der heqê Rojava de. Ok got, "Tespîta Rêbertiyê ya digot, 'Jîndarkirin û parastina şoreşa Rojava, pêşvebirina xweseriya demokratîk li Rojava xeta me ya sor e' gelekî rast û di cih de ye. Vî gelî bi berxwedanek ji hêza xwe ya cewherî û bi siyaseteke afirîner re ev şoreş pêk aniye."

Ok destnîşan kir ku gelê Kurd wê bê şik û guman şoreşa Rojava biparêze û got, "Gelê Rojava wê nîşanî her hesî bide ku ti hêz nikare şoreşa Rojava tine bike. Eger gelek bi awayekî mafdar û yekvicûd li ber xwe dide; eger polîtîkayeke bi aqil û rast dişopîne, hêza kesî ji bo têkbirina wê nîne. Ji ber vê yekê em bi bawerin ku gelê Rojava wê şoreşa xwe her roj bêtir birêxistin bike û bi avakirina sîstema xwe re xweseriya demokratîk bi awayekî azad bijî."

DÎWAR NE REWA NE

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok mîtîngên "Bila Kurd bi statuya xwe ya demokratîk li Cenevreyê bên qebûlkirin" yên bi pêşengiya BDP'ê li Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin nirxand û got, "Ev nerazîbûn girîng e. Divê tevahiya gelê Kurd şoreşa Rojava weke şoreşa xwe bibîne, bi coşeke mezin xwedî li şoreşê derkeve." Ok bal kişand ser dîwarên li ser sînor tên lêkirin jî û di vî warî de wiha peyivî: "Pêwîste dîwarên li ser sînor tên lêkirin, têlên tên rêsandin, derbasdar nebin. Ev dîwar û têl ne rewa ne. Eger mêtînger hînê difikirin ku bi lêkirina dîwaran wê karibin vîn, mejî û dilê gelê Kurd parçe bikin, hingî divê gelê me li Rojava û Bakur nîşan bidin ku ev ne pêkane. Li her çar parçeyan û li derveyî welat divê di her firsendê de nerazîbûn bê nîşandan. Ji bo beşdariya li Cenevre, ev neazîbûn watedar in, girîng in."

OK REXNE LI PROPAGANDA REŞ A RÛDAW'Ê KIR

Ok weşanên Rûdaw ên li hemberî Rojava propaganda reş dike rexne kir û got, "Li Rojavayê Kurdistanê vê gavê rêxistinbûyîneke demokratîk serdest e. Gotin û daxuyaniyên ku îdîa dikin; PYD û TEV-DEM ji bilî xwe kesî qebûl nakin, bi qasî em dibînin gotin û propagandayên ne rast in. Manîdar e ku Rûdaw TV di nava propagandayeke dijber de ye. Ji bo şoreşa Rojava ya ku ewçend nirxên giranbuha yên demokratîk-welatparêz afirandiye Rûdaw TV heta roja îro gotineke bi tenê ya erênî ne gotiye. Bi qasî em dişopînin bi tenê propaganda reşkirinê û heqaretê dike. Ev yek neheqiyeke li berjewendiyên gelê Kurd û şoreşa Rojava ye. Meşandina kampanya reşkirin û êrîşê gelekî şaş û xetere ye. Kanaleke Kurd divê vê neke. Yên ku êrîşî berjewendî û azadiya Kurdan dikin diyar in. Pêwîste Rûdaw li dijî dijminên diyar ên Kurdan têbikoşe û propaganda berjewendiyên Kurdan bike."

JI BO EFRÎNÊ BANGA HESTIYARIYÊ

Ok ragihand ku hewl tê dayîn kantona Efrînê hem ji aliyê rejîmê hem jî ji aliyê çeteyên El Qaîdeyê ve bê îzolekirin û di vî warî de banga hestiyariyê kir. Ok got, "Polîtîkayên ku rê li ber giranbûna pirsgirêkên jiyanê yên gel vedikin, dişopînin. Pêwîste gelê me li Bakur li pêşberî sînroê Efrînê nerazîbûna xwe nîşan bide û hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê madî ve piştgiriyeke xurt bidin Efrînê. Divê em zanibin; Rojavaya azad Kurdistana azad e! Azadbûna Bakur jî azadbûna tevahiya Kurdistanê ye. Dîrokê firsendeke ewçend girîng daniye pêşiya gelê me. Ev firsend di heman demê de encama têkoşîna me ya çil salan e. Gelê me wê di vê çaryeka yekemîn a sedsala 21'an de wê ji sedî sed bi Rêberê xwe re azad bibe."

AFIRÎNERÊ EL QAÎDE DAIŞ, DYA BI XWE YE

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê der heqê koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a ser bi El Qaîdeyê ku di demên dawî de bi hêzên artêşa Iraqê re jî şer dike û hewl dide herêmên mîna Anbar û Fellûce kontrol bike nirxand û got, "Yên ku ev rêxistinn ava kirin, DYA bi xwe ye. "

