Şoreşa Sûriyê kete sala 4'an, çareserî dê çibe?
NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Sûriyê ku destpêka xwe ji aliyê çend zarokên bajarê Deraa yên li ser dîwaran diruşmeyên dijî rêjîmê nivîsan din dest pê kir ket sala xwe ya 4'an. Destpêka şoreşê rêjîmê zarokên behsa mijarê girtin û îşkence li wan kirin. Malbatên zarokan û şêniyên bajar li dijî
rêjîmê xwepêşandanên aşîtiyane lidar xistin û ew yek bû destpêka şoreşa glê Sûriyê.
Meşa ku li Deraa destpê kiribû, piştî çend rojan li gelek bajarên Sûriyê belav bûn. Hêzên rêjîmê di 18'ê adarê de gule li xwepêşandêran brandin û komkujî pêk anîn. Gelê Sûiyê li bajarên din jî piştgirî dan û bi vî awayî bi dehezaran kes li Deraa, Humis, Hema, Dêra Zorê, Qamişlo û hin bajarên din li dijî rêjîmê daketin qadan. xwepêşandêran di van bajaran de bi awayekî aştîyane durişme li dijî hêzên rêjîmê berz kirin. Ji ber ku hêzên rêjîmê gule li xwepêşandêran barandin rewşa şorşa aştiyane guherî. Bi vê yekê jî destwerdana Tirkiyê, Qeter, Siûdiyê û gelek welatên din a di Sûriyê de û piştgiriya ji hin komên çekdar re hêdî hêdî şoreşa gel a aştiyane veguhezî şer û pevçûnan herî dijwar. Bi vê yekê wêranî, tundî li welat zêde bûn.
Xeta 3'yemîn biser diket
Di dema ku şoreşa Sûriyê ber bi şerê û dijwariyê ve diçû, destên ji derve di nava Sûriyê de zêde bûn û di encamê de gelek bajar û gund wêaran bûn. Di van deman de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ne ket nava nakokî û tundiya di nava herdû aliyan de û xwe wekî xeta 3'yemîn destnîşan kir. Xeta 3'yemîn li ser rêbaz û felsefeya xweseriya demokratîk wekî bingeh danî û siyaseta xwe li ser vî esasî bi rêk û pêk kir. TEV-DEM'ê li herêmên Rojava dest bi avakirina saziyên civakî û ewlekariyê kir. Saziyên behsa mijarê dest bi rêveberî û parastina ewlekariya herêmê kirin. Saziyên ku di herêmên Rojava de hatin damezirandin hêdî hêdî bûn alternatifa saziyên rêjîmê û cihê xwe di dilê hemû pêkhateyan de girt.
Bi vê yekê herêmên Rojava karîbûn aramî û ewlekariya xwe biparêze û di 21'ê çilaya 2014'an de gavên fermîbûnê yên destpêkê bi ragihadina pirojeya Rêveberiya xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê destpê kir. Piştre Rêveberiyên xweser ên Kobanê û Efrînê jî hatin damezirandin.
Şoreşa Sûriyê wêranî bi xwe re anî
Şoreşa ku gelê Sûriyê bi hêviya veguhertina demokratîk destpêkiribû, bi derketina dehan komên çekdar re, wêranî, tundî, kuştin,koçberî û mirin bi xwe re anî. Saziyên sivîl hatin wêran kirin, dizî û talanî li welat zêde bûn, hem hêzên rêjîmê û hem jî komên çekdar ku Tirkiyê û Welatên kendavEreban piştgiriya wan dikirin gel hedef girtin. Li aliyê din di nava komên çekdar de jî şer û pevçûn derketin dîse jî sivîl bûn hedef, mal û milkên welatiyan hatin talankirin û gelek sivîl hatin kuştin.
Tirkiyê sînorê xwe ji çeteyan re vekir
Tirkiyê ku roleke mezin di têkbirina şoreşa gelê Sûriyê de lîst vê care dest bi piştgiriya Cebhet El-Nusra, DAIŞ'ê û gelek komên din kir. Tirkiyê sînorên xwe ji wan re vekir,her wiha çete di ser xaka wê re derbasî Sûriyê bûn. Bi vê yekê civaka Sûriyê yê aştîxwaz ji aliyê çeteyan û rêjîmê ve hate dorpêçkirin. Her wiha bi dehzaran şêniyên Sûriyê bûn qurbana nakokiyên di nava hêzên rêjîmê, çekdarên opozisyonê û komên radîkal de, bi hezaran mal li ser xwediyên wan de hatin xwar û bi milyonan welatî koçber bûn.
Pêşeroja 5.5 milyon zarok winda ye
Di encama pevçûn û wêraniya di Sûriyê de, zarokên Sûriyê gelek ziyan dîtin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) hate gotin ku ji ber şerên li Sûriyê 10 hezar zarokan jiyana xwe jidest dan, hejmareke ji vê mestir jî birîndar û winda ne, bi vê yekê çarenûsa hezaran zarokan ne diyar e. Di rapora dawî ya UNICEF' ê de ku di meha adarê de hate belavkirin hate gotin ku di nava xaka Sûriyê de niha milyon û nîvek zarok di herêmên dorpêçkirî de asê mane. Ji ber tundî û şer rê tune ku alîkarî bighêne wan.
