1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Şoreşgerê Esra Teng
Şoreşgerê Esra Teng,şoreşgerê,esra,teng

Şoreşgerê Esra Teng

A+ A-

Pirûka Marîn Rehmanî ku ji helbestên wî pêk tên, bi navê "Şoreşgerê Esra Teng" di adara 2011'an de ji Weşaxaneya Lîsê derket.

Pirtûka ku ji 73 rûpelan pêk tê ji helbestên gelekî xweş pêk tê.

Marîn Rehmanî ji Herêma Torê ye. Di sala 1977'an de li navçeya Nisêbînê hatiye dinê. Helbestên Marîn Rehmanî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk û W'yê de hatine weşandin.

Şoreşgerê esra teng

Li kuçeyê...
roj hêdî hêdî bêyi ku li pişt xwe binihêre diçû ava
sofiyekî di pey re temaşe dikir
dirûvê tozê jî dihate guhestin
Şeytan di xewê de bû
sofî hê li rojê temaşe dikir
hêdî hêdî bi gopalê xwe re giran dibû
hêdî hêdî qesas ji malê derdiketin
kuştî li binê pirê...
û keçikên ku bid destên nesrînî pembû didane hev
girêdana xwe bi hişkiyekê duhestin
tolaz jî bi hosteyî li pey wan digeriyan
şoreşger: ji wan cuda ye
ji dengvedana esra teng
lingxê xwe ji devê mîroyekê derdixim
ber bi milçikandina tenûrê ve
ber bi nanê sîr kirî ve
û herî dûrî lêvên birûj sinetên dirêj


Bêjeyên Miftehî