Ok diyar kir ku ev hêzên mijara gotinê cara yekemîne li hemberî hêzên YPG'ê têk çûye û got, "DAIŞ rêxstina El Qaîdeyê ye. Yan jî El Qaîde bi xwe ye. DYA li Afganîstanê li dijî dagirkeriya Sowyetan ev rêxistin ava kir û fînanse kir. Ev rêxistin îro li Rojhilata Navîn dibêje di bin navê dîn de tevdigere û nirxên baweriyê yên herêmê bi awayekî nebaş bikar tîne. Heqareta herî mezin a li Îslamê ev kom dikin, ev El Qaîde-DAIŞ dike. Ji ber ku di Îslamiyetê de aştî biratî heye. Edalet heye. Lê belê di pêkanîna van hêzan de ne aştî ne jÎ edalet heye. Zalimî heye. Pêkanînên bê rehm û îşkence heye. Qetilkirina jin û zarokan, serjêkirin, revandin, destdavêtin, talankirin heye. Ti eleqeya van bi Îslamê û baweriyê nîne. Hêzeke bi vî rengî ya xetere, îro veguheriye tevgereke navneteweyî. Li Yemen, Tûnis, Lîbya, Sûriye, Iraq û Afganîstanê veguherî hêzeke dikare şer bike. Gelo kê ev hêz bi vî rengî mezin kir, yan jî pêşî li mezinbûna wê vekir? Van komên çeteyan, ji qewimîn û serbûniya demên dawî ya Rojhilata Navîn sûd wergirtin. Gelek çek û pere bi dest xistin. Lê belê aşkeraye ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî jî destek dan ji bo belavbûna van."

EL QAÎDE HERÎ ZÊDE JI DYA RE XIZMETÊ DIKE

Ok, berfirehbûna eniya şer a DAIŞ'ê wiha nirxand: "Di rojên dawî de li Sûriyeyê hêzên mûxalefetê bi hev ketin. Di wir de DAIŞ hinekî tengav bû. Bawerim ji bo di nava vê tengaviyê de bêhnekê bistîne, di heman demê de li Fellûce û hin herêmên din ên Iraqê ket nava êrîşê. Li aliyê din, berevajî pêkanînên li Afganîstan û Pakîstanê, hikûmeta Iraq û DYA bi ser van çeteyan de çûn. El Qaîdeyê ev rewş bikar anî û hewl dide xwe weke antî-emperyalîst û antî-amerîkanî nîşan bide. Ev derewa herî mezin e. El Qaîde bi pêkanînên xwe re herî zêde xizmetê ji DYA û hêzên hegemonîk ên navneteweyî re dike. Yanî hêza ku pirsgirêkên herêmê girantir dike û rê li ber bingehekê vedike ku DYA û hêzên hegemonîk ên navneteweyî giraniyê bidin ser herêmê, El Qaîde ye. Ji ber vê yekê El Qaîde xizmeta herî mezin ji DYA re dike. Divê gelên herêmê bi taybetî vê bibînin. Pêwîste hêzên bi vî rengî bêrehm û zalim nikaribin li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bijîn."

AKP DI SIYASETA ROJHILATA NAVÎN DE XETIMIYE

Sabrî Ok siyaseta AKP'ê ya derve û polîtîkaya wê ya der heqê Rojava de nirxand û got, "Eger AKLP jiyana azad, demokratîk û mirovane ya gelan dixwaze, pêwîste PYD'ê weke gefekê nebîne. Hikûmeta AKP di siyaseta Rojhilata Navîn de xetimiye. Hem di polîtîkaya Sûirye, hem di siyaseta Misir û Iraqê de polîtîkayeke bê wateya dijberiya DYA şopand. Pevçûna niha ya bi Cemaeta Fethûllah Gulen re tê jiyîn, ji vê rewşê cihê nîne. Hikûmeta AKP'ê got, 'DYA û hêzên navneteweyî çi dibêjin bila bêjin; ezê li Sûriyeyê ya rast dibînim pêk bînim, ezê destekê bidim çeteyên mîna El Qaîde û El Nûsra' û desteka xwe dewam kir. Bi rêyê cuda timî çek ji wan re şand. Desteka lojîstîk da. Di rojê dawî de bi awayekî zelal di çapemeniyê de jî cih girt. TIR'ê bi çekan barkirî, hatin zevtkirin. Bêguman ev hêz ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin biçekkirin. Hin ji belgeyên van PYD'ê aşkera kiribû. Çapemeniya Ewropayê jî gelek caran anîbû ziman. Yanî ev hemû rast in. Tirkiye van çeteyan, El Qaîde, El Nûsra û Selefiyan xwedî dike. Desthilatdariya AKP di warê mejî de xwe nêzî wan dibîne."

Sabrî Ok gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Davûtoglû yên der barê PYD'ê de wiha nirxand: "Di şûna ku Davûtoglû PYD'ê weke gefekê bibîne, pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê û di siyaseta herêmê de bêhnekê bistîne PYD'ê ji xwe re weke firsend û avantajê bibîne. Çima Davûtoglû PYD'ê weke gefekê dibîne? PYD'ê êrîşî axa Tirkiyeyê kiriye, êrîşî leşkerên Tirk kiriye, dijminatî kiriye? Na! PYD'ê bi tenê li welatê xwe li Rojava ji têkoşîna jiyana azad a gelê Kurd re pêşengiyê dike. Yanî eger AKP jiyaneke azad, demokratîk û mirovane ya gelan dixwaze, divê PYD'ê weke gefekê nebîne. PYD li dijî çeteyên El Nûsra, DAIŞ ên dijberên Îslam û tevahiya gelan e, radiwest e. Yanî ji ber ku Desthilatdariya AKP bi van çeteyan re di warê dijminatiya Kurdan de hevpar in, PYD'ê weke gefê dibîne û hovîtiya El Qaîdeyiyan xwedî dike. Xeteriya herî mezin ev zîhniyet e."