Di heman raporê de jî hate gotin ku niha milyonek û 200 hezar zarok di kampên penaberan li derveyî welatê xwe jiyan dikin, zaro li van deveran ji vexwarina ava paqij, xwendin û xwarina ku mafê wan ê jiyaniye bê par dimînin. Di raporê de hate destnşankirin ku di kampên Urdinê de di nava her deh zarokan de yek ji neçarî kar dike û di nava her 5 jinên dizewicin yek zarok e.
Welat wêran bû
Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê binesaziya welat wêran bû ye, hemû saziyên xizmetan hatin xirakirin. Bi vê yekê welatî bê ceyaran, saziyên tenduristiyê û av man. Her wiha bingeha çûnûhatinê ya di navbera bajar û navçeyên welat de xirabû. Bi giştî ziyana di welat de ji destpêka şoreşê û heta dawiya 2013'an gihişte 4,67 tirlyon lîreyên Sûriyê. Li aliyê din bi hezaran avahî, sazî, kargeh û nexweşxane, her wiha cihên neftê ji aliyê herdû aliyên şer ve hatin wêrankirin.
Neh milyon kes bê war in
Li gorî raporên NY'yê heta niha 9 milyon kes neçar mane dest ji malên xwe berdin. Di raporê de tê gotin ku Sûriyê bi vê yekê bûye welatê yekem di cihanê de ku şêniyên wê penaber bûne, di raporê de hate destnîşankirin ku di nava koçberên Sûriyê de 6,5 milyon koçber di hundirê welatê xwe de koçber bûne. NY'yê di rapora xwe de dibêje ku heta niha wan 2,5 milyon koçber li derveyî Sûriyê ne li gel komîsyona koçberan qeydkirîne. Li aliyê din li welatên cîranê Sûriyê bi sed hezaran koçberên ne hatine qeydkirin hene. Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku alozî û şerê li Sûriyê bandora xwe li welatên cîran kirin û destnîşan kir ku milyonek koçberên Sûriyê niha li Lubnanê dijîn hatine qeydkirin û tê payîn ku hejmar koçberên Sûriyê yên Lubnanê tenê di dawiya sala 2014'an derkeve 1,6 milyon koçberan.
Heta niha 146 hezar û 65 kes hatine kuştin
Li aliyê din di rapora Malpera fermî ya Navenda Mafê Morovan a Sûriyê ji 18'ê adara 2011'an û heta niha di şerê li Sûriyê de 146 hezar û 65 kes di şerê di navbera rêjîm, komên çekdar û îslamiyan de hatine kuştin.
Di raporê de hate eşkerekirin ku kesên hatine kuştin wiha ne: 73 hezar 783 sivîlan jiyana xwe jidest dane, her wiha 23 hezar û 389 çekdarên opozisyonê, 10 hezar 278 çekdarên DAIŞ/Cebhet El-Nusra û piraniya wan ji derveyî welat hatine, kuştiyên rêjîmê 21 hezar û 336 in û 332 leşkerên Huzbelah ê hene.
Êşa herî mezin a jinan bû
Jinên Sûriyê ji destpêka şoreşê de û heta niha bûye qurbanî û buhayê şer û tundiyê datîne. Jin rastî îşkence, tundî, kuştin û destdirêjiyê hatin. Di vê mijarê de û li gorî rapora toriya Mafê Mirova ya bi di 8'ê Adarê de hate weşandin, di şerê li Sûriyê herî kêm rojê 12 jin jiyana xwe jidest didin. Di raporê de hate diyarkirin ku 12 hezar û 833 jinan jiyana xwe jidest dane. Di nava qurbaniyên jin de 3 hezar û 614 zarok hene, her wiha ji van 483 jin bi guleyên segvanan hatine kuştin.
Di raporê hate gotin ku heta niha 400 jê zarok bi giştî 7 hezar û 500 jin, rastî tundiya zayendî hatine. Di nava van de 850 jin di girtîgehan û navendên leşkerî de hatine tecawiz kirin. Di raporê de tê gotin ji ber van rewşan gelek rewşên ducaniyê ya bi zorê çêbûne.
Li gorî heman rapor diyar dike 25 jin ji aliyê komên çekdar ên opozisyonê jî hatine kuştin.
Li aliyê din jî gelek rewşên tundî, kuştin û destdirêjî ku rojane jinên Sûriyê rastî wê tên û ji tu alî yan saziyên fermî nayên tesbîtkirin.
Civîna Cinêv-2 têk çû, çareserî çiye?
Di 22'ê çileya 2014'an bi tevlîbûna nûnerên piraniya welatên cîhanê civîn hate lidarxistin. Di civînê de nûnerên rêjîmê û koalîsyona hêzên opozisyonê ku di nava xwe de perçeye û pir lawaze beşdar bûn. Piştî civîn bi dawî bû di 15'ê sibatê de Nûnerên Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê El-Exzer El-Iberhîmî di civîneke çapemeniyê de ragihan ku civîn bê encam bi dawî bûn û lêborîna xwe ji gelê Sûriyê xwest.
Piştî civîna Cinêv-2 têk çû, hemû gelê Sûriyê û raya giştî ya navnetwî pirsyar dikirin ka çareseriya li Sûriyê wê çibe. Di vê navberê de tundiya li Sûriyê zêde dibe, talanî, wêranî û kuştin li seranserî Sûriyê zêde bû ye. Di vê navberê de jî li Rojava pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt kirine û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand. Rêveberî li herêmên Rojava ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Derbarê van herêman de heta niha hemû nirxandin û nerîn erênî ne.
ALAN OSMAN - ANHA